Rihan Loqo: Doza Kobanê me digihîjîne hev

Berdevka Kongra Star, Rihan Loqo doza Kobanê nirxand û destnîşan kir ku çawa gelê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehiştin, ew ê jî wan bi tenê nehêlin.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Di 16’ê Gulanê de biryara Doza Kobanê hat dayîn. Di doza Kobanê de 108 kes hatin darizandin, cezayên giran li siyasetmedaran hat birîn. Piştî doza Kobanê gelê Kurd û dostên wan, biryarên bê hiqûq ên ku li hemberî siyasetmedarên Kurd hatine girtin şermezar kirin. Der barê doza Kobanê de Berdevka Rêxistina Kongra Star, Rihan Loqo nêrîna xwe anî ziman.

‘Em berxwedana girtiyên doza Kobanê silav dikin’

Rihan Loqo di serî de berxwedêrên dozên Kobanê silav kir û wiha got: “Di serî de em di şexsê jina pêşeng, rêhevala me Fîgen Yuksekdag de, berxwedana girtiyên Bakurê Kurdistanê silav dikin. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hezkirinên xwe pêşkêş dikin û bi ruhê şoreşa jinan wan silav dikin. Hevalên di girtîgehê de berxwedana ku di sedsala 21’ê de didin meşandin, berxwedanek dîrokî ye. Berxwedana ku didin meşandin, dîrokek nû ya têkoşîn û serhildanê li hemberî rejîmên dagirker nîşan dide. Rejîmê her dem êrîşî kesên zana û jinên zana kiriye ku ji hemû jiyanê wan qut bike. Ji lewre berxwedan tu carî li hemberî vê hişmendiyê nehatiye sekinandin. Ji dîrokê ve heta niha, berxwedana Bakurê Kurdistanê, bi pêşengiya jinan her dem berdewam dike. Bi pêşengiya jinan, ji bo avakirina demokrasî, aştî û wekheviyê têkoşîneke mezin hatiye dayîn.”

‘Têkoşîna jinan her ku diçe mezin dibe’

Rihan Loqo di şexsê Fîgen Yuksekdag de têkoşîna jinan wiha nirxand: “Fîgen Yuksekdag bi îradeyek mezin meşiya û hemû kêliyên jiyana xwe ji bo parastin, hebûn û serkeftina jinan derbas kir. Di şexsê Fîgen Yuksekdag de bi dehan û sedan jinên siyasetmedar, rewşenbîr, hiqûqnas û sosyalîst dilsozên azadiyê ne. Ev îradeya jinan a ku nîşan dide, zora dewleta Tirk diçe. Ji ber dibînin di vê sedsalê de li hemberî pergalên hişk jin pêşengiya dîrokî dike. Ew her ku êrîş û hişmendiya xwe kûr dikin, berxwedana jinan bilindtir û mezintir dibe.”

‘Ji bo rizgariya Kobanê yekitiya gelan çêbû’

Rihan Loqo şerê Kobanê yê ku di sala 2014’an de pêk hat wiha anî ziman: “Di 2014’an de şerê Kobanê hebû ku tevahî gelê Kurd û dostên wan li her derê ji bo Kobanê yekitiya xwe ragihandin. Ji bo Kobanê dilsoziyek mezin ji aliyê jin, ciwan û gel ve çêbû. Ji bo Kobanê têkoşînek mezin çêbû ku em dikarin pênase bikin ku xwedî wateyek pir mezin bû. Ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve sînor hatin şikandin û berê xwe dan Kobanê. Berxwedana Kobanê bi piştgiriya gelê Bakurê Kurdistan û siyasetmedar, hiqûqnas û hunermendên ku bênavber têkoşiya, rizgar bû. Gel û jinan xwe ji bo Kobanê kirin yek perçe. Ji bo piştgiriya vê dozê berxwedanek dîrokî hat meşandin.”

