Li Mexmûrê li dijî tecrîdê çalakiya nobetê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 34’emîn didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 34’emîn didome.

Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 33’emîn Sedûn Aloşî axivî.

Sedûn Aloşî di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û diyar kir ku divê saziyên ku mafên mirovan diparêzin demildest bi erka xwe rabin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nav tevger û hewldanan.

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.