Girtî Nerges Mihemedî: Li hemberî jehrîkirinê bêdeng nemînin
Çalakvana mafê jinan Nerges Mihemedî a li girtîgeha Êvînê girtiye der barê jehrîkirina keçan li Îranê peyamek belav kir û daxwaz kir ku li hember bûyerên jehrîkirinê bêdeng nemînin.
Navenda Nûçeyan- Xwepêşandanên piştî kuştina Jîna Mahsa Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê destpê kiribûn berdewam dikin. Dewleta Îranê ji bo serhildanê bitepisane hemû polîtîkayên çewisandinê, girtin, îşkence û jehrîkirinê bi kar tîne. Bûyerên jehrîbûnê yên li dibistanên welat, bi taybetî di demên dawî de, bûne sedema fikarên cidî. Çalakvana mafên mirovan Nergîs Mihemedî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, bang li hikûmeta Îranê kir ku dawî li van sûcên nemirovane bîne.
'Sûcên li hemberî keçên me bidin sekinandin'
Di peyama ku ji hesabê medyaya dîjîtal a li ser navê Nerges Mihemedî hatiye vekirin de ev daxuyanî hatin dayîn:
“Werin em tawanên li dijî keçên me yên li Îranê rawestînin. Em nikarin û nabe ku em li hember jehrîbûna berfireh a xwendekaran, bi taybetî keçan, di hefteya borî de bêdeng bimînin. Ev kiryara nefret û nemirovî ne tenê kiryareke zordestiya siyasî ye, bi hovîtî û aliyên xwe yên dijmirovahî peyamek girîngtir ji civaka mirovî re tê şandin. Ez ji dil û can ji hemû sazî û koman dixwazim ku bi hestiyarî û berpirsiyariya neteweyî piştgiriya tevgera gel berdewam bikin û piştgiriya mafê jiyana gelê me bikin. Rayedarên hikûmetê heta niha ev tundiya li ser zarokên me berdewam dike ne daye sekinandin, kesên wek gumanbar û muxbîr nehatine girtin, em daxwaz dikin ku civaka navneteweyî jî van kiryarên nemirovane ji nedîtive nebîne û pêwîste bi lez gavên pratîk bavêjin