Malbata Şenyaşar: Ev hewildanên dawi yên desthilatê ne
Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 764’a de ye. Malbata Şenyaşar bertek nîşanî binçavkirina 110 kesan da û got: “Ev hewildanên dawî yên desthilatê ne.”
Riha – Li Pirsûsa Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît ê di êrîşê de birîndar bûbû, di roja xwe ya 764’an de didome.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û pêşiya pankarta “Edalet ji bo Malbata Şenyaşar” dest bi nobeta xwe kirin.
‘Em ê bi hev re serbikevin’
Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî binçavkirina 110 kesan li 21 bajaran da û diyar kir ku îktîdar hewl dide di nava civakê de bê aramiyê ava bike û got: “Rojnamegerên ku rastiyê dinivîsin, parêzerên ku mafan diparêzin û siyasetmedarên ku hewil didin pêşerojeke xweşik bo Tirkiyeyê ava bikin, îro hatin binçavkirin. Ev hewildan, hewildanên desthilatê yên dawî ne ku li ber têkçûnê ye. Em hewil didin edalet û demokrasiyê bînin Tirkiyê û dê têkoşîna me serbikeve. Dê edalet û aramî bê Tirkiyê. Tekane rêya vê jî bi guherandina desthilatê dibe. Em ê bi hev re biguherînin û bi hev re serbikevin.”