Di operasyonên li 21 bajaran de 126 kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de hunermend, rojnameger, parêzer û siyasetmedar jî di nav de 126 kes hatin binçavkirin. Navê 69 kesên hatin binçavkirin diyar bûn.

Amed- Beriya hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê, navenda wê Amed li Mêrdîn, Sêrt, Çêwlig, Wan, Şirnex, Êlih, Dîlok, Riha, Bursa, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Osmaniye, Sêwaz, Meletî, Semsûr û Enqereyê li ser bi dehan mal û kargehan serdegirtin çêbûn.

Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de li 21 bajaran bi ser malên gelek rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas, rêveberên sendîkayan û hunermend jî di nav de, heta niha herî kêm 126 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de der barê gelek kesên din de jî biryara girtinê heye. Navên hin kesên ku hatin binçavkirin wiha ne:

“Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanên MA’yê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, Edîtora JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, rojnameger Mehmet Yalçin, Mîkaîl Barût, Salih Keleş û Remzî Akkaya, Mehmet Oner, Halîse Dakal, Resûl Temûr, Pîrozhan Karalî, Muhîttîn Muguç, Ozum Vurgun, Bunyamîn Şeker, Firat Taşkin, Zozan Acar, Buşra Eylul Ozgultekîn, Burhan Arta, Jiyan Sametoglû, Metîn Ozbadem, Gurbet Ozbey Oner, Adîle Salman, Şerzan Yelboga, Suleyman Şahîn, Gulistan Ataş, Firat Yildiz, Serhat Hezer, Kenan Angay, Şîrîn Şen, Bahar Oktay, Berdan Acun, Havva Bîldîk, Halîl Delen, Habat Mîmkara, Devrîm Demîr, Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer Yildirim, Şahperi Alphan, Sezen Mercan, Marîa Oztopuz, Sûat Mustafa Şencî, Veysel Moray, Husamettîn Kiliç, Şehmûs Karadag, Semîra Akkor, Faris Turk, Tarik Zafer Yazgan, Nûrettîn Bakan, Nasîp Gultekin, Eşref Yaşa, Alattîn Zugurlî, Haydullah Zugurlî, Dogan Hatun, Rifat Ronî, Ganî Alkan, Sezgîn Bayram, Sena Ozbey, Şahperî Alphan Bayhan, Sadettîn Înal, Kîbar Suvarî, Velat Ersîn, Kevve Çelîk, Mahîr Koyun û Mesût Baskin.”

Ji kesên hatin binçavkirin 25 parêzer in

Li aliyê din danê sibehê avêtin ser Şaxên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Amed, Wan, Riha, Êlih û Mêrdînê. Di serdegirtina li Şaxa OHD'ê ya Amedê de lêgerîn bi dawî bû, hat hînbûn ku heta niha 25 parêzer hatine binçavkirin. Navê hin parêzerên hatin binçavkirin wiha ye: “Ji Amedê Mehmet Oner, Halîse Dakali, Ozum Vurgun, Bunyamîn Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Kalelî, Resûl Tamur, Firat Taşkin, Salîh Tekîn, Sozan Acar, Buşra Eylul Ozgultekîn, Bûrhan Artan, Metîn Ozbadem, Şerzan Yelboga, Suleyman Şahîn, Gulistan Ataş, Firat Yildiz, Serhat Hezer, Kenan Aygay, Şîrîn Şen û Bahar Okay, ji Amedê Gurbet Ozbey û Rûşen Dogan û Kenan Angay û ji Mêrdinê Jiyan Samedoglu hatin binçavkirin.”