‘Divê em zarokên xwe ji kemîn û lîstokên PDK’ê biparêzin’

Her çiqas li ser Êzidxana pîroz êrîş, plan û lîstik hebin jî li hemberî hemû êrîşan ya bi ser dikeve hêrs û vîna civaka Êzidî ye. Di navbera rojên 27’ê Sibatê û 1’ê Adarê de civaka Êzidî sê zarokên xwe yên çeleng ji dest dan.

Şengal-Gelê Şengalê hêrsa xwe ya li hemberî Êrîşên li ser fermandarên YBŞ’ Pîr Çeko, Agir Cefrî û her wiha fermandarê Asayişa Êzidxanê Şêrzat Şemo yên ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê ve hatine armancgirtin meşeke girseyî li dar xistin. Meşa gel ji ber Meclisa Gel a Şengalê heya çerxeriya Yermukê berdewam kir.

Di meşê de gel alên Hêzên Parastina Êzidxanê û posterên her sê fermandarên Şengalê bilind kirin û bi dirûşmên şehîd rûmeta me ne bimre îxanet berz kirin. Di dawiya meşê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê û tevahî gel û saziyên wê endamê heyeta eşîran Nayif Şemo daxuyanî da.

‘Her ku êşa me mezin dibe kîna me jî li hemberî dijmin zêdetir dibe’

Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Bedel di destpêka gotinên xwe de tevahî şehîdên Êzidxan û Kurdistanê bi bîr anî û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Di nava hefteyekê de sê fermandarên me hatin hedefgirtin, ev ji bo me êşeke mezin e. Lê bila dijmin bizanibe her ku em diêşin kîna me ya li hemberî dijminên xwînvexwar zêdetir dibe ji bo wê em bêtir bi armancên xwe ve tên girêdan. Heya em heyf û tola van fermandaran hilnedin em ê ranewestin.”

‘Divê em zarokên xwe ji lîstikên PDK’ ê biparêzin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Sînem Birahîm bi van hevokan bertekên xwe li hemberî sîxur û xwefiroşan anî ziman: “Em nikarin ji dijmin gazinan bikin em ji kesayetiyên Êzidî yên ketî, qels û lewaz gazin dikin ku divê hişê xwe bînin serê xwe û destên xwe nekin nava xwîna xwişk û birayên xwe. Divê malbat çandeke baş bidin zarokên xwe. Îro ya tê meşandin şerê taybet e ji bo wê bi her awayî êrîşê civaka me dikin. Wê demê erka li ser me ew e ku em jî di her warî de şiyar bin û zarokên xwe perwerde bikin. Divê em zarokên xwe ji kemîn û lîstikên PDK’ê biparêzin.”