Li Qamişlo meşa girseyî ya li dijî êrişan

Bi hezaran şêniyên kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser heremê meşekî girseyî li dar xistin. Di meşê de pêyamên têkoşîn û berxwedanê hat dayîn.

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo ya herema Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk yên li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî hat lidar xistin. Piştî meşê bi boneya salvegera 10’emîn a damezrandina Rêveberiya Xweser, bi hezaran şêniyên Kantona Cizîrê, hêz û partiyên siyasî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, tevger û rêxistinên jinan, malbatên şehîdan mîtîngek li dar xistin.

Meş ji Çerxeriya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê veguherî mîtîngê.

‘Bi Netewa Demokratîk hemu pêkhate bûn yek’

Destpêkê li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê axaftin hat kirin. Dûre ji Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hîkmet Hebîb axivî û wiha got:

Li ser bingeha neteweya demokartîk û hevjiyana azad îrade, hêvî û armancên hemû pêkhateyan em bûn yek. Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nûnertiya îradeya her kesê dike ji bo birêvebirin û parastina herêmên xwe dê ji bo hemû Sûriyeyê bibe modeleke demokratîk. Di heman demê de dawî li sîstema navendî ya neteweperest a ku li Sûriyeyê hatibû meşandin were. Di van salan de Rêveberiya Xweser di her astê de destkeftiyên mezin bi dest xistine. Her wiha bi êrîşên dubare yên Tirkiyeyê re û heta bêdengiya civaka navneteweyî di warê çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê û mafên rewa yên gelên wê de li gorî peymanên navdewletî, destûrname û biryarên Neteweyên Yekbûyî.

‘Rêveberiya Xweser îro nûnertiya hêviyên gel dike’

Rêveberiya Xweser îro nûnertiya hêviyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadî, rûmet û avakirina Sûriyeya demokratîk dike. Her wiha li dijî rêxistinên terorîst bi hemû wesfên wan tevî dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên bi wê ve girêdayî re şer kir. Bêguman Tirkiye şert û mercên herêmî û navneteweyî û pirsgirêkên germ ên di qada navneteweyî de bi kar tîne. Dagirkerî, sûc, guhertina demografîk, kuştin, êrîş û rûxandina binesazî û jêderên jiyanî berdewam dike.

‘Em bi biryar û îrade ne’

Tevî van hemû hewldan û polîtîkayên ku dewleta Tirk ên li ser erdê bi awayekî sîstematîk û bi zanebûn dide meşandin jî bi saya têkoşîna gelên me têk çûne. Dewleta tirk bi îrade û berxwedana gelên herêmê, dewleta Tirk nikaribû. Asta pabendbûna bi destkeftî, rêveberî û hêzên xwe re careke din piştrast kir. Em di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de, di vê dema ku em dehemîn salvegera damezrandina xwe pîroz dikin de, teqez dikin ku em bi biryar û îradeya xwe ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser herêmên me û vegerandina koçberên wê ji bo malên xwe û ji bo pêşxistina vê projeya demokratîk a ku bûye modelek ji bo Sûriyeya paşerojê ku daxwazên gelên Sûriyeyê pêk tîne. Her wiha em bang li civaka navdewletî dikin ku bi biryarên navdewletî yên pêwendîdar bi taybetî biryara 2254 bi erka xwe ya ji bo pêşvebirina pêvajoya siyasî ya çareseriya Sûriyeyê bi cih bîne û zextê li dewleta Tirk a dagirker bike ku destdirêjiyên xwe li ser herêmên me rawestîne.”

‘Em serê xwe natewînin’

Li aliyê din, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Şero Şêro jî axivî û got: “Bi ked û fedakariyên şehîdan projeya me gihîşt asta îro. Dijmin naxwaze ji bo vî gelî azadî û ewlehî hebe. Gelê me dê vê yekê qebûl neke dê gelên me li ser ramanên Rêber Apo têkoşîna xwe berdewam bike.”

‘Jin dê berxwedêr bimînin’

Di dawiya mitîngê de, li ser navê Rêxistina Kongra Star Henîfe Mihemed destnîşan kir ku îradeya jinan lawaz nabe bi kiryarên Tirkiyeyê û  got: “Bi vê coşê em ji dijmin re dibêjin ku em hene, em ê bi armancgirtina binesaziyê lawaz nabin, em ê ji nû ve ava bikin, em ji birçîna namirin. Jinan armanc digre, ji bo ku wan lawaz bike, berxwedana jinan armanc digre. Sakîne Cansiz rêber û nimûne bû ji bo me. Bi saya dayik, siyasetmedar û mafnasan û bi hezaran jinên têkoşer di her qadên jiyanê de em ê bi ser bikevin û erişên dijmin vala derbixin. Em ji top û tangên dijmin natirsin, wê mecbûr bimîne li ser maseyê rûnê.”