Meclisa Jinan a PYD’ê li Qamişlo panelek lidarxist
Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan Meclisa Jinan a PYD’ê bi dirûşma “Têkoşîna li dijî hişmendiya desthilatdar, Jin Jiyan Azadî” panêlek li Herêma Cizîrê li dar xistin.
Qamişlo- Bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Cîhanî ya Jinan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Têkoşîna li dijî hişmendiya desthilatdar, Jin Jiyan Azadî” li Hola Zana ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi amadebûna tevger û rêxistinên jin, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, saziyên mirovî, rûspî û êlên eşîran û kesayetên hiqûqnas, panêlek li Herêma Cizîrê li dar xist.
‘Jinên pêşeng mîrasa Kurdistanê ne’
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Zehra Semo axaftina destpêkê kir û wiha got “Jinên pêşeng li hemû aliyên Kurdistanê weke mîras in. Jinan dikaribûn bi berxwedaniya xwe gelek guhertinên dîrokî û mezin çêbikin di riya azadiya jinan de. Bêguman ji bo doza edalet û wekheviyê, jinan gelek ked da. Yên ku dîrok bi xwîna wan hat nivîsandin; jinên Kurd, Ereb û Suryan bûn ku asta têkoşînê bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê bilind kirin. Dewletên ku dixwestin dawiya jinan û rola wan bînin, nikaribûn armancên xwe bigihîjînin serî.”
Panêl ji aliyê Rêvebera Meclisa Jinan a PYD’ê Ahîn Siwêd ve hat birêvebirin. Panêl li ser du mijaran hat dabeşkirin, beşek li ser mijara têkoşîna jinan bû ku ji aliyê Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Jinan a PYD’ê Neîma Hesen ve hat xwendin. Di wê çarçoveyê de, bal hat kişandin ser têkoşîna jinên ji hemû pêkhateyan û rola wan a girîng di rêvebirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û serkeftina wan a di hemû waran de.
Her wiha beşa duyem li ser mijara zihniyeta desthilatdar bû ku ji aliyê Berdevkê Komîteya Perwerdeyê ya PYD’ê Ebdulxenî ve hat xwendin. Dîsa di vê babetê de behsa zihniyeta baviksalarî û îslama hişk a ku bi salên dirêj li ser jinan hatibû ferzkirin hate niqaşkirin. Li aliyek din têkoşîna bêhempa a ku jinan li hemberî zihniyeta desthilatdariyê da meşandin û bedelên giran dan. Helbet deriyê nîqaşan hat vekirin ji bo rexne, pêşinyar û nêrînên amadekaran ji bo mijarên ku hatin kirin.
Di dawiya panêlê de daxuyanî hat xwendin û çend pêşniyar hatin kirin :
Lidarxistina vê panêlê di çarçoveya Roja Jinan a Cîhanê de û di çarçoveya rêzeçalakiyên ku em li dar dixin tê. Me ev panêlê di qonaxeke dîrokî de li dar xist û bi ruh û berxwedana jinan em 8’ê Adarê pêşwazî dikin û hemû jinên cîhanê bi giştî û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî silav dikin. Em hemû dizanin ku dîroka jinan bi fedakariya jinan tijî ye ku têkoşîna wê bû sedem ku şoreşa me bigihîje vê astê, bi têkoşîneke berdewam û bi hev re em ê karibin civakeke ku azadî û demokrasî tê de serbikeve kar û xebat bimeşînin.”
Pêşinyarên ku ji panêlê derketin jî ev bûn:
- Yekirina hewldanan ji bo xurtkirina prensîba azadiya civakê û têkoşîna li dijî derbeyên dîrokî yên ku zîhniyeta desthilatdariyê di nava civakê de, ango orf û adetên civakê veguherandiye orf û adetên kevinbûyî.
-Pêwîstiya belavkirina rola ola rastî û baweriyên wê di bihêzkirina rewşa jinan de.
-Têkoşîna jinan a li dijî zîhniyeta dewleta faşîst a ku bi salan di bin zext û zordariyê de mane.
-Ji bo temsîliyeta şoreşa jinan divê em di nava civakê de bibin piştgirê rastiya jinan, ji ber ku azadiya jinan azadiya civakê ye.
Panêl bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.