Remziye Mihemed: Sekna gel wê bibe bersiva êrîşan

Endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed êrîşên dewleta Tirk ên li seranserê Kurdistanê nirxand û got: “Gelê Kurd li hemû aliyên Kurdistanê berxwedanek pir mezin li hember êrîşan nîşan dide.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Piştî hilbijartina şaredariyan li Bakurê Kurdistanê çêbû, dewleta Tirk hewl da şaredariya Wanê desteser bike lê bi berxwedana gel şaredarî careke din ket destên gel ku bi îradeya xwe hilbijêrên xwe diyar kiribûn. Herî dawî dewleta Tirk qayûm avêt ser şaredariya Colemergê û gel careke din dest bi berxwedanê kir. Di heman demê de dewleta Tirk heta niha jî êrîşî Başûrê Kurdistanê dike û di êrîşan de çekên qedexekirî bi kar tîne. Êrîşên dewleta tirk ên li ser herama Bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî didome, zeviyên genim û ceh ên gel li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişewitîne.

Der barê êrîşên dewleta Tirk de endama Koordînasyona Kongra Star, Remziye Mihemed nêrîna xwe anî ziman.

‘Gelê Kurd li hemberî desthilatdariyê şerekî mezin dimeşîne’

Remziye Mihemed êrîşên dewleta Tirk li hemberî Başurê Kurdistanê wiha nirxand: “Ew salên dirêj şervanên azadiyê li Başûrê Kurdistanê berxwedanek mezin raber dikin û êrîşên bênavber ên dewleta Tirk li ser wan tên meşandin. Du pergalên li dijî hev, yek ji bo aştî û aramiyê şer dikin, yek jî ji bo tunekirina gelê Kurd û gelê herêmê şer didin meşandin. Dewleta tirk ev nêzî pêncî sal in li dijî tevgera azadiyê şer dike û sal bi sal mezintir û girantir bi çekên giran û kîmyewî êrîş dike. Şervanên Kurdistanê, ji bo parastina xwe, nirxên şoreşê û gelê xwe berxwedaneke pir mezin didin meşandin. Îro dewleta Tirk axa Başûrê Kurdistanê û qadên parastina medyayê dike hedef û ev pêvajo hebûn û tunebûnê nîşan dide. Em  ê li pişt şervanên xwe bin, ew şervan tu carî hêza wan naşikê û hêza wan xurt dibe.”

‘Dewleta Tirk bi qeyûman li hember îradeya gel derdikeve’

Remziye Mihemed êrîşên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi taybetî piştî hilbijartinên şaredariyê wiha anî ziman: “Bi hilbijartinên ku îsal di meha Adarê de pêk hatin, gel dikaribû temsîliyeta xwe bike û bi îradeya xwe şaredariyan bi dest bixe. Ger pergala demokratîk bê avakirin, bê gel nayê meşandin. Gel bi hêz û îradeya xwe dikare rêveberiya xwe derxe û bi hêza gel ew rêveberî kar û xebatên gel dimeşîne. Me di hilbijartinê de careke din dît, hikûmeta Tirkiyeyê careke din li hemberî îradeya gel derket. Berxwedana ku li bajarê Wanê derket holê, gel bi xwe qeyûm qebûl nekir, îradeya ku temsîl dikin, xwestin ew xizmeta wan bikin. Êrîş mezin in, li mû   qabilê wê berxwedana gel jî mezin e. Siyaseta vala ya dewleta Tirk ku êdî nikare ji bo gel û hikûmeta xwe xizmetê bike, ji bo ku xwe weke hêzek nîşan bide, êrîş dike û anîna qayûman dimeşîne. Temenê wan kêm maye êdî pergala desthilatdar nameşe û gel qebûl nake, ev siyaseta hundirê wê vala bûye û divê qalikê wê bişke, ew jî wê bi berxwedana gel bişke.”

‘Dewleta Tirk li hemberî xwêdan û keda gel şer dide meşandin’

Remziye Mihemed herî dawî armancgirtina aboriya gel ku dewleta Tirk rojane bi çekan genim û cehê gel dişewitîne wiha nirxand: “Di şoreşê de me destkeftiyên mezin bi dest xistin, di nava vê berxwedanê de zehmetiyên mezin jî hebûn. Gelê me di dema şoreşê de bi birçîbûnê re rû bi rû ma, bi tunebûna aborî re rû bi rû ma. Salên bê avî jiya, heta niha Hesekê wê rewşê dijî. Dewleta Tirk di aliyê leşkerî, dîplomasî, rêxistinbûna jinan, hedef girt lê di van aliyan de bi ser neket. Niha jî dixwaze civakê û Rêveberiya Xweser bîne hemberî hev û aboriya me zeyîf dike lê em ji zehmetiyên giran derbas bûn, sînorên heyî hemû hatin girtin, dîsa jî gelê me xak, zevî û axa xwe, bi rê ve birin. Di aliyê çandinî de hêz dan kooperatîfan lê ew jî rastî êrîşan hat. Beriya çend mehan êrîşî binesaziya herêmên me kir. Gelê herêmê di aliyê zîraet û çandinî de dabara jiyana xwe dike, niha jî genim û zeviyên gel dişewitîne. Êdî bi xwêdan û keda gel re dilîze û şer dide meşandin. Ev êrîş aloziyê di nava civakê de ava dikin.”

‘Berxwedana gel wê êrîşan têk bibe’

Remziye Mihemed di dawiya axaftina xwe de berxwedana gel a li hemberî êrîşan wiha anî ziman: “Li hemberî hemû êrîşan gel berxwedanek mezin nîşan dide. Di heman demê de yekitiya gel li herêmê heye. Li Dêrezorê heta niha şer û nakokî dixwazin di nava gelan de çêbikin lê dîsa jî gel bi xwe bi hêzên xwe yên parastinê şaneyên veşartî yên çeteyan derdixe holê. Gel dibêje ez îrade me û bi îradeya xwe dimeşim. Yekitiya gelan derdikeve û hevgirtina gel diyar dibe. Hem Rojava, hem jî li giştî Kurdistanê berxwedaneke pir mezin li hemberî êrîşan heye.”