Di 26 rojên dawî de herî kêm 9 jinên Efganî hatin qetilkirin
Li gorî daneyan derket holê ku tenê di 26 rojên dawî de li Afganistanê herî kêm 9 jin ji aliyê Talîbanê ve hatine qetilkirin an jî ber bi xwekuştinê ve hatine birin.
BAHARAN LEHÎB
Kabul - Li Afganistanê piştî ku Talîbanê rêveberiya welat bi dest xist, zextên li ser jinên Afganî zêdetir bûn. Careke din em li Afganistanê rastî cinayetên jinên ku ji ber xizanî, gerdelî û zewaca bi darê zorê ber bi xwekuştinê ve çûne yan jî ji aliyê Talîbanê ve hatine qetilkirin hatin.
9 jin hatin qetilkirin
Li gor agahiyên hatine bidest xistin jinên ku hatine qetilkirin an jî ber bi xwkuştinê ve hatine birin wiha ne:
-Di 1'ê Nîsanê de jinek li navçeya Daikundî ji ber nebûna dibistanê ber bi xwe kuştinê ve hat birin û jiyana xwe ji dest da.
-Di 22’ê Adarê de li navçeya Sorxrud a Nangarharê jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin. Di encama gulebaranê de du kur û keçek wê birîndar bûn.
-Di 4’ê Nîsanê de, Fehîma ya 15 salî li navçeya Kohistanat a Ser-Pulê ji ber zewicandina ber bi xwe kuştinê ve hat birin û dawî li jiyana xwe anî.
-Di 5'ê Nîsanê de li taxa yekem a bajarê Kandaharê jinek ciwan ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû Waheed ve hat qetilkirin.
-Di 5’ê Nîsanê de, li navçeya Hesarak a Nangarharê zarokek 18 salî bi teqîna guleyek jiyana xwe ji dest da û zarokek din ê 16 salî birîndar bû.
-Di 7’ê Nîsanê de, cenazeyê jineke 22 salî ya ku diyar bû çend roj berê hatiye gulebarankirin, ji bîreke avê ya bajarê Nemrozê, hat derxistin.
-Di 7’ê Nîsanê de, li Taxa Yakwa Valang a Bamiyanê jinek ji aliyê kurê xwe ve bi recimkirinê hat qetilkirin.
-Di 14’ê Nîsanê de, Dr. Zakarî ya 27 salî ku heft mehî ducanî bû, dema diçû nexweşxaneya bajarê Texarê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin.
-Di 19’ê Nîsanê de, jineke 25 salî li navçeya Raghistan a Bedaxşanê ji aliyê Talîbanê ve hat qetilkirin.