Ji Kongra Star rapora 5 salên dagirkirina Efrînê û koçberên Efrînê
Navenda Agahiyan a Kongra Star li ser rewşa koçberên Efrînê ku ev 5 salin li Şehbayê di kampanda dijîn raporek amadekir û parve kir.
Qamişlo- Herêma Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta tirk ve hate dagirkirin û gelê resen ên Efrînê neçar man ku koçber bibin û gel berê xwe da Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û niha gel di kampên ku li Şehbayê hatine avakirin de dijîn.
Têkildarî koçberî, zehmetî û êş û azarên ku jin û zarokên Efrînê yên koçber bûne dijîn, Navenda Agahiyan a Kongra Star di dirêjihiya 5 salên koçberiyê de çi hatiye jiyîn raporek amadekirin û têde rewşa rêbaz, tecrîdkirina Şehba, piştî erdhejê rewşa gel, êrîşên berdewam dikin, nirxandina anket, xizaniya ji ber şert û mercên li kampan bandore li tenduristiyê dike, rewşa tenduristiyê, ambargo, nebûna dezgehên tenduristiyê, barê derûnî li ser jinê vekolandin û ji raya giştî re parve kirin.
Rapora ku hatiye parve kirin wiha ye:
“Rewşa tenduristiyê piştî 5 salên koçberiyê Raporek li ser rewşa tenduristiyê ya jin û zarokan li kampên koçberên Şehbayê, ev rapor rewşa tenduristî û aborî ya koçberên Efrînê yên ku li pênc kampên cuda yên penaberan li herêma Şehba dijîn vedikole û terkîsa xwe dide ser jin û zarok. Em weke Kongra Star tevgera jinan a li Rojava pêşketinên civakî yên li herêmê dişopînin. Ofîsên me li seranserê Rojava hene û her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkiliyên me hene ku ji bo şopandina rewşê û berhevkirina daneyan alîkariya me dikin. Ev agahiyên di vê raporê de ji hêla Navenda Agahiyan a Kongra Star ve têne berhev kirin û analîz kirin. Em rewşa kampên penaberan ên Şehba bi fikariyeke mezin dişopînin. Di vê raporê de em li ser bandorên rewşê yên li ser tenduristî a jinan ronî dikin.
Rapor bale dikişîne li ser tenduristiya jin û zarokan
Ev rapor li ser bingeha anketên ku Navenda Agahiyan a Kongra Star li her pênç kampên penaberan ên Şehbayê ji 500 malbatên ku di konan de dijîn hatiye çêkirin. Di pirsnameyê de li ser rewşa tenduristî û aborî bi giranî li ser jin û zarokan hate sekinandin. Me di tevgerê de pir zehmetî jiyan kir, ji ber dorpêçkirina ji aliyê rejîma Sûriyê ku peydakirina sotemeniyê li Herêma Şehbayê zehmet bû. Ev yek bû sedem ku em nikaribin gelek caran biçin kampan ji ber wê yekê me tenê karî 500 anketan bikin, ruxmê ku armanca me ya destpêkê 1000 bûn. Piştî nirxandina anketê û çavdêriya kampan, ev rapor bale dikişîne li ser rewşa tenduristiya jin û zarokan.
300 hezar kes ji Efrînê koçber bûn
Piştî adara 2018’an herêma Efrînê ji aliyê dewleta tirk û hevalbendên wê ve hate dagirkirin, derdora 300 hezar kes ku nivê tevahiya gelê Efrînê ye, koçber bûn. Piraniya wan, nêzîkî 157,000 kes, niha li herêma Şehba ya nêzîkî Efrînê dijîn, zêdeyî 10 hezar li kampên koçberan dijîn. Herêma Şehba di navbera bajarên Minbic, El Bab, Ezaz, Semann, Ceablus û Til Rifat de ye. Şehba ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vet ê bi rê ve birin û koçberên ku ji cih û warên xwe bûne, kêm bal,piştgiriyeke navdewletî werdigirin, herêm û Rêveberiya Xweser neçar dimînin ku li ber xwe bidin. 5 kampên penaberan li herêmê li cihên cuda hene, nave wan kampa Efrîn, Serdem, Şehba, Berxwedan û Veger e.
Tecrîda li ser Şehba
Herêma Şehba ji herêmên din ên Rêveberiya Xweser veqetandî ye û ji aliyê herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de yan jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên cîhadî ve hatine dagirkirin dorpêçkirî ye. Ji ber vê rewşa erdnîgarî û ji ber ku hikûmeta Şamê rêyên di navbera Şehba û herêmên din ên Rêveberiya Xweser de kontrol dike û ambargoyeke tund li ser herêmê sepandiye, gihandina kelûpel, alîkarî û dermanan ji herêmê re ne pêkan e. Ev dibe sedema kêmbûna derman û her wiha gelek pêdiviyên din li kampên penaberan.
