Jinên li kampa Waşokanî dijîn: Em dixwazin vegerin malên xwe

Jinên kampa Waşokanî bal kişandin ser zehmetiyên ku bi taybet di mehên zivistanê de dijîn ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta Tirk ku karibin vegerin malên xwe banga saziyên navneteweyî kirin.

DELAL REMEZAN

Hesekê - Bajarê Serêkaniyê di sala 2019’an ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî hat dagirkirin. Piştî dagirkeriyê bi hezaran kes di nav de jin û zarok derbasî kampa Waşokanî bûn. Kamp ji kantona Hesekê 12 kîlometre dûr e. Ji ber êrîşên dewleta Tirk yên berdevam hejmara koçberên kampê her diçe zêde dibe.

‘Çareseriyekê radîkal pêwîst dike’

Malak Al-Saleh a ku di kampê de dijî destnîşan kir ku taybet di zivistanê de jiyana kampê zehmetir dibe û wiha got: “Konên heyî edî kevin bûye. Di rewşên avarte de hinek kon tên guhertin û ji bo baran nekeve hundir hinek tedbir tên girtin. Pêdîvî heye ku hemû kon were guhertin lê ji ber rewşa madî û alîkariya kêm em nikarin biguherin. Her sal ji ber kanalîzasyon xera dibe, bes em nizanin sedema wê çiye. Divê êdî êşên koçberên kampê sivik bikin û çareseriyekê radîkal peyda bikin. Berî her tiştî divê kon werin guhertin, pirskirêka kanalîzasyonê bê çareserkirin, ji bo pirskirêkên tendirûstiyê ji hemû malbatan re alîkariya tibî bê kirin. Divê rêxistinên navdewletî û mirovahî rewşa koçberan lîkolîn bikin, piştgiriyek baştir ji wan re peyda bikin û vegera wan bi ewle misoger bikin.”

‘Divê zext li dewleta Tirk bê kirin ku ji axa me derkeve’

Sarah Al-Khader  ji gundê Al-Manajir ya Serêkanîyê anî ziman ku 5 sal in li kampê dijî û wiha got: “Di destpêkê de her tişt dan lê bi demê re alîkarî kêm bû û aniha di şertên pir dijwar de dijîn. Ji ber zivistan û baranê konên me xera bûne. Em dixwazin di demek nêz de wegerin xak û malên xwe.”

Rehan Sheikhi ya ji Serêkanîyê ye ku ji ber êrişên dewleta Tirk neçar maye bajarê xwe biterikîne wiha got: “Di kampê de mahremiyet tune ye. Di konek de ji malbetek 5 û hîn zêdetir dimînin û binê konan pir sar e.  Ji her derê ba dikeve konê. Piranî konên me kevnin divê were çêkirin. Ji avabûna kampê heya îro tu guhertin çêne bû. Divê civaka navneteweyî zextê li dewleta Tirk bike da ku ji axa me derkeve û gel bi ewle vegerin malên xwe.”

Yek ji jinan Hêlîn Muhammed jî got: "Em li kampê ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bê par in. Hewa sar e, ava baranê dikeve kon û ji van şert û mercên jiyanê yên herî zêde zirarê dibînin jin in. Em daxwaz dikin ku em vegerin malên xwe û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk were. Em hêvî dikin ku em weke berê li ser axa xwe jiyana xwe bidomînin."