Mexdûrên erdhejê yên ji Antakya: Alîkarî diçin ku?

Jinên ji Antakya yên zehmetiyên ku piştî erdhejê kişandine vegotin, bal lê kişandin ku pêdiviyên wan ên cil, xwe spartin, xwarin nayê pêk anîn û wiha pirsîn, “Alîkariyên ku tên ku ve diçin?”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Hatay – Piştî erdhejên navend Mereşê li Antakyayê gel nikarin xwe bigihînin pêdiviyên bingehîn ên jiyanê. Digel ku li gelek nuqteyan ava sereke naherike, li cihên ku av diherike hişyariya "venexwe" tê kirin. Hin welatî ji ber şert û mercan neçar dimînin ku koçî bajarên cuda bikin, yên ku bajar naterikînin û naçin gundan di şert û mercên dijwar de jiyana xwe didomînin. Li bajarê ku pêdiviya ava paqij, kon û jîngeheke paqij didome, hin welatî hewl didin kelûpelên xwe ji malên xwe yên ku hê nehilweşiyaye bistînin. Welatiyan bertekên xwe bi gotina, "Li vir tiştek çareser nebû" anîn ziman.

'Min nekarî konek jî bigirim'

Sevgi Kırat a ku heta vê demê nekarî konê xwe bide, diyar kir ku ekîbên dildar ji bo wê konê destçêkirî çêkirine. Sevgi Kırat wiha got: “Em sê rojan bê xwarin û vexwarin jiyan. Me zarokên xwe bi kekan xwedî kir. Bi rastî tu alîkarî nehat. Kon jî pir sar e, çima konteynir nayê danîn, ger tê dayîn çima li her kesî wekhev nayê belavkirin? Em li vir gelek êş û azaran dikişînin, lê bi saya hevalên me yên dildar, wan gelek pêdiviyên me bi cih anîn. Em hewl didin bi awayekî bijîn. Dema ez vegeriyam vir, ez çûm hemû nuqteyên Antakyayê û min kon xwest. Her çend wan du zarokên min dîtin jî, min nikaribû konek jî bigirim. Ez wê şevê di nav sermayê de di erebeyê de razam. Dildaran jî ev kon dan.”

Serlêdan bê encam dimîne

Ji mexdûrên erdhejê Meryem Mutlu Sayın jî destnîşan kir ku ew nikarin li konteyner bajarê ku li hola gund hatiye avakirin bimînin û bi gotina “26 roj in çêbû û me hê konek nedît” tiştên bi heftan e jiyane vegot. Meryem Mutlu Sayin wiha got:

 “Ev du hefte ye ku bajarê konteyniran hatiye avakirin û ji roja ku hatiye avakirin ve em serlêdana bicihkirina konteyniran dikin. Lê kesên pêwendîdar her tim ji me re dibêjin 'îro herin sibe werin'. Hin malbat li wir bi cih bûne, lê em hê bi cih nebûne. Ji me nav û jimarek negirtin. Em nizanin konên hatin bi ku ve diçin. Em nikarin di kon û konteyniran de bimînin. Nexweşên me hene û metirsî heye ku em bi girseyî têkevin herêmekê.”

‘Pêdiviyê me yê avê nehat bi cih anîn’

Meryem Mutlu Sayin, anî ziman ku haya wan ji kamyonên alîkariyê nîne û nizanin alîkariyê bi ku ve diçin û diyar kir ku pêwîstiya wan a avê jî nayê dîtin. Meryem Mutlu Sayin, anî ziman ku ne dikarin xwe bigihînin avê û ne jî hawîrdoreke paqij û wiha got: “Me bi xwe stûn danîn û naylon li dora wan pêça. Li pêş pêş baran heye. Şans e ku e 15 roj in baran nebariye. Em di warê îqameyê de gelek zehmetiyan dikişînin, li vir tiştek nayê çareserkirin. Alîkariyên ku tên bi awayekî bê rêxistin tên belavkirin. Di warê stargeh û avê de pirsgirêkên me yên cidî hene. Xwedî li gelê vir nayê derketin.”