Aktîvîsta Tûnisê li dijî êrîşên dewleta tirk bertek nîşan da

Aktîvîsta Tûnisê Jannat Kadachi êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û helwest nîşanî bêdengiya navnetewî da.

ZOUHOUR MECHERGUÎ

Tûnis - Tevî ku di ser şoreşa Tûnisê re 13 sal derbas bûn jî rastiya jinan tevlihevtir bû, zagona li dijî tundiyê dikaribûn di sala 2017’an de derbixin. Seroka Komeleya Hava ya Femînîst Jannat Kadachî da zanîn ku li bajarê Sidî Bouzid ku li navenda Rojavayê Tûnisê tiştên ku jin dijîn, nehatiye guherîn û got: “Berovajî vê ket halê trajîk. Li Sidî Bouzid wekheviya li dijî jinan tenê di dirûşman de maye.” Ewlehiya jinan nîne

Jannat Kadachî diyar kir ku bêkariya jinan di asta herî jor de ye û got: “Qada ku jin lê dixebitin bi sektora çandiniyê re sînordar e. Jinên di qada çandiniyê de kar dikin ewlehiya wan a civakî û tendirustiyê nîn e. Jin di jiyana siyasî û biryardayînê de divê di pozîsyonan de cih bigrin. Walîtiya Sidî Bouzid jin di pizîsyonên biryardanê de divê di pozîsyonên din ên bilindtir de cih bigrin. Firsenda ragihandina trajediyan nadin.”

‘Gendelî duqat bûye’

Jannat Kadachî destnîşan kir ku li gel hikumeta Bin Alî paşve ketiye û wiha got: “Em di mijara azadiya jinan de di rewşek bi êş de ne. Gef li destkeftiyên me tê xewrin. Jin ji konseyên xwecihî û parlamentoyê hatine dûrxistin. Di jiyana civakê de em rastî gelek zehmetiyan tên. Li herêmên navxweyî jin gelek cihêkariyan dijîn. Şert û merc her ku diçe zehmet dibin û başbûn çênabe. Xizanî duqat bûye. Şikestinek ku bi vê rewşê re hat tê jiyin. Lê belê jinên Tûnisê dest ji jiyana azad û demokratîk bernedaye. Ji bo em destkeftiyên xwe biparêzin û mafên xwe bi dest bixin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘Dewleta tirk sûcên şer dike’

Jannat Kadachî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin rastî êrîşên dagirker û komên çekdar tên. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin rastî komkujî, rev, êrîşên tecawizê tên lê belê dagirkerî û binpêkirinên mafan bi awayekî bi zanebûn di ragihandinê de nayên teyîsandin. Jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî sûcên dijmirovî tên. Dewleta tirk sûcên şer dike û divê ji vê berpirsyar were dîtin. Di vê mijarê de rêxistinên navneteweyî gelek lawaz e.”

‘Em bi jinan re di nava piştevaniyê de ne’

Jannat Kadachî bi bîr xist ku divê civaka navneteweyî li dijî binpêkirinên mafan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêdengiya xwe xira bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke Tûnisê em bi jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava piştevaniyê de ne û em bûyerên tundiyê ji bîr nakin. Li aliyê din li ber çavê cîhanê jinên Filistîn û Xezayê, li ber kamerayan tên qetilkirin. Di navbera komele û rêxistinên Tûnis û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de divê koordînasyonên jinan werin avakirin. Hişyarkirina femînîstên Tûnisê der barê rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de girîng e. Weke jin divê em sînoran derbas bikin û dengê jinan bilind bikin.”