Piştî erdhejê
Erdheja 6’ê Sibata 2023’an li Tirkiye, Kurdistan û Sûriyeyê bandor li Şehba û Helebê jî kir. Bi taybetî li Helebê gelek avahiyên ku ji ber şer û bombebarana berê zirar dîtine, hilweşiyan. Piştî erdhejê 205 malbatên ji Helebê (ku di sala 2018 an de ji Efrînê koçber bûn) xwe spartin Şehba û biryar dan ku di konên Şehbayê de bimînin û li wir ji aliyê Meclîsa Penaberan ve bi awayekî vekirî hatin pêşwazîkirin. Piştî erdhejê jî, hikûmeta Şamê ambargoya tund ranekir û sivik nekir, gihandina sotemenî, alîkarî û dermanan asteng kir. Ji ber vê yekê, di vê dema krîtîk de bi rojan radestkirina alîkariyê rawestiya.
Êrîşên berdewam li ser Şehba
Herêma Şehba ji dema dagirkirina Efrînê û vir ve her roj rastî topbaran û bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê tê. Gelên ku ji ber terora dagirkeriyê koçberî Şehba bûn 5 salên derbasbûyî her roj bi terora dewleta tirk re rû bi rû dimînin.
Nirxandina anketê
Pirsnameyên ku me çêkirine, pirsên derbarê derfetên aborî yên li kampan û derdora wê, rewşa tenduristiyê û derfetên di warê tenduristiyê de li kampan û derdora wê û nirxandina derfetên perwerdeyê hene. Hema bêje hemû jinên beşdarî anketê bûne bi pênc kesan an zêdetir di konan de dijîn. Hemû jinên ku bersiv dan dayikên pir zarokan bûn û di hin rewşan de dapîr û dapîr bi wan re dijiyan. Tê zanîn ku şert û mercên nebaş ên aborî an jî hejarî bandorek neyînî li ser tenduristiyê dike, ji ber vê yekê ji bo me girîng bû ku em derfetên aborî girêdayî rewşa tenduristiyê lêkolîn bikin.
Xizanî ji ber şert û mercên li kampan bandorê li tenduristiyê dike
Nêzîkî ji sedî 80 ji jinên ku hevpeyivîn pêk anîne diyar kirin ku kêmbûna derfetên kar li kampan û derdora wê heye, ev jî rewşa aborî xirabtir dike û gelek caran jinan girêdayî hevjînên xwe dike. Piraniya hevjînên jinên ku hevpeyvîn hatine kirin, di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin, derfetên din ên kar li herêmê pir kêm in.
Me pirs kir ku çend caran beşdaran ji ber sedemên aborî tevî ku nexweş bûn nekarîn biçin bijîşk. Bersivan bandorek rewşa aborî li ser tenduristiyê nîşan dide. Ji sedî 82 ji beşdaran diyar kirin ku tevî nexweşiyan gelek caran ji ber sedemên aborî neçûne gel bijîşk. Ji sedî 10,4 ji beşdaran diyar kirin ku ew çend caran neçûne bijîşk û ji sedî 2,4 ji beşdaran jî diyar kirin ku ew herî kêm carekê neçûne bijîşk. Di heman demê de, dema ku me pirs kir ku ew difikirin gelo xwarina berdest hevseng û ji hêla vîtamînan ve dewlemend e, hemî bi neyînî bersiv dan. Tevî ku rêveberiya kampê xwarinê li şêniyên kampê belav dike jî, ew gelekî yekalî ye. Di hin rewşan de jinên ku hevpeyivîn pêk anîne diyar kirin ku ew car caran xwarinên belavkirî difroşin da ku cureyên xwarinên din, şîr û potikê zarokan bikirin. Weke ku di hevpeyvîn û encamên anketê de jî diyar dibe, xizaniya ku ji ber nebûna derfetên kar pêk tê, bandorê li tenduristiya jinan dike. Her wiha rewşa wan a aborî ne baş e ku xwarinek hevseng bixwin û nahêle ku alîkariya bijîşkî bigerin û tenduristiya wan hîn bêtir xirabtir dibe.
