Jinên Ereb û Ermen: Hedefgirtina Feryal hedefgirtina îradeya jina azad e

Pêkhateyên Ereb û Ermen tekez kirin ku hedefgirtina têkoşer Feryal Silêman Xalid hedefgirtina îradeya jina azad e û xwestin ku li hemberî vê komkujiyê ji aliyê jinan ve helwestek xurt bê nîşandan û berpirs bên cezakirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Siyasetmeder Feryal Silêman Xalid 18'ê Çileyê li Kerkûkê li ber dibistanekê di encama sûîqestekê de ji aliyê dewleta tirk hate qetilkirin.Têkoşer û pêşenga têkoşîna azadiya jinê Feryal Silêman Xalid li pey xwe keda 31 salan hişt. Pêkhateyên Hesekê yên Ereb û Ermen soza şopandina doza wê dan anîn ziman ku hedefgirtina Feryal Silêman Xalid hedefgirtina îradeya jina azad e.

Ji pêkhateyên Ereb Hiba Elî da zanîn ku pêşxistina jinan di milê zanistî de tirs di dilê hêzên desthildar de daye avakirin û wiha got: “Şehîd Feryal ji bo ku em jiyanek azad, demokratîk û rast jiyan bikin jiyana xwe da. Zanist û birdoziya ku şehîd Feryal da pêşiya me rê li azadiya me vekir. Deskeftiyên ku şoreşa jin bi dest xist bi keda şehîd Sakîne, Nagîhan, Feryal û Bêrîtanan pêk hatiye. Êrîşên dewleta Tirk li ser pêşengên şoreşê ji ber ku dizanin ku jinên pêşeng ew dihêlin, em gavên serkeftî bavêjin lewma êrîşan pêk tîne. Ev êrîş jî jinên zana, siyasetmedar, pêşeng hedef dike da ku li peyî xwe artêşek jinên zane neyê avakirin ji ber ku sîstema dewletê her ji zanebûna jinan bi tirs û fikar e.”

‘Bi felsefeya ku da me jinên Ereb xwe birêxistin kirin’

Hiba Elî wiha axaftina xwe domand: “Em jin çi Kurd, Ereb, Suryan û Ermen be em hemû dîrokek me heye lê nehatiye nivisandin. Ji ber ku dîroka hatiye pêşkeşkirin bi pênûsa zilam hatiye nivisandin. Têkoşer Feryal û gelek hevalên pêşeng xwestin her pêkhate bizanibe ku tu xwedî dîrok, ziman û çand e. Şehîd Feryal di Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Kombûna Jinên Zenûbiya da avakirin. Bi vê yekê xwest jinên Ereb pêşbikevin ji koletî û bindestî her wiha kevneşopiyê eşîran yê ku jinan difetisîne, xelas bibin. Em wekî jinên Ereb wê weke pêşenga xelasî û pêşketinê dibînin. Ji ber ku bi saya felsefeya ku da pêşiya me îro jinên Ereb xwe birêxistin kirin. Jinên Ereb di sîstema hevserokatî de cih girtin, biryar didin û di qadên siyasî û leşkerî de xwedî rolek mezin in.”

Hiba Elî di dawiya axaftina xwede bang li tevahî jinan kir ku li hemberî planên qirkirinê yê ku li ser jinên pêşeng pêk tên dakevin qadan û helwestên xwe nîşan bidin.

Kkomployea li dijî şehîd Feryal dewama komploya 9’ê Çileyê ye’

Marî Erdimyan a yek ji pêkhetyên Ermen e diyar kir ku li dijî têkoşîna azadî û berxwedaniyê komployek qirêj tê meşandin û wiha got: “Hedefgirtina Şehîd Feryal dewama komploya 9’ê Çileyê ye.  Çawa sê jinên pêşeng li Parîsê hatin qetilkirin, îro jî şehadeta Feryal dewama komployê ye. Ji dîrokê ve heya roja îro jinên pêşeng û zane tên hedefgirtin. Ji ber ku hêzên desthilatdar yê ku hişmendiya mêr esas digrin xeterî li ser hebûna xwe dibînin. Lewma bi rengekî hov êrîş pêk tînin da ku civakek zane neyê avakirin. Şehîd Feryal beriya niha li Ermenistanê jî ji bo azadiya jinên Ermen kar û xebat da meşandin. Şehîd Feryal ji bo tevahî jinan kar da meşandin. Ji bo wê erka hemû jinan e ku rêka wê bişopînin û banga cezakirina kesên ku destê wî di vê bûyera Kerkûkê de hebe, were kirin.”