Hejmara cenazeyên li peravên Antalya hatin dîtin bû 5

Li peravên Antalyayê di 4 rojan de 5 cenaze hatin dîtin. Ji cenazeyên ku birine saziya Tiba Edlî hat tesbîtkirin ku tenê yek jê jin e ên din zarok in.

Navenda Nûçeyan- Li taxa Çenger a navçeya Manavgata Antalyayê duh di saet 13:00’an li peravê cenazeyek hat dîtin. Piştî ku agahî dan leşkeriyê, tîmên ewlehiya peravê û tendirustiyê sewqî cihê bûyerê kirin. Cenazeyên ku li ser wan nasname derneket û zayend nehat zanîn, piştî lêkolîna yekem şandin Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.

Du cenazeyên din jî hatin dîtin

Piştî nîv saet di ser bûyerê re derbas bû, îxbar hat ku li beravên taxa Denîzkent a 40 kîlometre ji taxa Çenger dûr e cenazeyek hatiye dîtin. Tîma ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, careke din cenazeyê ku li ser tu nasname derneket û zayend tesbît nebû şandin Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.

Li perava taxa Kadriya ya navçeya Serîkê, li ser dîtina cenazeyê jinekê, hemwelatiyan agahî dan erkdaran. Tîma ku hat cihê bûyerê, cenazeyê jinê birin Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê. Li ser îhtîmala ku ev cenaze aîdî Merve Şevval Elmas a 18 salî ye ku beriya 12 rojan li Antalyayê winda bûbû, biryar dan ku ji malbatê testa DNA’yê bigrin.

5 cenaze li peravê ketin

Li perava taxa Çenger a Manavgatê, di sibeha 17’ê Çileyê roja Çarşemê de, pişt dîtina cenazeyê ku zayenda wê nehat zanîn, di heman rojê de li perava Konakliyê cenazeyê zarokek ku ji navtengê jortir tunebû hatibû dîtin. Li peravên Serîk, Manavgat û Alanyayê bi giştî di mesafeya 73 kîlometre de di 4 rojan de hejmara cenazeyên ku hatine dîtin bû.

Der barê cenazeyan de tu daxuyaniyek nehat dayîn

Kesê bi navê Alp Kilinc beriya çend rojan li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev agahî parve kiribû: “Bi rojan e tevî ku ez dibêjim, nehat rojevê, îro cenazeyek din hat dîtin. Kes vê yekê cidî nagire lê belê ev bi rojan e cenazeyên ku ser û destên wan tune ne û perçeyên bedenên zarokan tên dîtin. Di 17’ê Çileyê de li Perava Manavgatê cenazeyek ku serî û destek pê ve tunebû hat dîtin. Piştî rojekê li Alanyayê cenazeyek ku ji navtengê û jor ve tunebû, zarokek keç a 10 salî li hat tesbîtkirin. Di 4 rojan de 5 cenaze dîtin ne bûyerek normal e. Ev tenê yên ku em dizanin… Ji derveyî welat piştî ku bûyera Apstein hat teqandin, li welatê me tu serokên partiyên siyasî yan jî rojnamevan der barê vê majarê de tu daxuyanî û nivîsek nenivîsîn. Ez nizanim ev mijar eleqeya xwe bi van mijaran re heye yan na. Çima piştî bûyera Epstein li derdora peravan cenaze hatin dîtin?”

Alp Kilinc piştî ku der barê bûyerê de nûçe hatin weşandin wiha got: “Saziyên weşanê dest bi weşandina nûçeyan kirin. Dema min dît ez gelek kêfxweş bûm. Ez di wê hêviyê de me di demek kin de ji aliyên peywendîdar û siyasî ve daxuyaniyek were dayîn.”