‘Bi hilbijartinên şaredariyan em ê gaveke dîrokî bavêjin’

Endama Koordînasyona Kongra Star, Şîraz Hemo deklerasyona ku Kongra Star û Kombûna Jinên Zenûbya ji bo hilbijartinê dane wiha nirxand: “Şaredariyên demokratîk, ekolojîk di eksena azadiya jinê de çiye, me di deklarasyonê de parve kir.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Rêxistina Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya di 22’yê Gulanê de bi dirûşma “Bi vîna jin jiyan azadî, ber bi şaredariyên demokratîk ve” deklarasyona xwe ya hevpar a hilbijartina şaredariyan eşkere kirin.

Têkildarî deklarasyonê, endama Koordînasyona Kongra Star, Şîraz Hemo nêrîna xwe ji ajansa me re ani ziman.

‘Têkoşîn her ku diçe bilind dibe’

Şîraz Hemû di serî de destnîşan kir ku destkeftiyên ku 12 sal in bi dest xistine divê biparêzin û yên din jî li ser zêde bikin û got: “Ev 12 sal in têkoşîna me bênavber bi coşeke mezin berdewam dike. Mîrasek mezin a Kongra Star, ji roja ku ava bûye ve heta niha heye. Ev 12 sal in weke şoreşa jinan hê jî ew rêxistin, têkoşîn û xebat zêdetir bi nav û deng bûye.”

‘Namzedên jin îradeya jinan temsîl dikin’

Şîraz Hemo weke Rêxistina Kongra Star, tevlibûna hilbijartina şaredariyan wiha nirxand: “Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dema hilbijartina şaredariyan ragihand, me dît em dikarin gaveke dîrokî bavêjin û destkeftiyeke jinan a din jî bi dest bixin. Wê ev gav jî bibe, berhema şoreşa jinan. Pêwist bû ku hîn zêdetir ji bo avabûna jiyana civakî em hîn zêdetir bixebitin. Jixwe me weke Rêxistina Kongra Star dema ku hat ragihandin wê hilbijartin çêbibe, me zêdetir xwe bi rêxistin kir, komîteyên xwe çêkir, di nava jinan û civakê de civîn û şîroveya hilbijartinê kir. Me girtîngiya hilbijartinê vegot, ji ber wê îradeya jinan dê di hilbijartinê re derkeve. Di heman demê de wê bi hilbijartinê re nasnameya jinên azad derkeve lewre em ê dengê xwe bidin xwe bi xwe. Di tevahî cîhanê de cara yekemîn e ku ev gav tê avêtin. Me hilbijartinên pêşwext çêkir, me gelek hêz girt, jinan jî coşeke mezin ji hilbijartinên pêşwext girtin. Me pêşhilbijartinek çêkir ku dema hilbijartina giştî çêbibe êdî namzedên me diyar in ku ew namzed îradeya jinan temsîl dikin.”

‘Di 22’yê Gulanê de deklarasyon hat ragihandin’

Şîraz Hemo deklarasyona ku di 22’yê Gulanê de ji raya giştî re eşkere kirine wiha anî ziman: “Piştî hilbijartinên pêşwext çêbûn û coşa ku jinan girt pêwîst bû em deklarasyona xwe jî ragihînin. Armanca me bi van hilbijartinan çi ye, rêxistina jinan ji hilbijartinê re çiqas amade ye, bernameya ku ji bo jiyana azad, demokratîk û ekolojîk ku şaredariyan li ser van bingehan araste bike çi ye, peyama jinan, banga me ji tevahî jinan ku çawa tevli hilbijartinan bibin, me deklarasyona xwe ragihand û armanca xwe rêz kir.”

‘Em dikarin nirxên azadiya jinan û wekheviyê biparêzin’

Şîraz  Hemo li ser jiyana azad û wekhev rêxistinbûn û têkoşîna xwe wê çawa bi rê ve bibin wiha got: “Bi salan e têkoşîna me ji bo azadiya jinan û civakê ye, bedelên pir mezin li ser vê xetê pêk hatin û şehîdên pir mezin xwe feda kirin, ji bo vê armancê pêk bînin. Berxwedanên pir mezin ji aliyê kesên ku ji jin û azadiya jinan bawer in ve pêk hatin. Me di şoreşa jinan de ev tişt bi dest xist û jinan gavên pir mezin avêtin. Dikaribûn xwe bi rêxistin bikin û li hemberî astengiyan bisekinin. Her ku zihniyeta baviksalarî berdewam bike, wê têkoşîna me jî bidome. Li hemberî dijminên dagirker ku îradeya jinan û civakê hedef digrin, pêwîst e em xebatek bi têkoşîn û berxwedanek zindî bidin meşandin. Bi riya van hilbijartinan, şaredariyên demokratîk û ekolojîk dikarin pêk bînin. Em dikarin nirxên azadiya jinan û wekheviyê biparêzin. Siyaseta parastina jinan em dikarin bi pêş bixin. Ji bo wê jî em azadiya jinan esas digrin. Di hevpeyaman civakî de di benda 25’an de azadiya jinan, mafên wan û wekheviya di navbera her du zayendan de, pir girîng û bi hêz bû.”

