Fermandara YPJ’ê: Parastin ji av û nan girîngtîr e
Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn destnîşan kir ku YPJ berdevamiya mîrasa berxwedaniya jinan a dîrokî ye û di destpêkê de parastina çand û nasnameya xwe esas digre.
JÎNDA AMARA
Hesekê – Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya ku piştî Şoreşa Jinan a 19’ê Tîrmeha 2011’an, di 4’ê Nîsana 2012’an de xwe bi rêxistin kir ji hemû jinên cîhanê re bû çavkaniya hêzê. DAIŞ’a ku bi destên hişmendiya mêr dewletê hatibû avakirin bi berxwedanî û îradeya şervanên YPJ’ê di 20’ê Çileya 2015’an de li Kobanê ya bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têk çû. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê deng veda û gîştî cîhan pê hesiya jinên Kurd berî 11 salan bi Şoreşa Jinan a li Rojavayê Kurdistanê jiyanî kir û ne tenê di warê çekdarî de di her qada jiyanê de parastina xwe esas girt. Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi salan e ku di bin desthilatdariya Rejîma Sûriyeyê de mabûn xweseriya xwe îlan kirin û bi têkoşîn û berxwedanê veguherîn hêza artêşbûnê ku hemû jinên ji pêkhateyên cuda hembêz dike, di xeta parastina rewa de hebûn, çand û nasnameya xwe parast.
Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bersiva pirsên ajansa me da. Rohilat Efrîn got ku armanca YPJ’ê ya sereke parastina ax û çandê bû. Tişta ku YPJ’ê heya roja me ya îro anî û bi cîhanê da nasîn sekn û xeta wê ya parastinê bû.
* YPJ xwedî parastina xeteke çawa ye? Em dikarin bibêjin bi qasî xeta leşkerî parêzvanê çand, ziman û mafên gelan e?
Ger li cihêkî rêxistin hebe lê çanda wê, zimanê wê nîn be tu nikarî hebûna wê jî biparêzî. Mirov dikare bibêje rêxistina YPJ’ê parastina çand û ziman e. Li cihekî çand tunebe li vir bingeh û damarên te yên jiyanê tên înkarkirin û windakirin. Li ser vê bingehê di destpêkê de YPJ’ê dest avêt parastina çanda xwe. Vê seknê bandora xwe li ser tevahî jinên Kurdistanê û Rojhilata Navîn kir. Bi hezar salan li ser beden, hebûn, fikir û zimanê jinan erîş tên meşandin jin tên qetilkirin, em di serdemek wisa de dijîn ku desthilatdariya mêr li ser dil û mêjiyê jinan pir zêde qalip û qefesan daye avakirin. Lê Hêzên Parastina Jin, YPJ di civakê de ev qalip û qefes şikandin ev jî çavkaniya xwe ji parastina çandê ji fermandarên YPJ’ê yên ku gihîştin asta şehadetê digre.”
‘Xeta ku YPJ temsîl dike parastina tevahî jinan e’
YPJ bi rola xwe ya parastinê li hemberî hêza ku civaka me di nava tarîtiyê de hişt şer kir û ronahiyek ji nû veda avakirin. Bêguman YPJ ji ber xwe ve di carekê de derneket holê derketina Yekîneyên Parastina Jin YPJ ji dîrokê heya roja me ya îro berdevamiya mîrasa berxwedaniyê ya jinan e. Jinên ku di dîrokê de çanda xwe parastin û heya roja me ya îro anîn YPJ’ê parastina wan kir. Yanî em dikarin bibêjin ku xeta YPJ temsil dike xeta parastina tevahî jinan e. Di vê wateyê de jin parastina xwe bi qasî nan û avê girîng dibînin. Ger çand, ziman nebe, beden ruh û dil jî tune ye. Bi kurtasî bersiva me ji vê pirsê re ew e ku em dikarin bibêjin YPJ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê û di Rojhilata Navîn de roleke pêşeng girtiye ser xwe.”
*YPJ di erdnîgariya Rojhilata Navîn de li hemberî kolekirina jinan û civaka ku paşverûtiyê li ser jinan ferz dike çawa bû bersiv?
