Dalya Henan: Divê gel xwedî li projeyên xwe yên demokratîk derkeve

Endama Desteya Rêveber a MSD’ê Dalya Henan, êrîşên dewleta Tirk li dijî axa Kurdistanê nirxand û got: “Dewleta tirk tu hesaban nake, tenê dixwaze gelê Kurd û projeya neteweya demokratîk a gelan înfaz bike.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo-  Dewleta Tirk li seranserî Kurdistanê êrîşên dijwar li dijî gelê Kurd pêk tîne. Li Bakurê Kurdistanê şaredariyên ku ji aliyê îradeya gel ve hatiye hilbijartin, di bin sedemên cuda qayûm davêje. Her wiha bi rojane êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û di encamê de zêviyên gel bi çekan dişewitîne. Li dijî van êrîşan gelê Kurd li seranserî Kurdistan û derveyî welat li ber xwe didin.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk li dijî axa Kurdistanê, endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Dalya Henan nêrîna xwe ji ajansa me re parve kir.

‘Dewleta Tirk di şeran de rolên neyînî dilîze’

Dalya Henan pêvajoya Rojhilata Navîn tê de derbas dibe wiha nirxand: “Ger em giştî rewşa Rojhilata Navîn bigrin dest û aloziyên ku ev nêzî 13 sal in li Rojhilata Navîn di piranî welatan de bi pêş ketin, şerek tûj û dijwar bû. Yek ji wan dewletan ku roleke neyînî lîst, li hemberî îradeya gelan sekinî, dewleta Tirk bû. Em dibînin dewleta Tirk hêvî dike careke din vegere dîroka Osmaniyan. Ji bo li welatên Ereban projeya xwe berfireh bike, gelek rolên neyînî lîst. Dewleta tirk destek da çeteyên DAIŞ’ê ku êrîşî Sûriyeyê heta Iraqê bikin. Heta dewleta tirk di şerê Rûsya û Ukraynayê de jî rolek neyînî lîst.”

‘Dewleta Tirk ji netewa xwe pê ve neteweyên din qebûl nake’

Dalya Henan destnîşan kir ku pergala dewleta Tirk ji yek neteweyî pêk tê lewma êrîşî hemû neteweyên li derdora xwe dike û wiha berdewam kir: “Di sedsala 21’emîn de îradeya gelan derdikeve pêş. Gelên ku bi salan e bindest bûn û ji maf û demokrasiyê mehrûm bûn, welatên ku rê nedidan civak bi rengekî aram û aştiyane bi hev re li ser bingeha wekheviya gelan bijîn, îro dengê xwe derdixin. Dewleta Tirk çawa êrîşî axa Sûriyeyê kir, heta niha jî ji sedî 20 ji xaka Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Em gelek caran dibînin ku li Başurê Kurdistanê êrîşên dijwar bi pêş dixe û çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev hemû ger em binirxînin, li hemberî îradeya gelan ên ku dixwazin, îradeya xwe temsîl bikin tên kirin. Ji ber zihniyeta dewleta Tirk a yek dewlet e, tu neteweyan ji xêncê xwe qebûl nake lewma êrîş her dem êriş dike.”

‘Êrîşên dewleta Tirk li hemberî mafên mirov civak û gelan in’

Dalya Henan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî şaredariyên Bakurê Kurdistanê ku bi îradeya gel hatibûn hilbijartin û qeyûm hatin avêtin wiha nirxand: “Hilbijartinên ku li Bakurê Kurdistanê pêk hatin, dewleta Tirk cardin mudaxale kir. Her kesê jî şopand hilbijartinên ku çêbûn, gel bi îradeya xwe şaredarên xwe hilbijartin lê careke din dewleta Tirk şaredarên ku hatin hilbijartin digre û dixe zindanan û li şûna wan qeyûman bi cih dike. Ev yek diyar dike ku ev êrîş, êrîşên li hember demokrasiyê ne. Êrîşên li hemberî mafên mirov, civak û gelan in. Divê civaka me li hemberî van êrîşan xwedî helwest be. Civak şiyar be, ne tenê civak, hêzên navneteweyî jî li hemberî rola neyînî ya ku dewleta Tirk dilîze divê bertek nîşan bidin.”

