‘Em ê bi binçavkirinan dev ji riya xwe ya heqîqetê bernedin’
Rojnameger Nişmiye Guler diyar kir ku beriya hilbijartinên nêz dibin binçavkirinên zêdeyî 100 kesên ku di nav wan de rojnameger jî hene ne tesaduf e û got: "Em ê bi binçavkirinan dev ji riya xwe ya heqîqetê bernedin."
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Di operasyona duh li navenda wê Amed e hat pêkanîn de, li 21 parêzgehên ku di nav wan de rojnamevanên Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Mudirê nivîsê ya Rojnameya Yenî Yaşam Osman Akîn, rojnamevan Abdurrahman Gok, Ahmet Kanbal, Mikail Barut, Mehmet Yalçin, Mehmet Şah Oruç, Bêrîtan Canozer, Mehmet Yalçin, Salih Keleş, Remzî Akkaya, Arif Akkaya, hunermendên şanoyê û parêzer jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin.
Hat hînbûn ku der barê kesên hatine binçavkirin de 24 saetan sînordarkirina hevdîtina hat dayîn û di çarçoveya lêpirsînê de der barê gelek kesên din de jî biryara binçavkirinê heye. Tevî vê operasyonê di nav salekî de li hemberî rojnamegeran 3 operasyon hat kirin.
Ne rasthatin e
Ji edîtorên Jinnews'ê Nişmiye Guler bi gotina "Roj roja xwedîderketina li heqîqetê ye" balkişand ku operasyonên binçavkirinê beriya hilbijartinan 14’ê Gulanê pêkanîn ne rasthatinek e. Nişmiye Guler da zanîn ku li parêzgehên Kurd bi rêya çapemeniya azad holê derketina piştgirîya ji Partiya Çepên Kesk, hikûmetê ne rehet dike.
'Bi binçavkirinên nû dixwazin çavên me bitirsînin’
Nişmiye Guler bi bîr xist ku di sala dawî de li dijî ajans û rojnamegeran 3 operasyonên cuda hatin pêkanîn û wiha got:
“Em dibînin ku ruxmê 26 hevalên me girtî ne û hêj danişîna wan nehatiye dîtin jî, bi binçavkirinên nû dixwazin çavên me bitirsin. Dema em li sûcdariyên hatine kirin areste kirin dinêrin, em dibînin ku hewl tê dayîn tenê ji xebatên rojnamegeriyê sûc bê derxistin. Lê em dixwazin bidin zanîn ku ev hewldan bê encam man. Em kedkarên çapemeniyê ne ku ala hevalên xwe yên kevneşopiya çapemeniya azad a kûr didomînin dewir girtine. Em rojnameger in ku mîrateya Gurbetelli Ersoz, Nujiyan Erhan, Denîz Firat û Nagihan Akarsel hiştiye, li ser milê xwe deyn dihesîbinin. Ne ew riya xwe ya heqîqetê berdan, ne jî em ê bi van binçavkirin û girtinan dev ji vê rêya xwe ya heqîqetê berdin.”
'Dixwazin di hilbijartinan de serkeftinê bi dest bixin'
Nîşmiye Guler diyar kir ku dosyayên parêzer, hunermendên şano û rojnamegerên girtî bi pêçandina kilîfa "terorê" re, ji çapemeniyê re hat pêşkêşkirin û da zanîn ku hikûmeta AKP-MHP'ê dixwaze bi avakirina têgihan di hilbijartinê de serkeftinê bi dest bixe. Nişmiye Guler destnîşan kir ku dê ev têgih têk biçe û diyar kir ku gel hilbijartinên nêz dibe wek hilbijartina hebûn û tinebûnê dibîne.
'Divê bertekên li qadan bilind dibe baş bên dîtin'
Nişmiye Guler da zanîn ku raya giştî ya demokratîk dizane ku rojnameger li qadan rastiya gel nîşan didin, parêzer li gel vê gelê ku di her firsendê li edaletê digerin e û hunermend jî li dijî asîmîlasyonê zimanê dayikê û çanda xwe derdixin li ser dike û wiha got: “Hikûmet her çend hewl dide ji vê yekê malzemeya hilbijartinê derxîne jî, divê bibîne ku bertekên li herêmê zêde dibin û dengê kesên ku li herêmên erdhejê dibêjin ‘dewlet li ku ye, dewlet nîne’ nikare kêm bike.”
‘Em ê vegotina heqîqetê bidomînin’
Nişmiye Guler a banga xwedî derketina heqîqetê kir, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Roj roja xwedîderketina li heqîqet û hebûna xwe ye. Ger li her devera ku em lê ne, amûrek ku em ji bo vegotina heqîqetê bikarbînin nebe jî, hewce bike em ê nûçeyên xwe ji raya giştî re bi devkî ragihînin, lê em ê dev jî rêya xwe bernedin. Em ê helbet hevalên xwe yên niha di girtîgehê de ne û yên di binçavkirinê de ne bigirin. Heta ku em bigrin, em ê li her qada ku em lê ne dengê xwe gihandina ji raya giştî re bidomînin.”