Dayika Aştiyê Hacî Şîrîn Unat jiyana xwe ji dest da

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hacî Şîrîn Unat di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Amed - Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Hacî Şîrîn Unat (78) duh bi şev li nexweşxaneya ku ji ber nexweşiya dil dihat dermankirin, di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku Şîrîn Unat dê îro piştî nimêja nîvro li Goristana Yenîkoyê ya Amedê bê definkirin, malbata wê dê sersaxiyên xwe li cihê sersaxiyê ya Mizgefta Dîclekent Bedîuzeman qebûl bike.