Di rastiya desthilatdariya mêr û dewletê de mirov çend tiştan dibîne ya yekemîn pêwîste tu bibî kole, ya duyemîn pêwîst e tu bin siya wan de bî. Ya sêyem jî pêwîst e tu ne xwedî cewherê xwe bî. Li ser her sê bingehan jin ji bo ku nebin kole pêwîst e feraseta azadiyê bifikirin û encax bi vê seknê li hemberî desthilatdariya mêr bisekinin. Em wek hêza parastina jinan bifikirin YPJ’ê jinên ku di bin kirasê reş de hatibûn fetisandin rizgar kir yanî em dikarin bibêjin ku ji bedenê zêdetir li hemberî hişmendiya desthilatdariya mêr a ku koletiyê ferz dike şer kir û ev hişmendî bêbandor kir. Em dikarin hinek mînakên pêngavên ku YPJ roleke girîng lîst bidin. Minbic, Kobanê ya ku piştî berxwedaniyek mezin hat rizgarkirin û weke bajarê jinan tê naskirin, yên ku pêşengiyê kirin jin bûn. Vê jî hişt ku jinên cîhanê, bi taybetî jî jinên ereb mînaka YPJ’ê bigrin û xwe di hembêza wê de bibînin. Ji ber vê sedemê pratîka ku YPJ’ê di qada şer de da meşandin çanda parastinê da rûniştandin û hemû jinan li derdora xwe kom kir.
‘Edî jin ji xwe bawer in û dizanin ku dikarin li hemberî hişmendiya mêr şer bikin’
Çanda ku niha YPJ dide meşandin em wek çanda xwedawendan dikarin binav bikin. Ji ber ku xwedawendan çawa li hemberî erîşên xwedeyan şer kirin û li ber xwe dan, niha di roja me ya îro de jî di şexsê YPJ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev çand berdevam dike. Careke din di pêşangiya YPJ’ê de ew jinên ku nikaribûn derkevin derve, nikaribûn lîkolîn bikin, nikaribûn xwedî li xwe derkevin edî li hemberî hişmendiya mêr dengê xwe bilind dikin. Ji bo vê jî edî em ji xwe bawer in ku li hemberî vê hişmendiyê hem dikarin şer bikin, hem jî dikarin bijîn. Di vê wateyê de cîhê tê xwestin şer, cihê tê xwestin jiyan û cihê tê xwestin jî parastina nirxên civakê. Destkeftiyên YPJ’ê di roja me ya îro de hatiye wê astê ku mînakek şênber bide diyarkirin. Em bala xwe bidinê ji gelek welatan jinan berê xwe dan vê axê. Li vir tenê ax yan jî zimanek, çandek nehat parastin Yekîneyên Parastina Jin hemû jinan di bin siwana xwe de kom kir. Jinên ku nikaribûn xwe îfade bikin, nikaribûn bibin hêz, nikaribûn li hemberî tarîtiyê têbikoşin, di rastiya YPJ’ê de îfadeya xwe dîtin û vê rastiyê hem li Rojhilata Navîn hem jî di cîhanê de dan diyarkirin.
* Di nav YPJ’ê de di serî de hûn bi jinên Kurd, Ereb û Suryan re têkoşînê didin meşandin, girîngiya vê yekitiyê çi ye? Di warê têkoşîna azadiya jinan de wateyek çawa derdixeholê?
Em ji felsefeyek wisa tên ku li hemberî tunebûne tekoşîna hebûnê didomînin. Vê tekoşînê xwe bi bîrdozî û rêxistinkirinê ava dikin. Ger îro em bi jinên Asûrî, Ereb re têkoşînê didin meşandin çend sedemên xwe hene sedema sereke bêguman xeta me ya bîrdozî ye, ya din jî xwerêxistinkirina YPJ’ê îlhamek pir mezin di nav jinan de çêkir. Yanî di nava xwe de dîroka jinan dehewîne, li cihekî bindestî hebe, li wê derê pêwîst e serîrakirin hebe.
‘Heya ku xwerexistinkirin nîn be parastin jî pêk nayê’
Di civaka me ya Suryanan de jî zext li ser jinan heye, jin di civakê de hatine asteke wisa ku nikarin xwe îfade bikin ji ber vê jî pêwîstiya xwe bi rêxistinkirinek xurt heye û YPJ jî di çarçoveyek teng de nema û jinên ku ketin ferqa xwe berê xwe dan xebatên ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê tên meşandin. Îro li bakur û rojhilatê Sûriyeyê yekitiya jinan çêbûye bêyî ku ferq û cudabûn bikeve navberê, tiştên ku me tînin cem hev îrade û xweparastin e. Li ser vî esasî jinên hemû pêkhatiyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pêwîstî dîtin ku werin cem hev ji ber ku em baş dizanin heya rêxistin tunebe parastin jî pêk nayê.
*Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên ku bi şiara Jin, Jiyan,Azadî dest pê kir berdevam dike. Şiara ku rih da serhildanan, li Rojava jî şoreşa jinê ava kir. Hûn felsefeya Jin, Jiyan, Azadî û berxwedana jinan çawa dinirxînin?
