‘Ji bo çareseriya aloziyan pêwistî bi diyalogê heye’

Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Lorîn Elî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî, balkişand ser dîyalogên bi hikumeta Sûriyeyê û got: “Ji bo çareseriya aloziyan pêwistî bi diyaloga hêzên Sûriyeyê heye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Êrişên dewleta Tirk ên li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdevam dike. Dewleta Tirk ji bo ku destkeftiyên şoreşê vala derxîne bi rojan êrişên bi hewayî û bejayî, bi şerên taybet li ser gelê herêmê pêktîne. Li hemberî van êrişên topyekîn Rêveberiya Xweser a Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi reyên sîyasî û dîplomasiyê ji bo vala derxistina êrişan di nav lîv tevgerê de ye. Yek ji wan qavên stratejîk dîyalogên bi hikumeta Şamê re ye. Endama Meclisa Jinên Sûriyeyê Lorîn Elî der barê geşedanên li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destkeftiyên jinan, êrişên dewleta Tirk û dîyalogên bi hikumeta Şamê re ji ajansa me re axivî û da zanîn ku riyên girtina li ber êrişên dewleta Tirk û dagirkeriya wê bi hevgirtina gelan, naskirina sîstema Rêveberiya Xweser û bi dîyalogên hikûmeta Şamê re pêkan e.

‘Çi gav tê avêtin bi pêşengiya jinan e’

Lorîn Elî bal kişand ser rewşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha anî ziman: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin di nava berxwedaniyek mezin de ne. Çi gav tê avêtin bi pêşengiya jinan e. Bêguman jin ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar û xebat dikin ji bo azadiya hemû jinên li Sûriye û Rojhilata Navîn dixebitin. Lewma tên hedefgirtin, çi di nava civakê de be çi jî ji aliyê dewletên desthilatdar û dagirker ve be. Armanca jinan a sereke ew e ku zanista Jineolojiyê belav bikin û her jina li Sûriyeyê bi rêxistin bikin da ku bikaribin civakek azad û wekhev bi hişmendiya jinên azad bidin avakirin. Ji bo wê bangewaziya me ew e ku her jin li ku derê dibe bila bibe xwe bi pêş bixe, biparêze û xwedî li zanista xwe derkeve. Ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk û wekhev em banga bilindkirina asta têkoşînê dikin.”

‘Çareserî diyaloga di navbera hêzên Sûriyeyê de ye’

Lorîn Elî di berdewama axaftina xwe de got: “Êrişên ku tên kirin li ser xaka Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê ye. ji bo ku em bikaribin rê li ber van êrişan bigrin û xaka xwe ji dagirkeriyê xelas bikin, pêwistî bi hevgirtina gelê Sûriyeyê heye. Her wiha pêwîst e hikûmeta Sûriyeyê sîstema Rêveberiya Xweser erê bike û li hemberî êriş û dagirkeriyê şer bike. Vê sîstemê gel hilbijartiye, ji ber ku sîstemek wisa ye, ruhê gelan zindî dike û mafê wan diparêze lewma pêwistî bi diyaloga hêzên Sûriyeyê heye. Gerek hikûmeta Sûriyeyê li hemberî dagirkerî û êrişan bêdeng nemîne. Bi diyaloga hêzên Sûriyeyê bê destwerdanên derve dê çareserî ji krîzê re were dîtin.”