DAIŞ li Hamayê agir berda malekî zarokek qetil kir

Di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî gundê Resm El Betne yê navçeya El Sahn a Hemayê de ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, zarokek hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞ`ê bi şev bi ser gundê Resm El Betne yê navçeya El Sahn a Hemayê de ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye de girtine, 6 mal şewitandine, 2 wesayîd û traktorek tije pez dizîne. Di êrîşê de zêdetirî 200 serî pez jî telef bûn.

‘Ji serê salê ve êrîşên DAIŞ`ê zêde bûne’

SOHR`ê da zanîn ku ji destpêka sala 2024`an ve li çolistana Sûriyeyê 59 kes di 22 êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hatine kuştin ku 2 jê sivîl in û 52 leşkerên hikumeta Şamê ne, 5 jî çeteyên DAIŞ`ê ne. Piraniya êrîşan li çolistana Humsê û Dêrazorê pêk hatine.