8 sal piştî fermanê gorên komî hatin vekirin
8 sal piştî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê di 4’ê Adarê de li gundê Hemedan a Şengalê gorek komî hat vekirin. Jinên ku wêneyên xizmên xwe yên wenda kirine hilgirtin gotin, “Em dixwazin aqubeta wendayên xwe bizanibin.”
HEVÎ EZDA
Şengal – Civaka Êzidî ji dîrokê heya roja me rastî gelek êrişên qirkirinê hat. Bi êrişên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an ku wek fermana 74’an tê pênasekirin 7 hezar jin û zarokên Êzidî hatin revandin û bi hezaran Êzidî jî bi awayê herî hovane hatin qetilkirin. Dewlet li hemberî vê hovîtiya dermirovî bêdeng man, di sedsala 21’emîn a em tê de dijîn jinên Êzidî rastî gelek kiryarên dermirovî hatin. Rûxmê li ser qirkirinê 8 sal derbas bû ev trajedî hê li ser dilê civaka Êzidî mîna birînek disekine, di serî de dewleta Iraqê gelek welat van êrişan wek qirkirin nedîtin. Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera dewleta Tirk, Iraq û PDK’ê de hat îmzekirin jî wek berdewamiya komkujiyê tê nirxandin.
Ji bo rizgarkirina jinan xebat hatin destpêkirin
Hin jinên Êzidî karîn xwe rizgar bikin, lê yên ku nekarîn birevin rastî îşkenceya fizîkî û zayendî ya çeteyên DAIŞ'ê hatin. Li Amedê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên Bi Darê Zorê Hatine Desteserkirin hate avakirin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî di vê çarçoveyê de xebatên girîng meşandin. Di encama van hewldanan de bi sedan jinên Êzidî ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Lê belê tê zanîn ku hê jî gelek jinên Êzidî li benda rizgarkirinê ne.
Ji bo dîtina kesên wenda gorên komî tên vekirin
Piştî Komkujiyê jinên Êzidî li ser êrîşên berê giranî dan perwerdeya xweparastinê. Jinên Êzidî ku hêza xwe ya parastina cewherî ava kirin, ji siyasetê heta hunerê, ji jiyana civakî heta rêxistinî di gelek qadan de hebûna xwe nîşan dan. Gelê Êzidî bi giştî ji bo fermaneke din neyê jiyîn di her qadê de hêza xwe ya xwerêxistinkirinê afirand. Li aliyekî ev xebat berdewam dikin, li aliyê din jî xebatên ji bo dîtin û naskirina Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin û di goran de hatine definkirin tên kirin. Heta niha 21 gorên komî hatine vekirin, ji van gorên komî nêzî 500 cenaze hatine derxistin. Nêzîkî 60 gorên komî û gorên yekane li benda vekirinê ne.
Qirkirin bi polîtîkayan didome
Dewleta Iraqê ya di fermanê de Şengalê neparast, piştî fermanê jî Şengalê neparast û berevajî rê ji êrişên dewleta Tirk re vekir. Bi vê awayê polîtîkayên xwe yên li dijî civaka Êzidî jî aşkere kir. Her wiha dewleta Iraqê di wê pozîsyonê de ye ku bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide polîtîkayên tirsandinê yên PDK’ê yên li dijî Şengalê. Polîtîkayên Şengalê ku dewleta Iraqê bi hevkariya PDK û dewleta Tirk dimeşîne, her carê pêşengên civaka Êzidî û nirxên civakê dike hedef. Hêjayî balkişandinê ye ku piştî her êrîşekê dewleta Iraqê biryara vekirina yek ji gorên komî yên ku ji alîyê DAIŞê ve hatine çêkirin, dide.
Pêşengên civakê tên hedefgirtin
Dewleta Iraqê 6 roj piştî ku fermandarên Yekîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) Pîr Çeko, Agri Cefrî û Berpirsê Asayîşa Êzidxanê Şerzad Şemo bi êrişên ku MÎT jî di nav de ye hatin qetilkirin, biryar da ku gorekê komî ya li gundê Hemedan a Şengalê ye bê vekirin. Rayedarên dewletê dema ku vê gorê komî vekirin viya veguherandin torenê. Lê dema ku gor hatin vekirin banî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û yekîneyên wê yên parastinê nekirin. Navên nêzî dewleta Iraqê û PDK’ê û Bavê Şêx ê lîderê rûhanî ya civaka Êzidî beşdarî vekirina goran bûn. Jinên Êzidî yên bi hêsirê çavên xwe vekirina goran temaşe kirin bi hêviya dîtina xizmên xwe yên wenda kirine li wê derê ne.
Di qirkirinê de hemu malbata xwe wenda kir
Sakîne Mîrad Xîdar dema ku DAIŞ êrişî Şengalê kiriye ew jî mîna her Êzidiyek wisa fikiriye ku dê PDK’ê û hêzên Iraqê Şengalê biparêzin. Lê wêneya ku derket holê berevajiyê vê yekê bû. Xiyanet û hovîtiya DAIŞ’ê herî zêde dayîkên Êzidî êşand. DAyê Sakîne jî di vê qirkirinê de hemu malbata xwe wenda kir. Dayê Sakîne ya li ber gorên komî sekinî wiha got: “Niha mala min li gundê Solak e. Beriya fermanê mala me li gundê Hemedanê bû. Dema ku DAIŞ me girt em 95 kes bûn. Li vê derê me ji hev cûda kirin paşê me birin Til Efer. Piştî fermanê em 72 kes vegeriyan. 23 jin û mêr destê DAIŞ’ê de man. Ji her kesê hÊviya me ew e ku xizmên me vegerînin. Ger miribin jî em dixwazin cenazeyên wan bînin.”
‘Bi salan em li ser gorên komî bi hêvî li bendê man’
Daye Sakîne anî ziman ku dixwazin aqûbeta windayên xwe bizanibin û wiha got: “Em bi salan li ber vê gora komî sekinîn. Em her tim bi hêviyê li bendê bûn. Em dixwazin aqûbeta windayên xwe bizanibin. Êdî hêza me nemaye. Ji malbata min û bavên wan tenê 5 zarok, mamê min û zarokên mamê min, 23 mêr di mala me de winda ne. Hemû kesên di gora komî ya li vir de hatine dîtin ji gundê Hemedanê ne. Dema ferman hat, xelkê Til Binat û gundên derdorê ber bi çiyê ve diçûn, gundê me jî li ser rêya çiyê bû. Ji ber vê sedemê gelek ji wan li vir behn vedidan û wê demê hemû ketin destê DAIŞ’ê. Ji ber vê sedemê em nizanin ka çend kes di vê gora komî de hene. Gelek malbatên ku niha hatine vir, yên ku ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne ne.”
Jinên ku di destên xwe de wêneyên xizmên xwe yên jiyana xwe ji dest dane hilgirtin, çîroka wêneyên ku hilgirtin ji me re vegotin. Her yek ji wan di nava hewldanan de ne ku dengê xwe bidin bihîstin û di zûtirîn dem de windayên xwe bibînin.