Li Îranê êrîşên kîmyewî li dijî dibistanan didomin
Tevî çalakiyên malbatan û berteka tund a çalakvanên sivîl û siyasî ya li dijî jehrîkirina xwendekaran jî êrîşên kîmyewî yên li dijî dibistanan berdewam dikin.
Navenda Nûçeyan- Îro çend dibistanên din ên Kirmaşan û Tahranê bûn hedefa êrîşên kîmyewî û di encama êrîşê de xwendekar bi awayekî giran bi jehrê ketin.
Li gorî wêneyên ji aliyê dibistana Ghodusî ya bajarê Kirmaşan ve hatin belavkirin, dibistana Avînî û dibistana Mehdieh a Tahranê bûn hedefa êrîşên kîmyewî û gelek xwendekar bi jehrê ketin, rakirin nexweşxaneyê.
Tê gotin ku mudurê dibistana Mehdî ketina xwendekaran a dibistanê asteng kiriye, sûcdariya jehrîkirina xwendekaran red kiriye û diyar kiriye ku bêhna nexweş ji ber rîşkirina daran e.