‘Paradîgmaya Rêber Apo çareseriya qeyranên cîhanî ye’

Endama Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Fatimê Lekto bal kişand ser girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Paradîgmaya Rêber Apo çareseriya qeyranên cîhanî ye.”

HESNA MIHEMED

Şehba- 26 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê hêzên hegemonîk ve radestî Tirkiyeyê hat kirin, di zindana Îmraliyê de hatiye dîlgirtin. Roj bi roj siyaseta girankirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û ev zêdeyî 3 salan e tu agahî jê nayê girtin û kes nizane rewşa wî çawa ye. Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin tecrîdeke siyasî ye ku dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û civakê ji hev qut bikin û siyaseta tunekirin û îmhakirinê li ser gel bidin meşandin.

Der barê girankirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa siyasî ya cîhanê û Rojhilata Navîn de, endama Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endama Meclisa Gelan a Efrîn-Şehbayê Fatimê Lekto ji ajansa me re nirxandin kir.

'Bi revandina Rêber Apo xwestin derbeyek li doza gelê Kurd bixin'

Fatimê Lekto di destpêka gotinên xwe de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û cezayê disiplînê yê lê tên birîn şermezar kir û got: "Em tecrîda ku li ser kesayeta Rêber Apo tê meşandin şermezar dikin û tu carî wê qebûl nakin. Girankirina tecrîdê li ser Rêber Apo berdewamkirina komploya li ser gelê Kurd e. Revandina Rêber Apo û meşandina komploya navneteweyî li ser kesayetek azad û xwedî hebûn û îrade weke wî tê wateya hilweşandina siyasetên cîhanê bi giştî. Siyaseta cîhanê û hêzên hegemonîk nikaribûn kesayetek xwedî fikrên azad li hemberî xwe qebûl bikirana ew jî tê wateya lawazbûna rewşa siyasî ya cîhanê. Revandina Rêber Apo û cezayê ku li ser hatiye ferzkirin ne di cih de bû, li dijî qanûnên cîhanî û rêxistinên mafên mirovan e. 26 sal in Rêber Apo di zindana Îmraliyê de berxwedan û têkoşîna xwe heya vê kêliyê berdewam dike. Rêber Apo bi fikrên xwe yên azad Rojhilata Navîn û cîhan tevahî ber bi ronahiyê ve dibir lê di dîlgirtina wî hêzên hegemonîk xwestin civakên Rojhilata Navîn û cîhanê di tarîtiyê de bimînin bi taybetî xwestin Kurd dest ji doza xwe berdin."

'Fikrên azad û demokratîk tu car nakevin bin qeyd û bendan'

Fatimê Lekto behsa belavbûna fikrên azad ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de kir û wiha pê de çû: "Bi girtina Rêber Apo xwestin fikrên azad di nava civakê de bên helandin. Berevojî daxwazên hêzên hegemonîk fikir û felsefeya Rêber Apo di nava civakê de belav bû. Rêber Apo bi riya lêkolîn û xwendina xwe di zindanê de carek din feraseta modernîteya demokratîk ji civakê re ragihand. Ruxmê di zindanê de bû jî zayînek nû di civakê de çêkir û jiyana me nûjen kir. Bi revandin û dîlgirtina Rêber Apo dengvedaneke siyasî di qada cîhanî û Rojhilata Navîn de çêbû lewre siyaseta meşandina tecrîdê li îmraliyê tê kirin. tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin jî tecrîdeke siyasî ye. Ev zêdeyî 3 sal in me tu agahî ji Rêber Apo me negirtiye û cezayê disiplînê li ser wî ferz dikin ku nahêlin parêzer û malbat hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin. Ruxmê ku erka CPT û rêxistinên mafên mirovan ew e rewşa Rêber Apo di Îmraliyê de bişopînin û me agahdar bikin jî ketine bin xizmetên biryarên siyasî yên cîhanê. Bi tecrîda girankirî dixwazin têkiliyên di navbera Rêber Apo û civakê de qut bikin û îradeya civakê lewaz bikin."

'Çareseriya pirsgirêkan Rêber Apo ye'

Fatimê Lekto di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser pêvajoya ku cîhan û Rojhilata Navîn niha tê re derbas dibin û wiha got: "Cîhan û di nav de Rojhilata Navîn di pêvajoyên siyasî yên hesas re derbas dibin bi dawîbûna Lozanê û danîna stratejiyeke sedsalî ya nû. Niha pevçûnên dewletî li ser xaka Kurdistanê tên meşandin û ew bûye qada tasfiyekirina naveteweyî ku her kes ji bo berjewendiyên xwe vê xakê bi kar tîne. Li hemberî van pevçûnên siyasî û leşkerî hêza Kurd jî derket holê ku xwedî felsefe û bîrdoziyeke azad e û li ser pîvanên demokrasiyê tevdigere."

'Siyaseta qirkirinê li ser Rojhilata Navîn didin meşandin'

Fatimê Lekto diyar kir ku rewşa siyasî ya cîhanê li ser Rojhilata Navîn bandorên mezin çêdike lê di vê pêvajoyê de wê hêza Kurd bingeha çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn be û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Niha qada siyasî ya cîhanê ber bi hilweşandinê ve diçe, ji bo sedsala pêşiya me divê hêz û siyasetek nû hebe. Em jî gelê Kurd helbet perçeyek ji vê cîhanê ne û hemû dewletên herêmî yên derdora me di nava şer û pevçûnan de ne û bazirganî tên kirin lewre ev şer bandorê li ser me jî dike. Em daxwaza nexşeyeke nû di Rojhilata Navîn de dikin ku mafên hemû kes û neteweyan di nava xwe de dihewîne. Divê hemû partiyên siyasî û kesên azadîxwaz li hemberî siyaseta qirkirinê bisekinin û şer bikin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin."