‘Armanca me ragihandina daxwazên jinan e’
Di dema dawî de gelek însiyatîfên ciwan li ser mijarên jinan xebitîne û dikaribûn bandorê li ser beşên ku kirine hedef çêbikin.
ASMAA FATHÎ
Qahîre – Gelek jin li hemberî pirsgirêkan bêdeng dimînin, ev yek jî dibe sedem ku gelek tişte neyên bihîstin. Gelek ciwanên xwedî însiyatîf, ji bo lêkolîna vê mijarê û piştgiriyê bidin kesên ku nikarin mijarên xwe ragihînin dest bi xebatan kirin.
Însiyatîfa bi navê “Deng” ji destpêkê ve bi awayê cidî kar dike ku derfetên mezintir ji bo jinan ava bike û girîngî dide mijarên tundiya malbatî û destdirêjiya hevjîn û tundiya giştî, ji ber ku ev binpêkirin di civakê de bêdeng dimînin.
Ji bo em însiyatîfa Deng û mijarên di nava salekê de li ser kar dike baştir nas bikin û bizanibin me hevdîtinek bi parêzer û damezrînera însyatîfa Deng Nuha El-Seyêd re kir.
Plan û bernameyên karê însyiatîfa Deng di meha Adarê de çi ne?
Adar meha çalakiyên jinan û cîhanê giştî ye. Tê de mijarên jinan tên ronîkirin, ev meh dibe wesîleya destkeftiyên jinan, bi taybetî di dema dawî de zor dijwar bûne ji bo jinan ji ber çanda serwer ji aliyekî ve û krîzên aborî li pey hev ji ber vîrusa koronayê zêdetir bûn.
Di vê mehê de, em ê li ser xalên nêzî hev kar bikin, ew girêdayî aliyên ku giliyên jinan tomar dikin, ji ber ku karê me di bingehê de ew e ku em dingê jinan ragihînin.
Însyatîfa deng karê xwe li ser pêşkêşkirina xizmetên piştgiriya ragihandinî û zagonî yên jinên paşguhxistî berdewam dike.
Hinek kes dibêjin ku pîrozbahiyên jinan pir tên mezinkirin ji ber ku ew bi heman hêzê piştre berdewam nakin. Hûn ji bo vê mijarê çi dibêjin?
Em nikarin girîngiya ronîkirina mijarên jinan paşguh bikin bi taybetî jinên ku nikarin dengê xwe bigihîjînin biryardaran. Di van deman de jî krîzên jinan zêde tên nîqaşkirin ji bo ku hemû kes bizanibin û bibînin.
Gelek komele hene tenê di wê demê de kar dikin, ev jî pêwîstî bi hişyariyek zêde heye ji bo li ser mijaran kar bikin. Hinek pêdivî bi guhertina çanda komên armancgirtî heye ji bo karê demdirêj lewma pêwîst e kar berdewam bike.
Nêzîkatiyek di navbera saziyên civaka sivîl û însiyatîfên ciwan de heye rewş di meha Adarê de çawa ye?
Alîkariyek mezin di nava hemûyan de heye di asta hemleyên hevbeş û daneyan de. Bi rastî gelek saziyên navdar û însiyatîfên ciwan têkiliyên xwe ava kirin, ji ber ku karê hevbeş di navbera saziyan û însiyatîfan de gelek aliyên xwe yên erênî hene ku pisporiyên hev digrin, qadên piştgiriyê yên berfirehtir peyda dikin ji ber ku xizmetên wan ji jinan re cuda ne.
Der barê însiyatîfa Deng de di dema dawî de bi alîkariya saziya Qahîreyê ya pêşveçûnî û zagonî, me daxuyaniyek taybet li ser binpêkirinên bi riya torên civakî pêşkêş kir. Her wiha însiyatîfa Super Woman ji bo piştgiriya zagonî di vê mehê de em ê pê re li ser pêdiviyên jinan ên bingehîn kar bikin.
Daxwazên jinan û însyatîfên ciwan di Roja Jinan a Cîhanê de çi ne?
Daxwazên jinan gelek in li bendê ne ku girîngî pê bê dayîn, di ware zagonî de hêvî ji bo zagonek dadwer ji bo malbatên Misirê heye da ku pirsgirêka mezin a di zagona malbatî de heyî bê çareserkirin ku jin gelekî ji bandorên zagonên neyînî, êşan dikişînin. Her wiha kar li ser derxistina zagonek taybet bi têkoşîna li dijî tundûtujiya kş dijî jinan bê kirin.
Pêdiviya însiyatîfên ciwan bi derfetek mezin heye ji bo beşdar bibin û girîngiya bangên me ji bo mase û rûniştinên nîqaşkirina zagonan û çarçoveyên civakî.
Însiyatîfa Deng di nava salekê de çi ji jinan re pêşkêş kir?
Însiyatîfa Deng, ji bo piştgiriya mafên jinan di sala borî de piştgiriya ragihandinê pêşkêş kir û hemleyên li ser medyaya dîjîtal bi rêxistin kir. Ji wan yek jî bîranîna qurbaniyên tundûtujiya li ser bingeha olî bû, me hemleyek bi navê “Ji derveyî senaryo” dest pê kir ji bo bûyer û şahidiyên cuda ku jin ji ber cudahiya nêrînan û pejirandina wan bi bawerî û olên xwe rast tên binivîsînin.
Ji 25’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê, bi boneya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundûtujiya li ser jinan me hemleyek li ser medyaya dîjîtal da destpêkirin bi dirûşma “Bi çavên jinan di bin çavdêriyê de” bi ramanca belavkirina hişyariya mijarên girêdayî mafên jinan.
Di çarçoveya hemleya 16 rojan de, me raporek li ser rewşa jinan di civaka Misrê de û zextên tundiya malbatî weşand. Raporek din jî bi navê “Dosyaya qurbaniyên têkiliyên hezkirinê- kuştina ji ber redkirinê.” Her wiha yekîneya alîkariya zagonî jî bi însiyatîfa gilîkirina hin rewşên girêdayî keçên ciwan rabû. 15 bûyerên şêwrên zagonî pêşkêş kirin tê de bûyerên destdirêjî, lêdan, gefxwarin û hwd. hebûn.
Em daxwaz dikin malên taybet ji bo jinên ducanî yên di girtîgehan de werin avakirin li şûna avahiyên cezayan û baxçeyên zarokên di nava zindanan de yên jiyanî jî hebin.
Divê bi lez zagona Rewşên Kesayetî (Zagona malbatê) ya nû bê nîqaşkirin, ji ber ku dozên hevberdana devkî û zewicandina bi gelek jinan re bêyî xebera hevjîn tên çareserkirin. Divê siyasetek diyar hebe ji bo daneyên kesên giliyên bûyerên tundûtujiya li dijî jinan dikin veşartî bimînin û tenê ji bo karmendên li ser kar dikin bên vekirin.