Li Mexmûr ji bo 8’ê Adarê semîner hat dayîn

Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêze çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, semîner dan.

Mexmûr- Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi dirûşemeya ‘Bi qêrîna Jin Jiyan Azadî dihûnin tevna jiyanê’ dabû destpêkirin. Meclîsa Îştar û Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) di çarçoveya rêze çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de, semîner dan. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê Şehîdan hatin destpê kirin.

Di semînera Meclîsa Îştar ya ku li Saziya Malbatên Şehîdan hat li darxistin de Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek axivî û wiha got: “Roja 8’ê Adarê ji bo gelê Kurd girîngiya wê, wek jina Kurd ku em niha bi berxwedan û têkoşînê tên pîroz kirin. Em dizanin di sala 1857’an de li New York a Emerîkayê 129 jinên ku di tekstîlê de kar dikirin hatin qetil kirin, wek jinên Kurd ev qetil kirin ji bo me jî bi êşe. Ji bo wê jî ji wê rojê heya niha wek her jinekê me ev roja têkoşîn û berxwedanê. Di pêşengtiya jina Kurd de em vê rojê bi serhildan û berxwedanî pîroz dikin.”

Herwiha semînera ku ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) ve li salona konferansê bi tevlîbûna xwendekarên Wargeha Mexmûr hat li darxistin.

Semîner bi dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Serok APO’ bi dawî bû.