‘Hikumeta herêmê li hemberî daxwazên mamosteyan bêdeng e’

Mamoste û endama Encûmena Mamosteyên Nerazî Nesrîn Heme Emîn diyar kir ku hikumeta herêmê bi plan daxwazên mamosteyan bi cih nayne û dixwaze bi sozên ne rast mamosteyan vegerine dibistanan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Werza yekem a xwendina sala 2023-2024’an bi dawî bû. Ji sê mehan zêdetir e mamoste û fermanberên herêma Federal a Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe çalakiyan li dar dixin lê belê heta niha hikumeta herêma Kurdistanê daxwazên mamosteyan bi cih naniye, hewldana çareseriya mûçexwaran jî nade. Sozên ne rast ên pêk nayne dide. Li aliyekî din hikumet ji bo hevnegirtina gel serî li rêbazan dide da ku gel ji bo mafên xwe piştgiriya hev nekin.

Mamoste û endama Encûmena Mamosteyên Nerazî Nesrîn Heme Emîn der barê boykota xwendin û hevgirtina gel de diyar kir ku di destpêka sala xwendina 2023-2024’an mamosteyan dest bi boykota neçûyîna dibistanan kirine. Nesrîn Heme wiha got: “Mamoste sê meh in mûçe negirtine. Niha werza yekem a xwendinê temam bûye û boykota mamosteyan berdewam dike. Mamoste ji bo daxwazên xwe kom bûne. Hikumet ne kor e ne jî kere bila daxwazên mamosteyan bi cih bîne.”

‘Bi sozên ne rast dixwazin mamoste boykotê bi dawî bikin’

Mamoste Nesrîn Heme Emîn da zanîn ku hikumeta herêmê bi plan daxwazên mamosteyan bi cih nayne û dixwaze bi sozên ne rast mamosteyan vegerine dibistanan û got: “Mamoste ji berê ve baweriya wan bi hikumet û desthilatdariya herêma Kurdistanê nemaye. Ji ber vê yekê boykotê bi dawî nakin û naçin polên xwendinê heta ku daxwazên wan neyên bicihanîn. Hikumetê tu soz nedaye me û tenê li ser kaxezê li gorî xwe beyannameyan derdixe, ev jî tenê li ser kaxezê maye. Di girêbestê mamosteyan de tu guherînek nehatiye çêkirin û ev biryare ne biryara wezaretê ye, dibe ku di pêşerojê de bibêjin nikarin bersivên din bidin.”

‘Bi mehan mûçeyên mamosteyan nadin’

Mamoste Nesrîn Heme Emîn wiha domand: “Çiqas pêwîstiya me bi hevgirtina gel heye, ewqas desthilatdar jî ji vê yekê aciz e. Ne tenê mamoste divê wezareta perwerdeyê û wezîrê perwerdeyê jî bi ber vê rewşê bikevin. Mamoste ji vê bedengiyê bêzar bûne ji ber ku 38 meh in mûçeyên wan nedane, 24 meh mûçe bi nîvî girtine, mûçeyê 12 mehan jî bi demborî girtine û sê mehên sala 2023’an negirtine. Ji ber wê divê gel bi xwe bikeve xema pêşeroja zarokên xwe.”