Jin ji ber qutbûna avê zehmetiyan dikşînin

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ya destpêka îsal li ser binesaziya Kantona Cizîrê, hîna jî jinên li gundê Beynadûr êşên wê dikşînin. Jinan diyarkirin ku ji ber qutkirina kehrebê, avê û bilindbûna pileyên germê nikarin çandiniyê bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo - Destpêka sala 2024’an dewleta Tirk a êrişî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, bi hedefgirtina bînesaziya kantona Cizîrê re pêdiviyên jiyanê ên sereke gelek ziyan dîtin. Zehmetiyên  wan êrişan yên bi xwe re anîn hê jî berdewam dike, hîn jî pirskirêka kehrebê û avê tê jiyîn. Di nav van derfetên kêm de jî, bilindbûna pileyên germê zehmetyan di qat dike.  

Jinên gundê Beyandûr a girêdayî bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî qutbûna kehrebê, avê û ew zehmetiyên ku dijîn ji ajansa mere  axivîn.

‘Em nikarin di mala xwe de çandiniyê bikin’

Etiya Şêxmûs ku ji gundê Beyandûr a girêdayî bajarê Qamişlo ya herama Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, diyarkir ku ji ber êrişên dewleta Tirk yên destpêka salê pêkhatî heta rojî îro zehmetiyên wê dikşînin û wiha got: “Sala borî kehrebe baş bû, di werzê havînê de me her cûreyên sebzeyan diçand û pê dibara xwe dikir. Lê îsal, piştî êrîşên deweleta Tirk ser binesaziya herêma me, bû sedemê qutbûna kehrebeyê. Av jî bi kehrebeyê ve girêdayî ye, ji ber wê jî av jî li ser me qût bû, ava meya vexwarinê tune ye, bi rojan av nayê. Ji ber bilindbûna pileyên germê û qutbûna avê em nikarin di hewşên mala xwe de çandiniyê bikin. Nêzî 80 mal di gund de hene, piraniya malbatan îsal sebze û şînkatî di hewşên malên xwe de neçandine, ji ber ku hem av tune ye û hem jî pileyên germê bilind in.”

‘Ji ber dewleta Tirk av qut kiriye çemê gund êdî naherike’

Cemîla Kendî jî ji gundê Beyandûre  bal kişan ser qutkirina ava çemê wan û wiha got: “Gundê me bi bereket e, lê ji destpêka Şoreşa Rojava ve, dewleta Tirk av li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qut kiriye, ev çend sal e çemê gund jî naherike, ev jî zehmetiyên me zêdetir dike. Ji ber qutbûna kehrebe  û avê, em neçar man sîstema enerjiya tavê ji bo xwe danin. Malbatên ku derfetên wan hebin, sîstema kehrebeyê weke alternetîf bi kar tînin. Li aliyê din, malbatên ku derfetên wan ên maddî tune bin, zehmetiyên wan hîn zêdetir dibin û neçar dimînin ku avê bikirin an jî ji cîranên xwe avê bixwazin.”