Ji bo mala xisardîtî gotin saxlem e û kon nedan malbata Sûriyeyî
Fatma Haramî ku mala wê ji ber erdhejê xisarek zêde dît, rayedar û keyayên taxê gotin mal saxlem e û kon nedan wan. Fatma niha bi malbata xwe ya ku ji 17 kesan pêk tên re di kamyonetê de dijîn.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Hatay-Piştî herdu erdhejên ku navenda wan Mereş bû, bi hezaran kesên mexdûr bûn di halê xwe de mane hiştin. Yek ji wan bajarên ku herê zêde ji erdhejê zirarê dîtiye Hatay e. Her wiha rewşa navçeyên wê Samandag, Antakya, Defne û Îskenderûnê jî gelek xirab e. Gelek kavil hê di cihê xwe de ne, kavilên ku cenaze jê hatine derxistin hatine rakirin. Ji ber erdhejê mirov ji bajar koçber dibin, ên dimînin jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû mane. Bi taybetî koçberên hemwelatiyên Sûriyeyê di vê pêvajoyê de diyar dikin ku nikarin xwe bigihîjînin pêwîstiyên bingehîn û rastî nêzîkatiyên netewperest tên. Yek ji wan cihan jî Îskenderûna Hatayê ye.
‘Tu pêwîstiyên me nayên bicihanîn’
Malbata Haramî ya ji Sûriyeyê ku li taxa Pinarbaşiya navenda bajarê Hatayê dimîne, piştî erdehejê dîwarên mala wan qelişîn. Malbatê diyar kir ku di destpêkê de ji AFAD û keyayê taxê gelek caran daxwaza konê kirine lê belê daxwazên wan nehatine bicihanîn û wiha got: “Ji me re gotin mala we saxlem e, herin mala xwe.” Fatma Haramî diyar kir ku mala wê li ser sîstema e dewletê hatiye nîşandan ku xisar ditiye û got: “Tiştekî nadin me. Ne pêwîstiyên me yên avê ne jî yên xwarinê bi cih naynin.”
Di kamyonetê de 17 kes dimînin
Fatma Haramî da zanîn ku piştî erdhejê di kamyonetê de 17 kes dimînin û di vê kamyonetê de gelek zarok jî hene û wiha domand: “Li vê derê em du malbat dimînin, di romorka kamyonê de em, li pêş jî mêr dimînin. Em gelek zoriyan dikşînin. Jiyan gelek nexweş bûye, ez dayik û bavê xwe em gelek caran çûn me daxwaza konê kir lê belê ji me re gotin ku malên me saxlem in. Gotin erdhej xilas bûye herin di malên xwe de bimînin. Li konê vê derê xwarin û av didin. Dema ku em diçin dixwazin dibêjin hûn ne ji van konan in, herin malên xwe. Li vê derê ne potên zarokan, ne av û ne jî konê nadin me.”
‘Ji malên ku hildiweşin re dibêjin saxlem e’
Fatma Haramî destnîşan kir ku malên wan gelek xisar dîtine û ev tesbîta xisarê jî ji aliye komîsyonê ve hatiye qeydkirin û wiha got: “Hemû dîwarên mala me qelişîne. Em evqas mirov çawa biçin wê malê. Mala me û hemû malên li kêleka wê dê werin hilweşandin, ji erdhejê ve em li vê derê dimînin, hemû tişt ji bo me gelek zehmet e. Em bi xwe hewl didin tiştek bikin. Avê jî nadin me, tenê dixwazin konan bidin me, li ruxmê ku em gelek caran çûn jî nedan me.”