Zozan Bekir: Êdî tu hêz nikare hebûna Kurdan înkar bike

Bi nêzikbûna sedsaliya peymana Lozanê re Berdevka koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zozan Bekir têkildarî sedsala peymana Lozanê axivî û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê bersiva herî mezin a li hember peymana Lozanê ye."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê- Di 24'ê Tîrmeha 1923'an de di navbera hêzên hevpeyman û rêveberiya Enqereyê de, li bajarê Lozanê  ya Swîsre yê hevpeymana Lozan hate îmzekirin. Di vê hevpeymanê de erdnîgariya Kurdistanê ku di peymana Qesra Şirîn ya di 1639'an de bibû du parçeyan, bû çar parçeyan ku di navbera welatên Tirkiya, Îran, Iraq û Sûriyê de hat dabeşkirin.

Bi nêzikbûna sedsaliya hevpeymana ku gelê Kurd di navbera çar welatan de bi hemû rêbazên qirkirin û asîmilekirinê re rû bi rû man re berdevka koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zozan Bekir rewşa gelê Kurd ya di vê pêvajoyê de nirxand.

'Bi Lozanê re sedsaleke zordariyê destpê kir'

Zozan Bekir di destpêka axaftina xwe hûrgiliyên îmzekirina hevpeymana Lozanê bibîr anî û wiha got: "Hevpeymana Lozan ku bi xwe re parçekirina erdnîgariya Kurdistanê anî, êdî sedsalî ye. Bi parçebûna hêza Osmaniya di sedsala 20'emîn de, gelê Kurd ji bo ku bibin xwedî xweserî û doza xwe bi encam bikin ked û xebateke mezin dan meşandin. Lê mixabin di 1923'an de ew armanc ber bi têkçûnê çû ku di vê demê de hevpeymana Lozanê hat îmzekirin. Em vê hevpeymanê weke mezintirîn derbeyên ji bo gelê Kurd digrin dest, ji ber vê gavê re êdî Kurdistan bi rengekî fermî bû çar parçeyan û di her beşekî de hêzeke desthilatdar bû serwer. çeyan û di her beşekî de hêzeke desthilatdar bû serwer. digrin dest, ji ber bê gavê re êdî Kurdistan bi rengekî fermî bû çar pa Beriya vê hevpeymanê, li gor bendên 62, 63 û 64’yên hevpeyamana Sevr  diviya bû ku qaşo Kurd çarenûs û pergala xwe di hundir pergala ku nû were avakirin de diyar bikin. Lê piştî sê salan bi dabeşkirina Kurdistanê re, pêşeng hatin qetilkirin û gel koçberî û qirkirinê re rû bi rû hatin."

'Heman hişmendiyê Kurdistan dagir kir'

Zozan Bekir di berdewamiya axaftina xwe de behsa bandora Lozan li ser rewşa gelê Kurd kir û got: "Li ser vê komployê re sedsalek dibore, eger mirov behsa rewşa Kurdan ya dirêjahiya van salan de bike, gelek mijarên mirov bîne ziman hene. Di sedsala borî de du xet bi hev re dimeşiyan, Kurdan bê navber têkoşîna rizgarkirina Kurdistanê meşandin. Li hember vê yekê hêzên ku di hevpeymana Lozanê de lihevkirin jî, bê navber êrîş pêk anîn da ku Kurd serî ranekin û êdî behsa maf, hebûn û nasnameya xwe nekin. Ev rewş di hundirê her çar parçeyên Kurdistanê de hatin jiyîn, lê bi taybet di Bakurê Kurdistanê de bi hezaran operasyonên qirkirinê hatin kirin, bi sedan komkujî pêk hatin û di heman demê de bi sedan gundên Kurdan hatin şewitandin û talankirin ku di encamê de gel hatin koçberkirin. Li aliyekî din jî bi hezaran jin, ciwan û pêşengên civakê di girtîgehên dewleta Tirk de ne. Rewşa parçeyên din yên Kurdistanê ji vê ne cudatir bû. Di encamê de hêzên hegemon ku Rojhilata Navîn birêve dibin li ser bingehê heman hişmendiya yek alî hatine avakirin."

'Şoreşa 19'ê Tîrmehê tola sedsalekî ye'

Zozan Bekir di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser sedsaliya Lozanê û wiha axivî: "Em niha di meha Tîrmehê de ne ku li aliyekî hevpeymana Lozan heye û wekî din jî salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li Rojavayê Kurdistanê destpê kir û belavî Kurdistanê bû, heye. Di roja îro de rewşa gelê Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê ne weke berê ye. Li dijî hêzên desthilatdar, hişmendiya tek alî û kiryarên ku ev sedsaleke em dijîn, şoreşa bi pêşengiya jin û civakê pêk hat. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bersiva herî watedar û mezin ya li hember hevpeymana Lozanê ye. Armanca lihevkirina Lozanê parçekirin û tinekirin bû, şoreşa ku 11 salan li pey xwe dihêle ev parçebûn ji holê rakir û gel komî ser hev kir. Di vê erdnîgariya ku beriya sedsalekî hat dabeşkirin, îro ne tenê gelê Kurd lê belê hemû pêkhateyên li vir dijîn yekîtiya xwe avakirin. Pergala Netewa Demokratîk di nava gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pratîkê de tê meşandin, ev pergal jî yek ji projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e."

Em ê şoreşa xwe bihêz bikin û destkeftiyên wê biparêzin’

Berdevka Koordînasyona Kongreya Star ya herêma Firatê Zozan destnîşan kir ku ew ê sedsaleke azad û demokratîk ava bikin û wiha got: "Di sedsala 21'emîn de gelê Kurd xwedî doz û şoreşe, her wiha jinên Kurd ku heta niha hatine paşguh kirin, di roja îro de pêşengiyê ji bo tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin. Ji bo vê dê ev sedsal gelek cuda be. Raste di sedsala borî de jî gelek serhildan pêk hatin, lê di roja me ya îro de gel bi berxwedanî, proje û şoreşa xwe bala tevahî cîhanê kişandin ku êdî tu hêz jî nikare hebûna Kurdan, pêşengiya jin û şoreşa Rojavayê Kurdistanê  înkar bike. Dê şoreşa 19'ê Tîrmehê bibe sedema guhertin û veguhertinên di Rojhilata Navîn û Kurdistanê de, dê bibe zemînê ji nû ve rêvebirina gelan ji welatên xwe re û dê bibe wesîleya bidawîanîna li pergalên desthilatdar û hegemon ku bi sedsalane hebûna xwe li ser nirxên civakê dewam dike. Li ser vê bingehê em ê şoreşa xwe bihêz bikin û destkeftiyên wê biparêzin. Em ê bi vê rêbazê nehêlin ku Lozanên nû werin çêkirin, berovajî em ê xwe ji hevpeymana Lozan rizgar bikin û dest bi sedsaleke azad û demokratîk bikin.”