Şeniyên navçeya Şêranê ji bo 8'ê Adarê meşiyan

Bi dehan ji şêniyên Navçeya Şêranê ya girêdayî kantona Kobanê ji bo 8'ê Adarê meşiyan, jinên ku beşdarî meşê bûn destenîşan kirin ku wê hemû rojên xwe bikin yên serhildan û têkoşînê.

Kobanê- Kongreya Star ya navçeya Şêranê di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 8'ê Adarê, îroj bi dirûşmeya " Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê ve" meş birêxistin kirin. Di meşê de bi dehan şênî, jin, xwendekar û jinên ciwan yên navçeya Şêranê bi cil û bergên Kurdî beşdarî meşê bûn. Di meşê de alên Kongreya Star û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn hilgirtin.

Meşê bi berzkirina siloganên "jin, jiyan, azadî" ji navenda meclîsa navçeya Şêranê destpê kir û li ber hewza avê rawestiya. Piştî deqeyek rêzgirtin, endama buroya jin ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sara Xelîl ve hat kirin.

Sara xelîl wiha got: "Em vê meşê diyarî rêberê gelê Kurd û şehîdan dikin ji ber ku ji me re xeta jina azad xêz kirin. Weke tê zanîn 8'ê Adarê ji bo me jinên bi wateye û bi êşe ji  ber ku di kargehekê de 129 jin hatin şawtandin. Piştî sedsalekê ji serhildanên jinan, di roja îro de jinên Kurd pêşengiya serhildanên jin yên ji bo azadiyê dikin. Ji ber vê emê di rojên pêşiya xwe de serkeftina di bin navê felsefeya "Jin, jiyan, azadî" de misoger bikin."

Meş bi siloganên "Jin, jiyan, azadî" û "Bijî rêber Apo" bi dawî bû.

‘Hemû roj ji bo me 8'ê Adarê ne’

Endama meclîsa giştî ya PYD'ê Sara Qewas têkildarî vê meşê nêrîna xwe wiha anî ziman: "Em vê Rojê li hemû  gelên azadîxwaz û jinên têkoşer pîroz dikin. Hemû rojê me 8'ê Adarê ne  û cejna jinê ye. Weke rêbertî dibêje kîjan roj ku jin tê de têkoşîn bike ji bo azadî ew  cejna jinê ye. Jinên kurd gihîşt ku pêşengtî ji hemû jinên cîhanê re dike di bi dirûşmeya " jin" jiyan" azadî û ev dirûşme cîhanî bû. Ji lewra emê vê destkeftiyê bi dil û can biparêzin û mezintir bikin."