Rewşa tenduristiyê
Koçberbuyîn bi serê xwe tiştekî pir trawmatîk e, ku dikare bibe sedema stresa psîkolojîk û paşê bandorê tenduristiyê bike. Di rapora me ya der barê jiberkirina zarokan a di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de û reva ku di sala 2020’an de pêk hat de, me destnîşan kir ku ji ber kêmbûna çavkaniyên aborî, kêmbûna navendên tenduristiyê û beriya her tiştî stresa derûnî ya ji ber revîn û jiyana li kampan bandor li tenduristiya jinan kiriye
Embargo
Şert û mercên kampan û ambargoya rejîma Sûriyê sedemên sereke yên xirabûna rewşa tenduristiyê ne. Li herêmê hewayê havînên pir gerim û zivistan gelek sare. Ji bo vê jî klîma di havînê de û sobe li zivistanê lazimin, lê ji ber ku hêzên rêjîmê bi nûnertiya Firqeya çaran, rê nade anîna keresteyên bingehîn û sotemeniyê, kehreba pêwîst ji bo van amûran çênabe û azar her diçe girantir dibe. Pîrika Nexweşxaneya Avrîn a Şehbayê Ezdîhar Naza jî diyar kir ku ji ber ambargoyê zehmetiyan dikişînin. Di axaftina xwe de wiha got: “Niha em dibînin ku jinên ducanî yên bi hepatît B û C zêde bûne. Dema ku jinên ducanî yên bi hepatît B û C têne nexweşxanê, ji ber ku em nikarin dermanan bi dest bixin ji tedawiya wan divê em wan bişînin Helebê, lê rêbendên kontrolê yên rejîmê gelek caran destûra derbasbûyîn nadin me. Di bûyerekê de jineke ducanî ya 39 salî jiyana xwe ji dest da, ji ber ku me nekarî em wê bigihînin Helebê û derfetên me tunebûn ku em wê li vir derman bikin. Ev yek gelek zahmet bû ji bo me.” Her wiha di derbarê kêmbûna dermanan a ji ber ambargoyê de wiha got: “Em pirskirêkek mezin a kêmbûna dermanan jiyan dikin, ji ber wê jî eger em dermanan ji bo nexweşa binivîsin jî dibe ku nikaribin wan bikirin.”
Derman ji aliyê Rejîma Sûriyê ve tên desteserkirin
Ji ber ambargoya rejîma Sûriyê jî kirîna dermanan pirsgirêkeke din a mezin e. Li Şehbayê nexweşxaneyek heye û Heyva Sor a Kurd jî di kampan de amade ye, lê derfetê wan a bidestxistina dermanan kêm e. Gelek kes neçar in ku li Helebê dermanên biha bikirin û bi qaçaxî derbasî Şehba bikin. Hin jinan diyar kirin ku li nuqteyên kontrolê lêgerîn li wan tê kirin û eger derman û dermanên êşê jî di nav de bên dîtin ji aliyê hêzên rejîmê ve tên desteserkirin.
Nebûna dezgehên tenduristiyê
Nebûna dezgehên tenduristiyê ji bo penaber û şêniyên Şehbayê pirsgirêkek giran e. Bi taybetî navendên tenduristiyê yên ku li ser zarok an jinan pispor in kêm in. Jin neçar in ku biçin Helebê da ku ji bo ducanî û jidayikbûnê bigihîjin lênihêrîna tenduristiyê. Li wir gelek caran ji jinan re tê şîret kirin ku bi sezaran welidînin, her çend ev ne hewce be û pir caran xetereyek mezin li ser jin û zarokê çêdike. Lê belê, ji ber ku di derbarê rêbazên cûda de perwerdehiyek hindik heye, jin pir caran vê rêyê hildibijêrin. Ji bo hînbûn û dermankirina jin û keçan ji bo pirskirêkên wan ên taybetî yên tenduristiyê pêdivî bi saziyan heye.
Gelek astengdar hene
Ezdîhar Naza jî dema ku bi me re axivî, bal kişand ser gelek kêmasiyên di nav derfetên heyî de û got ku li Nexweşxaneya Avrînê di beşa jineolojiyê de tenê odeyek ji bo dermankirin û emeliyatê heye. Ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet şert û mercên kampê pir xerab in. 10% ji malbatên lêkolînkirî di nav malbata wan de astengdar hene. Hemû van malbatan diyar kirin ku ne îmkanê dermankirina pêdiviyên û ne dezgehên ji bo pêdiviyên taybet hene. Xizmetên lênêrîn û dermankirinê ji bo zarokên astengdar li Şehba hewce ne û nebûna wan xizmetguzariyan dibe sedema stres û nexweşiyên derûnî ya zêdetir li ser dê û bav û tevahiya malbatê.
