Dem Partî ji bo deynên qayûman pêşniyarqanûnek pêşkeşî meclîsê kir

Partiya DEM'ê ji bo deynê ku ji aliyê qayûman ve mayî ji xezîneyê re were veguheztin û deynên ji ber qisûriyên qeyûman çêbûyîn jî ji qeyûman bi xwe bên tehsîskirin pêşniyarqanûn pêşkêşî meclîsê kir.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo tehsîskirina bi milyaran deynên qeyûmên li şûna hevşaredaran hatin tayînkirin li pey xwe hiştin bên teshîskirin, kete nava liv û tevgerê. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo deynên di serdema qeyûman de hatine kirin dewrî xizînyetê bên kirin û deynên ji ber qisûriyên qeyûman çêbûyîn jî ji qeyûman bi xwe bên tehsîskirin, pêşniyarqanûn dan Serokatiya Meclisê.

Di pêşniyarqanûnê de hat xwestin ku di Qanûna Şaredariyan de guherîn were kirin. Hat bibîrxistin ku rayeya tayînkirina qeyûman dane Wezareta Karên Hundir û bal kişand ser deynên awarte yên di serdema qeyûman de hatine kirin. Di heman demê de deynên qeyûman li pey xwe hiştin jî hatin parvekirin. Di pêşniyarqanûnê de deynên qeyûman kirine wiha hatin rêzkirin:

"* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê: 8 milyar û 500 milyon TL

* Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: 3 milyar û 345 milyon TL

* Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê: 3 milyar û 502 milyon TL

* Şaredariya Êlihê: 3 milyar û 53 milyon TL

* Şaredariya Sêrtê: 456 milyon û 853 hezar TL

* Şaredariya Gever a Colemêrgê: 990 milyon û 412 hezar TL

* Şaredariya Misirc a Sêrtê:165 milyon û 54 hezar TL

* Şaredariya Kopê ya Mûşê: 165 milyon û 226 hezar TL

* Şaredariya Hezex a Şirnexê: 41 milyon TL

* Şaredariya Ebexê ya Wanê: 4 milyon û 318 hezar TL

* Şaredariya Farqînê ya Amedê: 90 milyon û 835 hezar TL

* Şaredariya Erxeniyê ya Amedê: 130 milyon û 707 hezar TL

* Şaredariya Pasûrê ya Amedê: 29 milyon û 680 hezar TL

* Şaredariya Pirsûsê ya Rihayê: 176 milyon û 997 hezar TL

* Şaredariya Qoserê ya Mêrdînê: 103 milyon û 532 hezar TL.”

 ‘Deyndarkirin û nelirêtî polîtîkayeke nava hev de ye’

Di hinceta pêşniyarqanûnê de hat gotin ku qeyûmên hatine tayînkirin ji bo şaredariyê bixin rewşekî wisa ku nekarin bixebitin, bi zanebûn ewqas deyn kirine û deyndarkirin û nelirêtî polîtîkayeke nava hev de ye. Hat destnîşankirin ku qeyûm memûrên dewletê ne û kiriyarên wan girêdayî hikûmeta navendî ne û wiha hate gotin: “Lewma jî tiştekî adilane û were qebûlkirin nîne ku deynên wan ji rêveberiya tê hilbijartin re bên hiştin. Ji ber van deynan, mimkin nîne şaredarî bikarin xizmetê ji gel re bikin. Lewma jî mecbûriyeteke ku deynên qeyûman dewrî xizîneyê bên kirin. Di demên berê de bi rêya lihevkirinê deyn hatine jêbirin. Ev texrîbat ne tenê ji bo gel, di bûdçeya cemaweriyê de hatiye kirin. Lewma divê bi qasî qisûra wan tê de heye ev deyn ji qeyûman bên tehsîskirin. Divê derheqê qeyûman de lêpirsîn were destpêkirin. Di serî de qeyûm, divê ev deyn bi kesên rê li ber vekirine bidin dayîn. Nexwe dê ev bêberpirsyartî û neberpirsyarî ji wan re bimîne.”