Di meha Tîrmehê de li başûrê Kurdistanê 9 jin hatin qetilkirin

Li herêma federal a Kurdistanê qetilkirin û mirina bi guman, her diçe zêde dibe, tevî zagona pêşîlêgirtina tundiyê jî tenê di meha Tîrmehê de 9 jin an hatin qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Silêmanî- Qetilkirin, kuştin û bi awayek guman mirina jinan li herêma federal a Kurdistanê bûne bûyerên rojane. Tevî zagona pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan heye jî kujer nayên girtin û gelek caran tên parastin, ev jî dibe sedem ku kuştin û qetilkirina jinan zêde bibe.

Bûyerên qetilkirinê û bi awayekî bi guman mirina jinan di van demên dawî de zêde dibe, niha şêwazên qetilkirinê hatine guhertin hema bibêje di van demên dawî de jinên ku hatine qetilkirin tevahî ji avahiyan dikevin xwarê ev yek jî gumanan zêdetir dike û pirsa gelo kujer ji bo sûcê xwe veşêrin serî li van rêbazan didin bi xwe re tîne. Li hemberî vê yekê jî zagon nayên bicihanîn û ji bo qetilkirina jinan were rewakirin dibêjin pirsgirêkên civakî hebûne û derûniya wan ne temam bûye ev yeke jî hêzê dide mêrên kujer.  Di bingehê de sedemên wan hemû kuştin û qetilkirinan heman in.

Bûyerên qetilkirina jinan di meha Tîrmehê de wiha ne:

Hewlêr

Di 4’ê Tîrmehê de cenazeyê jinek bi navê ‘Qedem Xêr Ezîz’ li mala xwe ya li taxa Mentkawe ya bajarê Hewlêrê hate dîtin û piştî 6 rojan kujer hat girtin.

Di 10’ê Tîrmehê de li bajarê Hewlêrê jinek bi navê Viyan Caf ji qata pêncen a Bank City ya Hewlêrê bi awayekî bi guman ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Kelar

Şeva 15’ê Tîrmehê, jinek ciwan a temenê wê 16 salî ya bi navê H.Î.M ku şêniya taxa Şehîdan a Kelarê bû, xwendekara dibistana amedeyî bû, ji ber rêjeya zêde ya şewatê piştî çareseriya destpêkê li beşa lezgîn a nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê, sewqî bajarê Silêmanî hat kirin. Lê belê ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da. Li gor çavkaniyên ne diyar, hat gotin ku malbatê gotiye wê xwe şewitandiye.

Raperîn

Di 20’ê Tîrmehê de jinek ciwan a temenê wê 23 salî li Ranyayê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên rêveberiya polîsên Raperînê, navê L.H.E ye di sala 2001’ê de ji dayik bûye û dan zanîn ku li gorî gotinên kesûkarên wê, derûniya wê ne baş bûye, xwe kuştiye

Helebce

Di 20’ê Tîrmehê de li taxa Femanberan a parêzgeha Helebceyê jineke 31 salî bi navê Ç.S.K bi awayekî bi guman şewitî û ji ber rêjeya zêde ya şewatêr wê rakirin nexweşxaneya Emergency ya Silêmanî û piştre jiyana xwe ji dest da.

Hewlêr

Di 22’ê Tîrmehê de li bajarokê Kesnezan ku dikeve ser riya sereke ya Koye-Hewlêrê, jinek ji qata nehemîn a avahiyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan jin bi eslê xwe Ereb e.

Kelar 

Êvara 23’ê Tîrmehê rêveberiya nexweşxaneya başa lezgîn ya Şehîd Hejar li Kelar, ragihand, piştî jinek ji ber xeniqinî jiyana xwe ji dest daye gihandin nexweşxane û navê jinê ‘J.M.M’ temenê wê 23 salî bû û hate gotin ku xwekuştiye.

Dihok

Şeva 23’ê Tîrmehê de, li gora agahiyên berdevkê polîsên Dihokê, ji ber pirsgirêka civakî li sînorê parêzgeha Dihokê jinek bi navê ‘C.C.M’ li bajarokê Sêmêlê hate qetilkirin. Piştî bûyerê hêzên polîsên Misêrikê û Sêmêlê giha cihê bûyerê û bikuj girtin.
Akrê

Di 31’ê Tîrmehê de polîsên Akrê bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku li navenda qezaya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, ji ber pirgirêkek ya civakî birayekê xwîşka xwe xeniqandiye. Piştî bûyerê bira hate girtin. Navê jinê ‘P.T.E’ ye temenê wê 38 salî bû. Her wiha navê bikuj ‘C.T.E’ ye temenê wî 35 salî ye.