Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em jibîr nakin û efû nakin

Kombûna Jinan a Zenûbiyayê têkildarî Yekemîn Komkujiya Parîsê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em qet ji bîr nakin û efû nakin. Emê bi şev û roj bi hemû enerjiya xwe bixebitin ta hesab ji kujerên komkujiyê bê pirsîn."

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiyayê bi boneya salvegera 11’an a komkujiya yekemîn a Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de di kesayeta Sakîne Cansiz û hevalên wê de tevahî pakrewanên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn û soza şopandina xeta wan û parastina destkeftiyên jinan hat dayîn.

‘Bi hezaran jin li ser şopa Sakîne û havalên wê ne’

Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna Sakîne Cansiz kir û wiha got: "Şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz bi têkoşîna xwe ya li beramberî dagirkeran û celadên wê mohra xwe li rûpelên dîroka mirovahiyê xist. Şehîd Sakîne Cansiz îsbat kir ku jina azad hêza rasteqîn e ya ku dê hêza dagirkeran têk bibe û dawî li hebûna wan bîne. Dewleta Tirk bi qetilkirina her sê jinên pêşeng xwest peyamek zelal bide tevahî jinên têkoşer ên ku li ser xeta wan bitirsîne. Lê ev peyam îsrara têkoşînê zêdetir kir, bi hezaran jinan rêwîtiya têkoşîna şehîd Sakîne û hevalên wê ya li beramberî dewleta Tirk û siyasetên wê yên faşîst didomînin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku “Jin dê bi hevgirtin û yekitiya xwe li beramberî planên dewleta Tirk a dagirker rawestin” û bang li civatan kir ku zextê li dewleta Fransayê bike da ku her dû komkujiyên Parîsê ronî bike û hesab ji kujeran bipirse.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em qet ji bîr nakin û efû nakin. Emê bi şev û roj bi hemû enerjiya xwe bixebitin ta hesab ji kujerên komkujiyê bê pirsîn."