Li Şengalê çalakiyên li dijî Komkujiya Parîsê didomin

Jinên têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, li Şengalê hatin bibîr anîn.

Şengal - Di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirênera PKK’ê û pêşenga têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê sîxurên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Hersê jinên şoreşger di 11’emîn salvegera xwe de li gundê Dîgure ya girêdayî Şengalê hatin bibîr anîn.

Çalakiya bibîr anînê bi yek deqe rêzgirtin destpê kir. Paşê Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico axivî. Riham Hico pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne, Leyla û Fîdan bibîr anî û wiha got: “Mixabin me weke civaka Êzidî Şehîd Sara nedît, lê em tev jî dizanin ku rêhevalên şehît Sara ev tekoşîn bi me dan naskirin. Me bi saya Rêber Apo û şervanên azadiyê şehîd Sara û rêhevalên wê naskir û heman demê ked û xwêdana wê ya ji bo azadiya jin û civakê naskir. Dijminên mirovahiyê her tim dixwazin ku jin û civakê dilbigirin. Lê bi ronahiya Rêber Apo û tekoşîna şehîd Sara û bi hezaran şehîdên din îro li tevahî cîhanê jin û civak li dijî aqilê mêr û dewletê têdikoşîn. Ji bo wê pergala mêrsalarî her ku rubi ruyê qelsiya xwe tê êrişê pêşengên jiyana azad dike. Emê li dijî aqilê ku jiyanê dikuje şer bikin û weke Sarayan emê tevahî kêliyên jiyana xwe bikin şerê ji bo azadiyê”

‘Rêxistinbûna me keda heval Sara ye’

Rîham Hico di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ger îro em bune xwedî tevger û rêxistin bi keda nexşerêya azadiyê ya ku heval Sara diyarî me kiriye. Keda ku heval Sara ji despêka tevgera azadiyê de ji bo tevahî jin û gelên bindest daye îro buye sedem ku weke civaka Êzidî em xwe birêxistin bikin û xwe birêve bibin weke jin ger îro li Şengalê em tekoşîna azadiya jin û civaka xwe didin meşadin bi keda şehîdên weke heval Sara, Rojbîn, Ronahî û Evîn Goyî ne. Rêya xwedî derketina li şehîdan wê tenê bi xwe rêxistin kirin û pêkanîna xeyalên şehîdan be. Ji bo wê çi dibe bila bibe em ê ji bo jiyana azad û bihevre jiyana weke hev ya gelan têbikoşîn.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Besê Xelef a beşdarî çalakiya bibîr anînê bû wiha hestê xwe anî ziman: “Weke jinên Êzidî em ê bi bûyîna xwedî fikrên azadiyê xeyalên şehîd Sara pêkbînin û bi vê awayî wê xwedî li keda wê derbikevin.”

Tewrê Borik jî da diyar kirin ku ew wê bi tekoşîna xwe li dijî dijminên jin û jiyanê têbikoşîn û jiyana azad û demokratîk sazbikin.