Jehrîkirina xwendekaran beşek ji polîtîkayên qirkirina jinan e
Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo li dijî buyerên jehrîkirina xwendekarên jin ên li Îranê bang li saziyên navnetewî kir ku hesab ji berpirsên van buyeran bê xwestin.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Serhildanên Jin, Jiyan, Azadî yê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan hat destpêkirin di meha 6’emîn de didome. Hikumeta Îranê ya bi êrişên li ser gelan, qetilkirin û darvekirinan hewl dide van serhildanan bitepisîne. Di demên dawiyê de jî Îran li ser polîtîkayên xwe yên dijî serhildanê yek din zêde kir û bûyerên jehrêketina xwendekarên jin zêde dibe. Li gorî agahiyan di van demên dawî de zêdetirî 900 xwendekarên jin bi jehrê ketin.
Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Evîn Paşo ya der barê mijarê de axivî bal lê kişand ku kiryarên li Îranê li dijî xwendekarên jin tê kirin ji polîtîkayên hikumetê ne qût e. Evîn Paşo anî ziman ku heman polîtîka li Afganistanê jî li hemberî jinan tê meşandin û got, “Divê hesab ji berpirsiyar û sîstema ku li welatê wan di cihekî wekî dibistan de cihê zanistê de jin tê qirkirin, were xwestin."
Dengvedana Jin, Jiyan, Azadî
Evîn Paşo got ku îşkence û binpêkirinên ku li dijî jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin, bi qetilkirina Jîna Emînî deng veda û cîhan bi xwe hesand û wiha pêl da axaftinên xwe: “Jîna bû sedem ku îro jin û giştî gelê Îranê bi hêrs û tolhildaneke mezin di nava raperînekê de cih bigrin û ew eşqa azadiyê di dilê hemû jinan de hilbavêje. Serhildana "Jin Jiyan Azadî" li dijî zihniyeta hişk a desthilatdariyê têdikoşe. Serhildana ku hat destpêkirin, dewletê bi destekî ji hesin nêzî pêşengên wê bû, gihişt wê astê darvekirin, qetilkirin û îşkence li wan were kirin. Lê serhildana herikîna xwe ranewestand. Da ku razîbûnekê bide çêkirin li Îranê Polîsên Exlaqî qaşo rakirin, lê bi navekî cûda niha çalakiyên xwe didomîne. Ne pêkan e ku Îran ji guhertin û veguhertinekê re vekirî be û li dijî jinan hişmendiya xwe bide guhertin."
Kiryarên li dijî serhildana "Jin Jiyan Azadî"
Evîn Paşo balkişand ser buyerên jehrîkirina xwendekarên jin ên li Îranê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jehrîkirina xwendekaran dibe ku negihiştibe asta jidestdayina jiyanê, lê di rewşeke tenduristiyê ya pir giran re derbas dibin. Ev binpêkirin ji qetilkirina Jîna Emînî ne qut e. Armanc tirsekê bidin çêkirin, herikîna jinan li qadan bidin rawestandin, jin dûrî zanistê bin. Ji ber wê ye heya niha hikûmeta Îranê tu daxuyanî der barê vê bûyerê de neda ye. Gumanê herî mezin niha li ser dewletê bi xwe ye ku wan ev dabe kirin. Ev refleksê dewletê kîna li hember şoreşa "Jin Jiyan Azadî" ye ku 6 meh li pey xwe hiştiye."
'Heman polîtîka li Efganistanê tê pêkanîn'
Evîn Paşo got ku heman polîtîkayên dijminahiya jinan li Afganistanê jî tê meşandin û wiha domand: “Li hemû welatan dema ku mijar dibe jin, maskê azadîxwaz, aştîxwaz û lêgerên edalet û wekheviyê ji ser rûyê welat û serokan tê rakirin. Polîtîkayên ku niha li Îranê tê meşandin ne dûrî polîtîkayên Talîbanê li dijî xwendekar û jinên Efganistanê ye. Tirseke mezin ji pêşketin û zanista jinan tê jiyankirin. Ji lewra li her du welatan jin bi rê û rêbazên cûda têkoşîna bidestxistina mafê xwe dimeşînin. Li hember kiryar û binpêkirinên wiha bi dehan konferans û kongreyên jinan li ser asta cîhanê hatin li dar xistin. Bi hevgirtin û hîskirina jinan dawiya sîstemên desthilatdar hilweşandine.”
‘Têkoşîneke hevgirtî heye’
Evîn Paşo destnîşanî têkoşîna hevgirtî ya jinan kir û wiha bilêv kir: "Armanca jehrîkirina xwendekarên keç ew e ku gavên xwe ber bi deriyê dibistan û zanîngehan ango cîhana zanistê ve navêjin. Dixwazin bi kiryarên wiha bihêlin jin gava ber bi hişmendiya cahiliyetê ve biavêjin. Her wiha dest ji têkoşîna ewqase sal berdin û tenê wekî amûrekî anîna zarokan bimînin. Lê rasteqîna ku em jiyan dikin ne wiha ye, li hember kiryarên wiha têkoşîneke hevgirtî tê meşandin."
'Hewildana vemirîna çirûska serhildana "Jin Jiyan Azadî" têk diçe'
Evîn Paşo bang li saziyên navnetewî kir ku li dijî kiryarên jehrîkirina xwendekarên jin lêpirsîn bê destpêkirin û got, “Divê hesab ji berpirsiyar û sîstema ku li welatê wan di cihekî wekî dibistan de cihê zanistê de jin tê qirkirin, were xwestin."
Evîn Paşo bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Li hember serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, polîtîkayên sîstematîk û gelek kiryarên dijmirovî tên kirin. Dewlet ewqase hewil da çirûska serhildanê bi qetilkirina pêşengên wê vemirîne, lê nikarîbû herikîna wê bisekinîne û ev bi xwe jî serkeftineke. Em di wê baweriyê de ne ku ev kiryar wê eşqa azadiyê di dilê jinan de kêm neke û ji serhildanê re nebe kelem. Berovajî wê, ev kiryar wê herikîna serhildana "Jin Jiyan Azadî" xurtir bike."