Barê psîkolojîk
Li ser jinan Jinên ku tevlî anketê bûn diyar kirin ku nebûna nepenîtiyê yek ji pirsgirêkên herî mezin ên jiyana wan a rojane ye. Kon pir nêzî hev in, lewra nepenîtiya di navbera malbatên cuda de tune ye û di heman demê de gelek caran zêdetirî 6 kes bi hev re di konekî de dijîn, ev jî dibe sedema tûnebûna nepeniya di nav malbatê de. Hemû jinan diyar kirin ku ev yek zexteke psîkolojîk li ser wan dike û heta dibe sedema depresyonê. Di pirsnameyê de me bi taybetî behsa paqijiyê nekiriye, lê hema hema hemû jinên ku tevlî anket bûn diyar kirine ku rewşa nebaş a paqijiyê û nebûna nepenîtiyê tiştên herî dijwar ên jiyana wan in. Li kampan gelek kes li cihekî girtî dijîn û gelek kes heman tesîsên paqijiyê an jî tuwalet û serşokê bikar tînin.
Herî zêde jin ji rewşê bandor dibin
Şert û mercên paqijiyê û îmkanên paqijiyê ji bo jinan bi taybetî di dema dewreya xwe ya mehane de xwedî girîngiyek taybetî ne. Ruxmî gelek guhertinên di civakê de, dîsa jî berpirsyarê mezinkirina zarokan û birêvebirina malê gelek cara jin in. Jin hemû roj li malê ne, debara zarokan dikin, paqijî û şûştinê dikin. Ji ber vê yekê ji ber nebûna nepenîtiyê, kêm gihandina ava paqij, kêmxwariniya zarokan û nebûna derfetên lîstine ji bo zarok ev ji bo jinan barekî psîkolojîk dike. Jinên ku tevlî anket bûn, diyar kirin ku ew difikirin ku jiyana kampê û şert û mercên hatine dayîn bandorek neyînî li ser zarokan dike. Hesta jinan ku nikaribin zarokên xwe baş perwerde bikin dibe çavkaniya stresa derûnî ya zêde. Hemî jinên ku tevlî anket bûn diyar kirin ku kêmbûna xwarina zarokan heye û ji %80ê jinan diyar kirin ku ji hêla psîkolojîk ve stres e ku ew nikarin bi rêkûpêk xwarinê bidin zarokên xwe an jî pêlîstok û derfetên lîstikan bidin wan.
Encam
Koçberên ji Efrînê di kampên penaberan de dijîn û rewşa wan ya tenduristiyê nebaş bi demê re xirabtir dibe, nemaze ji bo jin û zarokan. Hem şert û mercên jiyana kampê û hem jî destwerdana rejîma Sûriyê bandorê li rewşa nebaş a tenduristiyê dike. Ji ber ku gelek mirov li yek cîhê dijîn, xetera belavbûna nexweşiyên vegirtinê yên wekî hepatît, korona, kolera û hwd zêde ye û parastina li hember wan hema hema ne gengaz e.
Rewşa koçberan ji ber ambargoyê xirabtir dibe
Ya duyemîn jî, kêmbûna dermanan yek ji pirsgirêkên herî mezin e, ji bo gelek nexweşiyên wek sil, nexweşiyên dil, şekir û hwd tu derman li Şehba nayê dîtin. Di rewşên awarte de mirov neçar in ku biçin Helebê û deh qatan heqê dermanan bidin û li gel gelek ji niştecihên kampê derfetên aborî ji bo vê yekê tune ne. Heya ku ambargo û dagirkerî bidome, êş û azarên şêniyên Efrînê yên 300 hezar kes dê bidome. Penaber ji kêmbûna derfetên kar û di encamê de xizaniyê dikişînin. Ev şert û merc ji ber ambargoya rejîma Sûriyê xerabtir dibin. Divê civaka navneteweyî cidiyeta rewşa bi hezaran mirovan nas bike: xizanî, tendurustiya xirab û nebûna paqijiya têr. Divê ambargo û dagirkerî bên şermezarkirin.
Ruxmê hemû zehmetiyan daxwaza wan vegera Efrînê ye
Ji aliyekê ve bi hezaran penaber ji aliyê navneteweyî ve tu bal û destek negirtine, li aliyê din jî ji ber ambargoyê destûr nayê dayîn ku piştgirî ji hêla Reveberiya Xweser bê dayîn. Divê civaka navneteweyî giraniya rewşa bi hezaran penaberan nas bike. Divê yekser dawî li ambargo û dagirkerî bê û desteka aborî bê. Bi taybetî derman, navendên tenduristiyê û şert û mercên tenduristiyê yên baştir hewce ne. Hêjayî gotinê ye ku tevî van hemû êşan û şert û mercên xerab ên ku mirov tê de dijîn, dema ku me pirs kir ku di vê rewşê de hêviya siberojê wan çîye, bê îstîsna hemûyan gotin ku ew hêvî dikin ku di demeke nêz de vegerin Efrînê û dagirkeriya dewleta Tirk dawî bibe û ew ê karibin di nava ewlehî, aramî û aştiyê de bijîn. Yekane çareserî ji pirsgirêkên ku rû didin, vekişîna dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê û bidawîkirina dagirkeriyê ye.”