‘Wê bi hêza jin û ciwanan qeyûm têk biçin’

Rêveberiya Mala Jin Semîra Elî têkildarî dagirkirina AKP’ê ji şaredariya Colemêrgê re got: “AKP’ê vîna gelê Bakûrê Kurdistanê tune dihesibîne, lewra ew dihizirin ku dê bi tayînkirina qeyûman re gel neçarî xwe bihêlin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê - Wezareta karên hundir ya dewletat tirk di 3’ê Hezîranê de qeyûm li şaredariya bajarê Colemêrgê yê Bakûrê Kurdistanê tayînkirin ku beriya wê êrîşî şardariyê hat kirin û hevserokê wê hat binçavkirin. Ev binpêkirin tevî ku ev şaredarî ji aliyê Dem Partî ve di hilbijartinên 31’ê Adarê de hat qezenc kirin, pêk hat.

Ji 3’ê Hezîranê û heta niha gelê Bakûrê Kurdistanê, endam û rêveberiyên Dem Partî ji bo rakirina qeyûman seferber in ku bê navber çalakiyên cur be cur birêxistin dikin.

Rêveberiya Mala Jin ya kantona Firatê Semîra Elî polîtîkeyên AKP’ê yên li hember destkeftiyên gelê Kurd nirxand.

‘AKP’ê hemû pîvan û zagonan binpê dike’

Semîra Elî di destpêkê de diyar kir ku AKP’ê bi rola tunekirin û qirkirina vîna gelan dilîze û got: “Dewleta tirk û bi taybet AKP’ê her tim kiryarên dijî mirovahî, serxwebûn û azadiyê pêk tîne ku li ser gelê tirkiyê û yê Kurdistanê hişmendiya xwe ferz dike ku tenê ew serwer be. Ev dîroka AKP’ê ye ku bi dagirkerî, zordarî, talan, wêran û işkenceyê tê nasîn. Tevî ku pîvan û qanûnên dewletê hene, lê dîsa jî em dibînin her tim Zagon û berjewendiyên AKP’ê tên pêkanîn. Ji bo vê jî ger îroj di hilbijartinan de pirsgirêk xwe didin der û dozeke weke ya Kobanê tê vekirin, ev xwe dispêrin dîrok û hişmendiya AKP’ê ku dema mirov şirûve bike wê têghêje xelekên zordariya wê. Tevî dozgeriya cezayê hîn destwerdanên qanûnî ji dest Erdogan hatin girtin jî, lê beriya wê li hember gel û rêveberiyên me ku di berxwedana Kobanê de alîkarî pêşkêş kirin doz hat vekirin ku di nav de cezayê gelek giran jî hatin birîn. Berxwedana Kobanê ku di asta cîhanê de weke dozeke mirovî ya şerkirina li dijî terora DAIŞ hat naskirin û piştgirî ji bo wê hat dayîn, îroj li gel AKP’ê weke dozeke terorê têbinav kirin. Ev nêzikatî ger pênaseya tiştekî bike, tê wateya ku Erdogan çavkaniyên terorê mezin û bihêz dike.”

 ‘Ew di qirkirina vîna gel de bi îsrar in’

Semîra Elî behsa armanca tayînkirina qeyûman kir û wiha dewam kir: “Di roja îro de ferzkirina qeyûman li ser şaredariyên gel, dîsa hişmendiya dagirker, talan û serdestiyê dide nîşandan. Ev şaredarî gel bi riya hilbijartin û zagonan bidest xistin, lê AKP’ê vê yekê binpê dike û diyar dibe ku ew di hişmendî, zagon, têghîştina dagirkerî û tunekirinê de bi îsrar e. Ev jî di mijara qeyûma li ser şaredariya Colemêrgê de xwe da der, Colemêrg devereke Kurd e  ku hevserokên wê bi dengdaneke pir xûrt hatin hilbijartin û dest bi xebatên xwe kirin. Ji xwe ev dever cihekî stratejîk e ku AKP’ê dixweze qeyûma xwe bi armanca dizî, gendelî, talan û xirabkirinê bicih bike. Bi zanebûn gelê wir ji tevahî pêdiviyên xizmetguzarî bê par bihêlin ku gel hêrs û tengezar bikin.”

‘Destkeftiyên Kurdan li her derê tên armanc girtin’

Dewleta tirk  di heman demê de gef li hilbijartên navxweyî yên şaredariyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê xwar ku weke hilbijartinên antî demokratîk pênasekir. Semîra Elî ev xal jî wiha anî ziman: “Ger em werin hilbijartinên şaredariyan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî, em bibînin ku xelekên qirkirinê yek in. Çawa ku Rêveberiya Xweser raghandin wê hilbijartinên şaredariyan pêk werin, dewleta tirk yekser ket rewşa gef û êrîşan. Ev hilbijartin xwecihî ne, yên şaredariyan in û ji bo pêşxistina mijarên xizmetguzarî hatin birêxistin kirin. Dewleta tirk ev yek qebûl nekir, hêrs bû, gef xwar û bi bombebaranên xwe herêm kir armanc. Li vir êdî emê wiha binrxînin, dewleta tirk ditrise ku gelê Kurd bibe xwedî statû, maf, hebûn û pergal.”

‘Wê vîna gelê me serkeftinê misoger bike’

Semîra Elî di dawiya axaftina xwe berxwedana gelê Colemêrgê silav kir û got: “Êdî dem veguherî ye û gel daxwazên xwe baş nas dike, lewra ger îro ev qeyûm li Colemêrgê tên pêkanîn gelê me yekser dibin xwedî helwest. AKP’ê dixweze her tişt bikeve xizmetê wan, lê gel vê yekê naxweze û red dike. Serkeftina me ya di hilbijartinên şaredariyan de, ji aliyê jin û ciwanan ve xwedî derketineke mezin lê hat kirin ku ev yek îro di parastina şaredariya Colemêrgê de diteyse. Îro ji şîrî heta pîrî xwe li derdora şaredariyan weke xelek komî serhev dikin û diparêzin. Bi taybet jî dînamîkên civakê jin û ciwan di vê mijarê de pêşengiyê dikin û li hember faşîzma AKP’ê dibin mertal. Berxwedana îro li Bakûrê Kurdistanê tê kirin em silav dikin û di vê baweriyê de ku dê Erdogan di xeta xwe de binketinê bijî û gelê me jî serkeftinê qezenc bike.”