‘Hevserokatî û nûnertiya wekhev ji bo me gelek girîng e’  

Şîraz Hemo pergala hevserokatî û nûnertiya wekhev ku di deklarasyonê de bal kişandibûn ser, wiha nirxand: “Benda herî bingehîn di şoreşa jinan de pergala hevserokatî bû. Ger em bixwazin nêrîna jinan li her dewerê de hebe, pêwîst e pergala hevserokatî were rûniştandin. Dema em dibêjin jin jiyan azadî ku divê em pêk bînin divê pergala hevserokatî pêk were û sereke ye. Li Kêleka wê jî nûnertiya jinan di meclisa şaredariyan de divê were rûniştandin ku em nûnertiya xwe ji % 50 tam bînin cih, wê fikrên jinan, xweseriya wan, nirxên wan biparêze. Wê di şaredariyan de meclisên jinan werin avakirin ku ev ji bo me pir girîng e. Hem di hundirê şaredariyan de xweseriya jinan dê wer parastin, hem jî weke meclis, em ê berdevk û projeyên jinan bişopînin û gelek xebatan bidin meşandin. Ji bo me hem hevserokatî hem jî nûnertiya wekhev gelek girîng e.

‘Ji bo têkoşînê şaredariyên demokratîk û ekolojîk pir girîng in’

Şîraz Hemo di deklarasyonê de armanca avakirina şaredariyên demokratîk, ekolojîk bi pêşengiya azadiya jinan wiha parve kir: “Weke Kongra Star ji bo me civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan pir girîng û esas e ku ev yek ji bo şaredariyê jî pir girîng e. Weke Kongra Star komîteyek me ya taybet a ekolojiyê heye û em vê têkoşînê ji zû ve ye berdewam dikin. Mudaxeleyên li ser xwezayê tên kirin, projeyên kapîtalîzîmê û hêzên hegemon ên ku ji bo berjewendiyên xwe amade ne her tiştî bikin. Ji bo wan mirov, civak û xweza ne girîng in. Em îro dibînin daristanên li Efrînê tên şewitandin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibînin ku çawa avê digrin ku em dizanin ew bend ji hêza xwe zêdetir avê bigre wê teqandinek mezin çêbibe. Li kêlekê wê ger av were berdan wê feydeyek li ser erdê, civak û aboriya civakê bandorê bike lê ev hêz mudaxeleya xwezayê dikin. Ji bo têkoşîna me, şaredariyên demokratîk, ekolojîk pir girîng e.”

‘Bend hemû civakê digrin nava xwe’

Şîraz Hemo 19 bendên ku di deklarasyonê de destnîşan kirine wiha anî ziman: “Bê azadiya jinan, azadiya civakê jî nîn e. Ger em bixwazin ev yek pêk were divê di her aliyekî de hem azadiya jinan hem jî avakirina demokrasiyê bê çêkirin. Ji bo wê jî bendên ku me dane diyarkirin, hemû civakê digrin nav xwe. Hem aliyê aborî, tendirustî, jinên ku rastî tundiyê tên, navendên şêwrê, şaredariyên demokratîk ava bikin hatine ziman. Çawa projeyên jinan bi pêş bikevin hatine destgirtin. Nêrîna komîn û meclisan ewqas girîng e, hatiye destgirtin. Hemû aliyên civakê di aliyê azadî, nirxên werin parastin û parastina mîrasên civakî de hatine diyarkirin ku em ê bi van bendan şaredariyek demokratîk ava bikin.”

‘Werin tevli hilbijartinan bibin’

Şîraz Hemo herî dawî bang li jinan kir ku tevli hilbijartinan bibin û îradeya xwe derxin û wiha bi dawî kir: “Banga me ji hemû jinan re ew e ku werin tevli hilbijartinan bibin û dengê xwe bidin. Dema tevli hilbijartinan dibin dê dengê xwe didin xwe, îrade, nasname û destkeftiyên ku bi dest xistine biparêzin. Dengê xwe dê didin tama azadiyê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de me dîtiye. Em ji hemû jinan re dibêjin tevli hilbijartinan bibin, ev hilbijartin wê rengê Rêveberiya Xweser a demokratîk ragihîne hemû cîhanê.”