‘Bi êrişan her roj Rêveberiya Xweser tehdît dike’

Dalya Henan diyar ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj ji aliyê dewleta Tirk ve rastî êrîşan tê û wiha got: “Em jî weke MSD’ê Sûriyeya demokratîk bi rê ve dibin û ji bo avakirina Sûriyeya ne navendî, demokratîk û hemû civak bi rengekî demokratîk bi hev re bijîn li ser bingeha wekheviya gelan projeya me wiha ye. Lê em dibînin projeya Rêveberiya Xweser her roj ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê hedefgirtin. Rêveberiya Xweser dema hat ragihandin, bi rastî jî bi îradeya gel û yekitiya pêkhateyan hat ragihandin. Herêma me rastî gelek êrîşan hat ji aliyê komên çete û dewleta Tirk ve. Gel hat wê astê ku li hemberî hemû êrîşan, xwe bi xwe bi rê ve bibe. Îro zarokên vî welatî rêveber in. Tu kes ji derve ve nehatiye, vê welatî bi rê ve nabe. dewleta Tirk metirsiya wî ji vê projeyê heye, her carê bi hincetên cuda êrîş dike. Li gorî zagonên navneteweyî divê tu welat zehmetiyan li ser welatên din çêneke. Ji bo qutbûna welat çênebe divê dagirkerî bi dawî bibe. Îro Tirkiyeyê, Sûriye perçe kiriye û dagir kiriye. Divê dewleta Tirk rêz nîşanî vê qanûna navneteweyî bide û dagirkerî bi dawî bibe.”

‘Projeyên me ji bo xizmeta gel in’

Dalya Henan da zanîn ku ji bo dagirkerî bi dawî bibe, ew ji hemû aliyan ve ji bo dan û standinan vekirîne û wiha domand: “Em weke MSD ji hemû aliyan ve ji bo dan û standinê vekirîne lê rewşa ku îro welatê Sûriyeyê tê de, cihên wê yên hatine dagirkirin, rê li ber dan û standinan tê girtin. Em hemû dizanin, li Sûriyeyê divê careke din yekitiya ax û gel ava bibe û were parastin. Em jî weke MSD’ê hesas nêzî vê mijarê dibin, ji ber em jî perçeyek ji Sûriyeyê ne û hemwelatiyên Sûriyeyê ne. Projeyên me divê projeyên ji bo Sûriyeyê bin û hemû projeyên me bikevin xizmeta Sûriyeyê. Em jî dibêjin divê ev dagirkerî bi dawî bibe û mirovên ku derketine derveyî welat bi kerameta xwe vegerin ser axa xwe. Divê rêz ji qanûna 22 û 54 re were dayîn ku aramî û îstîqrar bê çêkirin û aloziya Sûriyeyê bi dawî bibe û çareseriya bingehîn çêbibe. Ev yek jî encax bi destûra demokratîk, welatekî demokratîk û ne navendî gengaz dibe.”

‘Êrîşên dewleta Tirk li ser axa me destdirêjî ye’

Dalya Henan êrîşên dewleta Tirk li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Êrîşên dewleta Tirk li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destdirêjî ye. Ji ber li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala ku hatiye avakirin, pergala xwe bi xwe bi rê ve birin e. Tu bandora wê li ewlehiya hundirê Tirkiyeyê nake û tu xetere li ser nedaye avakirin. Tu êrîş ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li ser Tirkiyeyê nehatine kirin. Her û her êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin. Di destpêka vê salê de çawa bi awayekî dijwar êrîşî binesaziya herêmên me kir me hemûyan dît. Di encamê de saziyên ku xizmeta gel dikirin, ji xizmetê derketin. Sazî, sivîl û jin di encama êrîşan de hatin armancgirtin. Niha jî zeviyên gel tên hedefgirtin û tên şewitandin. Ev hemû çi didin diyarkirin? Zextek li ser civakê çêdikin ji aliyekî ve deriyê koçberiyê vedikin û ji aliyekî ve jî derbeyek li Rêveberiya Xweser dixin. êv êrîş di dema hilbijartina şaredariyan zêde bûn. Rêveberiya Xweser demek diyar kir ku hilbijartina şaredariyan pêk were, gel bikaribe xizmeta welat û saziyên xwe bike. Saziyek girêdayî civakê ye û tu xetere li ser ewlekariya Tirkiyeyê çênake lê careke din dewleta Tirk tehdît kir ku wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Siyaseta li hemberî gelan, siyaseta qirêj a ku tên meşandin ji bo qirkirina gelan e êdî bandora wê tune ye ji ber wê jî bêtehemuliya dewleta Tirk her diçe mezin dibe.”

‘Divê gelê me li hemberî planên dagirkeriyê hişyar be’

Dalya Henan herî dawî bang li gel kir ku li hemberî hemû planên tên çêkirin hişyar bin û wiha bi dawî kir: “Gelê me li hemberî êrîş û tehdîtên ku tên kirin divê tedbîr bigre. Destkeftiyên me di xeterê de ne, êrîş rojane hene û sivîl bi rojan e tên hedefgirtin. Çend roj berê xortekî ji aliyê dewleta Tirk ve li ser sînor hat armancgirtin. Dewleta tirk tu hesaban nake û hedefa wî tenê ew e ku gel û Rêveberiya Xweser tune bike. Li ser van esasan divê civaka me hişyar be, yekitiya xwe xurt bike. Em xwedî helwest bin û hemû pêkhate yekitiya xwe xurtir bikin da ku em van êrîşên heyî vala derbixin û bikaribin xwedî li projeyên xwe yên demokratîk derkevin.”