Ji bo Sûdanê hişyariya 'xetereya biyolojîk'

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku yek ji aliyên pevçûnê laboratuvara tenduristiya gel a li Xartûm a paytexta Sûdanê dagir kiriye û hişyariya ‘xetereya biyolojîk’ da.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên çekdarî yên di navbera artêşa Sûdanê û hêzên paramîlîter Hêzên Piştgiriya Lez de ku sibeha 15’ê Nîsanê li bajarê Xartûm û bajarên din ên paytexta welatê Sûdanê ya Bakurê Afrîkayê dest pê kir, didome.

Heya niha 460 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Sûdanê di şer û pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lez yên di 15'ê Nîsanê de dest pê kir de, heta niha 460 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di pevçûnên li 11 eyaletan de 4 hezar û 63 kes jî birîndar bûn. Ji bo şopandina birîndar, mirin û bandorên din ên pevçûnan li hemû eyaletan xebat tê meşandin.

Girtî fîrar kirin

Li aliyê din hat hînbûn ku li 4 girtîgehên paytext Xartûmê girtî fîrar kirine. Hate îddîakirin ku di nav kesên ku reviyane de Serokomarê xistî Omer el-Beşîr ku bi sûcdariya "qirkirin û sûcê şer" dihat sûcdarkirin jî heye. Dimenên mehkûmên cilên yek reng ên li kolanên girtîgeh cih digrin dimeşin, di medyaya dijîtal de hat parve kirin.

Ji bo rawestandina pevçûnan pêşketin nîne

Serokê Delegasyona Sûdanê ya Federasyona Civakên Xaça Sor û Heyva Sor a Navneteweyî (IFRC) Farîd Aiywarî ku bi awayekî serhel beşdarî civîna çapemeniyê ya heftane ya ku bi moderatoriya Berdevka Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî Alessandra Vellucci ve hat li dar xistin bû, diyar kir ku ji bo rawestandina pevçûnan pêşketineke baş nîne.

'Xelaya xurek, av, derman û sotemeniyê didome’

Farîd Aiywarî bi gotina "Wek pirsgirêka sereke xelata xurek, av, derman û sotemeniyê didome. Bihayên derman, veguhestin û xurekê jî di astek bilind de zêde bû” û got ku IFRC rewşê ji nêz ve dişopîne. Ferîd Aiywarî diyar kir ku ew ê bi Heyva Sor a Sûdanê re hevkariya xwe berdewam bikin û agahiya zêdetirî 40 hezar dilxwazên ku di warê tenduristî û piştgiriya derûnî de alîkariyên mirovî bidin hene.

‘Bi dagirkirina laboratûwarê re xetereya tenduristiyê ya biyolojîkî heye'

Nûnera Sûdanê ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Nîma Saîd Abed jî diyar kir ku li welat ji sedî 32 tesîsên tenduristiyê ji ber êrîşan bi temamî hatine girtin û hin ji wan jî bûne baregehên leşkerî. Nîma Saîd Abed da zanîn ku laboratûvara tenduristiya gel a navendî ya li paytext Xartûmê ji aliyê yek ji aliyên pevçûnê ve hatiye dagirkirin û weke baregeheke leşkerî bikartîne û wiha got: "Ji ber ku di laboratûwarê de kolera jî di nav de gelek nimûne hene, ev gelekî xeternak e. Têkildarî dagirkirina vê derê re xeteriyeke mezin a tenduristiyê ya biyolojîk heye."

'Metirsiya kolera û ta bilind e’

Nîma Saîd Abed bal kişand ku bi pevçûnan re xetereya tendirustiya gel heye, destnîşan kir ku li Sûdanê metirsiya kolera û ta bilind e û li welat nexweşiya sorikê heye ku dibe gelek kes di van nexweşiyan de jiyana xwe ji dest bidin. Nîma Saîd Abed, balkişand ku dagîr kirina yek ji aliyên şer a laboratûwarê, ji kar derxistina teknîsyenan û hemû madeyên biyolojîkî yên laboratûarê di destê xwe de girtin, metirsiyeke mezin ava dike.