‘Kobanê sembola têkoşîn û berxwedanê ye’

Rihan Loqo destnîşan kir ku bi Kobanê re yekitiya gelan hat avakirin û wiha nirxand: “Di serî de em yek bi yek hevalên ku hiştin Kobanê bi ser bikeve, em wan silav dikin. Di şexsê Arîn Mîrkan de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Ji hemû malbatên xwe re sersaxiyê dixwazin, ji ber berxwedana Kobanê bi saya şehîdan bi ser ket. Îro di şexsê Fîgen Yuksekdag de bi dehan siyasetmedar hatin girtin û cezayên giran li wan hatin birîn. Armanca dewleta Tirk ew bû ku dema Kobanê bikeve êdî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû bikeve. Ji ber Kobanê sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Kobanê bajarê yekem bû ku ji destên rejîmê hat rizgarkirin. Kobanê weke bajarê jinan û yekitiyê hat avakirin. Serkeftina Kobanê, mîna serkeftina gelê Kurd hat pênasekirin. Tevahî Kurdan ji bo Kobanê ruhê yekitiyê ava kir. Şikandina dewleta Tirk li Kobanê, şikênandina li hemberî tevahî neteweya demokratîk bû. Dewleta Tirk heta niha vê binkeftinê qebûl nake. DAIŞ’a ku hevalbendên wî bû, bera axa me da lê ew jî têk çûn. Berxwedana dîrokî ku bi komek kêm, teknîka giran ku di destên me de tunebû lê bi ruh, fikir, felsefe, îrade, zanebûn û yekitiyê dagirkerî şikandin.”

‘Kes nikare îradeya me bişkîne’

Rihan Loqo bêdengiya navneteweyî li hemberî doza Kobanê wiha anî ziman: “Heta niha dewleta Tirk îqna nebûye ku li Kobanê hatiye şikandin lewma biryara cezayên giran li 108 siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr û nivîskaran birîn. Ev diyar dibe ku dewleta Tirk pir zeyif e û pergalek demorasî, edalet û wekheviyê li welatê wî nîn e. Pergala dewleta Tirk li ser dagirkerî û yekalî hatiye avakirin. Pergalek li hemberî îradeya gelan xwe ava kiriye. Dewleta Tirk ji îradeya siyasetmedarên ku doza Kobanê kirin ditirse. Heta niha jî dewleta Tirk hewl dide cezayên giran li siyasetmedarên me bibire. Siyasetmedarên ku bi pergala neteweya demokratîk xwe perwerde kirin, siyasetmedarên ku ji bo gelê Kurd biparêzin hatin cezakirin. Ev ceza li ber çavên tevahî cîhanê li wan hat birîn lê di navneteweyî de bêdengiyek mezin heye. Ev bêdengî tê wateya ku ew jî şirîkên dewleta Tirk in. Ew kes ji ber parastina ax û welatê xwe dikin, tên cezakirin. Hûn nikarin îrade û felsefeya me bişkînin.”

‘Em li pişt girtiyên doza Kobanê ne’

Rihan Loqo diyar kir ku ew weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pişt girtiyên doza Kobanê ne û wiha domand: “Hevalên me yên ku di doza Kobanê de tên cezakirin bi peyama berxwedanê destpêkirin. Çawa Kobanê bi berxwedana xwe bi ser xistin, ew li girtîgehan jî hemû rojên xwe kirin têkoşîn û berxwedan. Ew li hember hişmendiya dagirker nasekinin û her rojê xwe kirin berxwedan. Ew peyama berxwedan, ji bo me girîng e û em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan bi tenê nahêlîn û li pişt wan bin. Ew doz me dighêne hev, lewma em bi wan re ne.”

‘Em ê bi berxwedanê dawî li qirkirinê bînin’

Em ê bi têkoşîn, berxwedan û bi rêxistinbûna xwe dawî li pilana dagiker û qirkeran  bînin. Dewleta Tirk di şexsê siyasetmedar, rewşenbîr û gelê me de dixwaze siyaseta qirkirinê li ser gelê Kurd û jinên Kurd dewam bike. Em nahêlîn ev yek pêk werê û em ê bi berxwedana xwe dawî li hişmendiya qirkirinê bînin. Peyama me ewe ku em vê dozê tenê nahêlîn, çawa ku gelê Bakurê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê bi tenê nehiştin, em jî wan bi tenê nahêlîn. Em ê bi ruhê berxwedanê, bi pêşengiya jin û bi dirûşma jin jiyan azadî,  xwe xurt û mezin bikin ku soza me ew e.”