Mizgîn Xelîl: Kesên ji doza Kobanê tên darizandin rûmeta mirovahiyê parastin

Cîgira Encûmena Cîbicîkar Mizgîn Xelîl da zanîn ku girtiyên doza Kobanê rûmeta mirovahiyê parastine û got: “Li şûna ku AKP ji ber mezinkirina terorê were darizandin, berxwedêrên Kurd tên girtin û cezakirin.”

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Hêrs û kîna gelê Kurd a li hemberî biryara dewleta Tirk a darizandina 108 girtiyên bi navê doza Kobanê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de cîgira Encûmena Cîbicîkar a kantona Firatê Mizgîn Xelîl polîtîkayên dewleta Tirk nirxand û helwesta xwe anî ziman.

‘Kîna dewleta Tirk a li hemberî me naqede’

Mizgîn Xelîl sedemên rojevkirina dewleta Tirk ji Kobanê re wiha anî ziman: “Kobanê di dîroka têkoşîna gelê Kurd de xwedî cihekî cuda û bi wate ye. Beriya 40 salan gelê Kobanê yê girêdayî axa xwe malovaniya fikir û felsefeya Rêber Apo kir, wî di malên xwe de pêşwazî kirin û ji nêz ve perspektîfên wî nas kirin pê re jiyan. Lewre ev yek bû tovê bingehîn ê welatparêzî, girêdana bi bîrdoziya Apoyî re û xwedîderketina li pergala neteweya demokratîk. Li aliyekî din şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji gelê Kurd û mirovahiyê re bû hêviya rizgariyê, ji Kobanê dest pê kir û belavî herêmên din bû. Her wiha bi berxwedana li dijî DAIŞ’ê ku hat jiyîn jî berhemên bîrdoziya serok şîn bûn. Di Kobanê de yekitiya gelan û ya neteweyî hat teysandin ku bû bingeha avakirina pergala konfedralîzma demokratîk. Bi berxwedana mutleq a Kobanê re, destkeftiyên bidawîkirina xeteriya terora DAIŞ’ê ya li ser gelan û mirovahiyê pêk hatin. Lewre Kobanê rûmeta mirovahiyê parast. Ger mirov van xalan komî ser hev bike, em ê têbigihîjin ku çima Kobanê her dem di rojeva dewleta Tirk de ye û doz ji bo wê vekiriye.”

‘Qirkirina li ser gelê Kurd berdewam dike’

Mizgîn Xelîl di domandina axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê ya bi berxwedana Kobanê re û wiha domand: “Piştî serkeftina Kobanê, gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir bûn. Heta gihîştin asta ku gelek deveran dagir bike û rojane bombebaranên bênavber pêk bîne. Li rex vê yekê, ev bi qasî 8 salan e ku dewleta Tirk li hemberî kesên ku di pêvajoya şer de piştevaniya Kobanê kirin û tevli seferberiyê bûn, doz vekiriye ku herî dawî di 16’ê Gulanê de biryara dawî hat eşkere kirin. Parlamanter û siyasetmedarên ku hatin darizandin bi roj û şevli ser sînoran bûn, bênavber ji bo Kobanê xebat dan meşandin û bi serkeftinê bawer bûn. Di demeke ku li Bakurê Kurdistanê ev çalakî pêk dihatin, serokê dewleta Tirk jî dixwest ku çete bi serkevin. Dema ku berxwedanî veguherî serkeftin û hesabên dewleta Tirk hatin berovajîkirin, yekser dewleta Tirk biryara destpêkirina doza Kobanê girtin û hemû piştevanên wê demê hatin girtin. Ev biryarên ku derketin jî em weke domandina xelekên qirkirina gelê Kurd digrin dest. Dewleta tirk di tunekirina pergala me ya demokratîk, şoreş û destkeftiyên me de bi îsrar e ku ev yek di darizandina ne wekhev, bê maf û hiqûqî de xwe da der.”

‘Pêwîst e em ji bo Bakurê Kurdistanê seferber bibin’

Mizgîn Xelîl axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Doza girtiyên Kobanê ji çarçoveya hiqûqî derketiye ku bûye dozeke siyasî û leşkerî jî. Em dibînin dewleta tirk bi rengekî eşkere hemû terorîst û serçeteyên ku bi dehan sûcên mirovî pêk anîn û destên wan di xwîna gelan de hene, serbest tevdigerin û bi rengekî azad dijîn. Li hemberî vê yekê, kesên berxwedêr ku ji bo gelê xwe û parastina nirxên miroviyê têkoşiyan û pêşengiya serkeftinê kirin di girtîgehan de ne û bi cezayên giran rû bi rû ne. Mixabin ev nêzikatî li pêşiya hemû mirovahiyê tê kirin ku dewleta Tirk bi rengekî fermî hemû zagon û pîvanên mafên mirovan binpê dike û li şûna wê terorîzmê hembêz dike. Dewleta tirk jî ancax hewl bide bi van rêbazên erzan tol û hêrsa binketina çeteyên xwe bistîne. Em weke Rêveberiya Xweser vê mijarê wiha digrin dest û bang li kesên ku me bi hev re DAIŞ’ê tune kir dikin ku îro dema me ye em xwedî li van girtiyan derkevin. Divê em van biryaran qebûl nekin û bi berpirsyariyên xwe rabin. Çawa ku di 2014’an de Bakurê Kurdistanê ji bo Kobanê seferber bû, îro erka me ew e ku em jî di heman astê de seferber bibin.”