Yek ji destkeftiyên têkoşîna jinan: Pergala hevserokatî

Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim got, "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi riya pergala hevseroktiyê gaveke mezin avêtin. Divê jinên Rojhilata Navîn û Cîhanê di 8'ê Adara îsal de daxwaza heman pergalê bikin."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Pergala hevserokatiyê ya di sala 2006’an de li Bakurê Kurdistanê jiyanî bû, li Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve li Rojavayê Kurdistanê hat meşandin. Piştre bi damezrandina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk re di 2014'an de, êdî ev pergal bi rengekî piratîk di tevahî qadên jiyanê de hat meşandin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala hevserokatiyê di warê pêkanîna projeya Netewa Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de weke destkeftiyeke bi wate û girîng pênase dikin.

Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim ji ajans me re bi boneya 8'ê Adarê  behsa ezmûna xwe ya hevseroketiyê, zehmetiyên heyî û çawaniya têkoşîna zayendî ku tê meşandin, kir.

Di riya demokrasiyê de gavek girîng: Hevserokatî

Şêrîn Mislim behsa tecrûbeya hevseroketiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Di pergala Sûriyê û giştî cîhanê de, fêrbûyîneke heye ku divê di asta rêveberiyê ango biryarê de her tim mêr hebe. Ji lewra me nedîtiye ku jinek û mêrek li gel hevdû dezgeh ango welatekî birêve bibin. Weke kesayet jî min bi xwe şahîdiya vê mijarê kir, em derbasî kîjan saziyên dewletê dibûn em rastî mêran dihatin. Zilam xwe ji aliyê fîzîkî û fikrî ve ji jinan bihêztir dibînin û heta mirov dikare bêje di hişmendiya wan de hatiye rûnişkandin ku jin lewaz e û nikare rêveberiyê bike. Ji ber vê modela hevseroktiyê tê meşandin, ji bo me û tevahî cîhanê tecrûbeyeke balkêş û gaveke nû ye. Ev yek bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jî şênber bû ku jin di tevahî warên jiyanê de xwedî rol be û heta di asta birêvebirina dezgehên herî bilind de hevseroktiyê bike."

Têkoşîna jinan a ji bo pergala hevserokatiyê

Şêrîn Mislim destnîşan kir ku jinan dikaribûn hêza xwe pêkanîna hevseroktiyê teqez bikin û wiha got: "Pergala hevseroktiyê bû sedem ku jin li hebûn û rastiya xwe vegere, bi vê gavê re jinan ew kirasê ku bi hezaran sal ji aliyê pergala mêr-dewlet ve lê hatibû kirin, ji ser xwe bavêje û ew rêbazê jiyankirinê hilbijêre. Bê guman ev yek jî bi hêsanî nehat bidest xistin, têkoşîneke bê navber li hember civakê, pergalê û heta em li hember nakokokiyên di mêjiyê xwe de jî têkoşiyan. Di destpêkê de me xwe îkna kir ku em dikarin erka hevseroktiyê bikin, pişt re jî me berê xwe da hevserokê mêr yê li gel xwe û civakê. Salên dirêj li ser vê mijarê re derbas bûn, tevî kêmasî û astengiyên me jiyan kir me dikarbû em teqez bikin ku em weke jin dikarin hevseroktiyê bikin û pêdiviya me bi zilaman tune ku rê nîşanî me bidin. Gavên biçûk bûn, lê me berhemên mezin bi dest xistin. Ev yek ne hêsan bû, lê em xwedî li destkeftiyên xwe derketin û me berfireh kir."

‘Me bi têkoşîna xwe pergala hevseroktiyê bihêz kir’

Şêrîn Mislim di domandina axaftina xwe de behsa tecrûbeya xwe ya di nava hevseroktiyê kir û wiha got: "Ez di salên xwe yên xwendinê yên di pergala rejîma Sûriyê de her tim rû bi rû yê hişmendiya baviksalar dihatim. Rêveberî, mamoste û hemû karên me dikirin bi mêran re bû. Lê di nava pergala Rêveberiya Xweser de mirov rastî pergal û rêbazekî nû yê rêvebirnê tê. Ev yekser bandorê li kesayeta mirov dike ku di nêzikatî û pêwindiyên me yên bi malbatê re û di nava xebatê de veguhertin çêbibe. Cesaret, vîn, hêz û sekna me bihêztir bû ku em bikarbin misyona xwe ji bo pêşxistina vê pergalê bilîzin. Di zanîngehê de jî rêbaza hevseroketiyê di asta rêveberiya zanîngehê, tevahî beş û fakulteyan, heta di asta buroyan de tê bikaranîn. Dema em behsa zanîngehê dikin, hişmendî, zanist û ekademiyînbûn tê bîra mirov. Lê heta niha jî bermahiyên hişmendiya mêrê serdest xwe dide der."

Li zaningeha jî pergala hevserokatiyê bi jiyanî bû

Şêrîn Mislim  anî ziman ku ew 3 sal in hevseroka zanîngeha Kobanê ye, dibêje ku ew astengiyên li pêşberî xwe bi têkoşînê derbas kirine û biser ketine. Şêrîn Mislim ji bo pergala hevserokatiyê ya li zanîngehan dane rûnişkandin wiha got: “Me bi vê têkoşîna hevpar pergala hevseroktiyê di zanîngeh û fakulteyên xwe de da rûnişkandin. Her wiha di zanîngehê de nêzî 700 xwendekarên jin hene, em hewil didin ku ji bo wan jî bibin mînaka hêzê da ku ew jî ji bo pêşerojê amede bin."

Ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hevserokatî riya demokrasiyê ye

Di dawiya axaftina xwe de Şêrîn Mislim anî ziman ku destkeftiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama têkoşînên giran de hatine bidestxistin.

Şêrîn Mislim bang li jinan kir ku di 8'ê Adara 2023'an de ji bo bidestxistina mafên xwe yên di hemu aliyan de daxwaza pergala hevseroktiyê bikin û wiha got: "Bi taybet ji bo roja 8'ê Adarê û berxwedana ku jinên wê demê nîşan dan, bû bingehekî xûrt ku jinên têkoşer û serhildêr xwe bispêrinê. Ji lewra dema ku ev di têkoşîna xwe de gavekê paşve bavêjin, dê pergala mêr-dewlet jî me du gavan şûnde bibin. Lê dema ku em deh gavên serkeftî bavêjin, dê jinên dîtir jî bîst gavan bavêjin. Li ser vê bingehê daxwaz ango banga min ya di 8'ê Adarê de ewe ku divê jinên cîhanê û Rojhilata Navîn daxwaza modela hevseroketiyê bikin û êdî gavên mezin bavêjin.”