Ji bo beşdarbûna meşa xwendekaran bang hat kirin

Li Îranê komek çalakvan wê di 8’ê Adarê de ji ber bûyerên jehrîkirinê yên li hemberî xwendekarên jin, meşek li dar bixin. Ji bo vê yekê banga tevlibûna meşa ji bo şermezarkirinê hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin bênavber berdewam dikin. Rayedarên dewletê, ji bo çalakiyên protestoyê bitepisînin hemû rêbazên wekî darvekirin û îşkencekirinê bi kar tînin. Di van hefteyên dawî de bûyerên bi jehrîketinê yên li dibistanan rû didin bûne sedema fikarên cidî, li bajarê Tahran û Karajê gelek çalakvanên jin, li dijî êrîşên li hemberî xwendekarên jin, wê di roja jinan a cîhanê de banga lidarxistina meşa ji bo protestokirinê kirin. 

‘Êrîş hatiye organîzekirin’

Di daxuyaniya ku li jinên Tahran, Karaj, Glan û Bidarzinî bang hat kirin de wiha hat gotin:

“Li ser serhildana ku li Îranê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî dest pê kir re şeş meh derbas bûn. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan pêşengiya serhildanê kirin. Hêzên rejîmê li dijî van keç û jinên ku serî hildane dixwazin bi komkujî, înfaz, îşkence û bi riya jehrîkirinê wan bitepisînin. Di ser êrîşên li dijî dibistanên xwendekarên keç de sê meh derbas bûn. Li Kûmê di zanîngeha çand û hunerê de erîşên ku dest pê kirine belavî hemû bajaran bûne, ev êrîş hemû hatine organîzekirin. Li zêdetirî 90 dibistanan zêdeyî 2 hezar xwendekar bi jehrê ketin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Perwerdeya bê pere mafê hemû mirovan e û hikumet di xwegihandina perwerdeyê de erka wê ew e ku wekheviyê pêk bîne. Encax komara Îslamê ya Îranê vê pirsgirêka girîng ji nedîtî ve tê. Di heman demê de ji bo vê pirsgirêka bingehîn bide tepisandin bi taybetî li dijî jinên ku ev bi salan e têdikoşin, hemû riyên li dijî mirovahiyê bi kar tîne.” 

‘Kiryarên sûcan hikumet e’

Der barê berpirsyarên bi jehrîketina xwendekarên keç de wiha hat gotin: “Kiryarên esas ên berpirsên van sûcan em dizanin hikumet e. Em daxwaz dikin ku kiryarên van sûcan li pêşberî gelê Îran û cîhanê werin darizandin.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Banga me ew e ku di 8’ê Adara Roja Cîhanî ya jinan de destpêkê jin û çalakvan û mamoste hemû kesan, ji bo parastina mafên jinan meşa protestokirinê were lidarxistin.”