Hêza jinan a ji xwe bawer hişt ku îro li Rojhilatê Kurdistan û îranê li hemberî rejîma Îranê ya ku tu mafê jinan nas nake serî rabike. Şewitandina hicaba serê xwe li hemberî zextê dengek bû. Jinan bi van çalakiyan diyar kirin ku ev jî dikarin bibin rêxistin û dengê xwe bilind bikin. Piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildanên ku bi pêşengtiya jinan dest pê kir em dikarin bibêjin ku teqîna bi sedsalan bû. Em dikarin vê rastiyê pir eşkere bibînin. Edî jin mirinê didin ber çavên xwe lê dîsa jî berê xwe didin azadiyê, mirinê qebûl dikin lê koletiyê qebûl nakin.
‘Serhildanên ku pêşengtiya vê jin dike bi ser dikeve’
Em jî wek hêza parastina jin, bi şiara Jin, Jiyan, Azadî xwe ava dikin û bi rêxistin dikin. Ne tenê jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di heman wextê de jinên Afganistanê jî YPJ’ê ji xwe re wek çavkaniya hêzê û modelek digrin dest. Ev çanda berxwedanê ku em behsa sedsalan dikin di şexsê YPJ’ê de careke din derket holê. Îro serîrakirina jinan tirsek pir mezin di nava desthilatdaran de daye avakirin. Herî zêde jî dema ku meş an jî serhildanek bi pêşengiya jinan tê kirin pir zêde ditirsin. Her kes baş dizane ku li cihekî serhildana ku pêşengiya wê jin dike wê bigihîje encamê û bi ser bikeve. Di sedsalên 19’emîn û 20’emîn de gelek jin hatin şewitandin lê ne jin ne lêgerîn ne jî tekoşîna vê xelas nebû. Di her dema dîrokê de jinan xwe bi rêxistin kirin û li hemberî mêr sekinîn. Ger îro YPJ şewqa xwe dide cîhanê, rola sereke parastin û rêxistinkirin e.
*jinên YPJ’ê û Rojava 8’ê Adarê a Roja Jinên Cîhanê di rewşeke çawa de pêşwazî dike? Li hemberî hemû erîşan bersiva we ji netew dewletan re çi ye?
Ev erdheja ku vê dawiyê çêbû careke din hişmendiya mêr a zordest raxist ber çavan. Ji ber vê yekî rastiya ku derket holê ew bû ku heza te ya bi xwe dikare te li ser lingan bigire. Ger li hemberî hemû karesatên xwezayî yan jî li hemberî erîşên leşkerî tu bi hêza xwe nikaribî li welatê xwe bimînî, xwe biparêzî wateya jiyana te namîne. Dema em li rastiya rejîma Sûriyeyê dinêrin, dibînin ku ruxmê hemû karesetan jî bi hişmendiya dewletê dixwaze serweriya xwe ferz bike lê li hemberî vê jî gel bi taybetî jî jin li ser piyan in. Ev erdheja ku li bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûrûyeyê pêk hat hemû mirovan xemgîn kir.
Em jî wek hêza YPJ’ê îsal 8’ê Adarê bi ruhê jinên ku li ber xwe dane û hatine şewitandin pêşwazî bikin. Helbet ji ber erdhejê xemgîniyek heye lê jinên ku deshilatdarî, qirkirina jinan, zext û kuştinê qebûl nekirin bi bîr bînin û bi felsefaya Jin, Jiyan, Azadî em ê 8’ê Adarê jiyanî bikin.
*Herî dawî ji bo jinên ku li tevahî cîhanê li ber xwe didin peyama we çi ye?
Me sala 2023’an bi şîara Jin, Jiyan, Azadî pêşwazî kir. Ev şîar tê wateya xwebirêxistinkirin, xweparastin û xwedîbûna îradeyê. Di bin van her sê sîwanan de wek jinên Rojhilata Navîn û cîhanê ger em xwedî li destkeftî û qehremaniya 8’ê Adarê derkevin, pewîstiya me bi hêzê heye. Em jî wek YPj’ê di hemû xebatên xwe de li gorî salên berê hîn bêhtir bi çalak tevbigerin.
‘Em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî salên xwe bi tekoşînê dagirtî pêşwazî bikin’
Em xwedî vê hêzê ne ku li hemberî hemû erîşên li ser jinan tên kirin bibin bersiv. Em dikarin mînaka şerê xwe yê li hemberî DAIŞ’ê û dewleta Tirk jî bidin. Li ser vê bingehê ji bo hemû jin hem wek daxwazî hem jî wek mêzekirina me ya jiyanê û felsefîk di 8’ê Adarê de bi hemû rengên neteweyî destên xwe bidin hev ger bi vê rengî be em ê hêza desthilatdariya ku xwe bi hezaran salan ferz dike hilweşînin û em ê bikaribin bi şîara Jin, Jiyan, Azadî rojên xwe yên li pêş jî pênase bikin, salên xwe yên têkoşînê dagirtî pêşwazî bikin da ku hemû jin hebûna xwe temsil bikin û xwe bi rêxistin bikin.