‘Divê jin di qada siyasî de hebûna xwe bi hêz bike’

Mihabata Heme Emîn derbarê rewşa siyasî ya niha li başûrê Kurdistanê nirxand û: “Ji bo pêşîlêgirtina dagirkerî û ji bo aramiya rewşa siyasî, divê jin hê zêdetir di kar û xebatên siyasî de xwe bihêz bikin.”

NÎHAYET EHMED

Silêmanî- Li başûrê Kurdistanê rewşa siyasî û ne arambûn bandorê li ser jiyana gel dike, ev rewş bandor li ser tevgera hemû çîn û lêkolînerên civakê kiriye siyaseta heyî li her aliyê jiyana civakê teyîssandina xwe dike ev teyîsandin herî zêde li ser jin  ciwanan bandora xwe dike.

Endama Desteya Rêveberiya Tora hevbeş ya Rêxistinan Mihabat Heme Emîn  geşedanên siyasî ên ku li başûrê Kurdistanê rûdidin, bandora krîza di nav siyasetê de li ser jin û ciwanan û rola wan nirxand. Mihabat Heme Emîn  diyar kir ku di ev qonaxa ku siyaset dinav xitimandinê de ye  divê jin bibin xwedî rola sereke. Ji bo bi destxistina maf û armancên xwe divê kar bikin.

‘Jinan karîne cihê xwe bihêz bikin’

Endama Desteya Rêveberiya Tora hevbeş ya Rêxistinan Mihabat Heme Emîn derbarê rewşa siyasî ya niha li başûrê Kurdistanê berdewamiya dagirkeriyê û rola jina divê rewşê de wiha got: “Ji derketina mirovatiyê heya niha bandora jinê heye, li gel wê jî rola wan a sereke heye, piştî berjewendiya sîstema sermayedar, jin xistine di nava malê de û wisan kirine ku jin nekevin ferqa hêza xwe. Bi taybet di aliyê aborî de bi destxistina erk, rêvebirin lewaz bû. Lê belê di şoreşa netewa me de li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê, jinan karîne cihê xwe bihêz bikin û di azadkirina Kurdistanê de rola wan hebe.”

Mihabat Heme Emîn diyarkir ku divê jin di her alî de ji xwe bawer bin û beşdarî qada siyasî û îdarî bibe û wiha got: “Li gor min desthilatdar di qada siyasî de şikest û nakokî derdikeve, divê di wê demê de jin bi hêz bin û bikarin berbi serkeftinê ve gav biavêjin. Daku bikarin cihê xwe li ser asta navenda biryardanê de bigrin.”

‘Divê beşdariya jinan zêde bibe’

Mihabat Heme Emîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa ezmûna jinan kir û got: “Jinan di qada siyasî de cihê xwe diyar kiriye. Divê hê zêdetir xwe pêş de bibin ji ber pêwistiya gel bi destxistina mafê xwe û baweriya temam bi îradeya jinan heye. Ji ber wê divê jin ji bo bigihêjin armanca xwe zêdetir hêza xwe derxînin holê. Di qada siyasî de li pêşiya jinan astengî çêdibe ku ji bo cîhê xwe di pêş de negrin. Lê belê wek ezmûna jinan ya çend salan, jinê hertim di aliyê siyasî, di hemû rêxistin û partiyên siyasî de cihê xwe girtiye û  rêjeya beşdariya jinan li parlementoya Kurdistan û Îraqê zêde dibe.”

‘Divê jin ji bo bidestxistina armancên xwe xebat bikin’

Mihabat Heme Emîn wiha qotinê xwe domand: “Jin bi awayê niha nikare rol û cihê xwe li parlementoya yan jî di hikumetê de cih bigre, bi rêjeyek gelek kêm jin dikarin di asta navend û deshilatê de cih bigre. Lê belê ew rêjeya kota ku hatiye diyarkirin li gor salên borî bi hewl û têkoşîna jinan karîn derfetên baştir bi dest bixin, bibin pêşeng û di nava partiyên siyasî de beşdarî karê parlementoyê bibin. Her wiha divê jin zêdetir baweriya xelkê bi dest bixin û yekbûnê  di nava gel û xakê de çêbikin.”Mihabat Heme Emîn bal kişand ser rewşa siyasî ya niha li Kurdistan û Îraqê û wiha pê de çû: “Ji ber ne aramiya rewşa siyasî, niha pêwîstiya me bi yekgirtina di navbera jinan de heye, daku bikarin gavên baş di aliyê siyasî de biavêjin û tu kes nikaribe rêgiriyê li jinan bikin.”

‘Di qonaxa hestiyar ya siyasî de jin rola xwe digrin’

Mihabat Heme Emîn peyama xwe ya ji bo jinan wiha anî ziman: “Peyama min hertim ewe ku jin xwe bi hêz bikin û bikarin armancên xwe pêkbînin û bibin yek deng. Ji bo qada xebatê bibeşdariya jinan berdewam bikin û ji bo hemû armancên jinan kar bikin. Niha di qonaxan de pêwistiya me bi wê yekê heye ku jin bibin xwedî rola sereke. Ji bo bi destxistina maf û armancên divê kar were meşandin.”