Çalakiya Nobetê ya li wargeha Mexmûrê didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 41’emîn û biryardariyek xurt didome.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 41’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 40’emîn Emer Kara axivî.

‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’

Emer Kara da diyarkirin ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin li ser tevayî mirovahiyê ye û got: “Ev tecrîda giran ya li ser Rêberê me ku 25 salin di girtîgeha Îmralî tê meşandin sûcê mirovahiyê ye. Ev 3 salin tecrîd dinava tecrîdê de li ser Rêbertî tê ferzkirin. Ne bi tu şêweyî parêzer ne jî malbat dikarin hevdîtinê pêkbînin. Mafê her girtiyekê ye ku bi malbat û parêzerên xwere hevdîtinê pêkbîne, lê Rêbertiya me ji mafê xwe yê rewa bêpar dimîne. Ev ji 200 rojan zêdetir e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiyek li wargeha Şehîd Rustem Cudî tê meşandin û ev çalakiyên me wê bidomin heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî.”

Di dawiya axaftinê de bang li tevayî gelê Kurd hat kirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyên xwe xurt bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Merasîma dewgirtinê bi dirûşmeyan bi dawî bû.