Sala borî li Brezîlyayê di saetekî de 8 bûyerên destdirêjiyê pêkhat

Sala borî li Brezîlyayê bi navînî di saetekî de zêdetirî 8 bûyerên destdirêjî hatin tomarkirin. Ji sedî 60’ê kesên rastî destdirêjî hatin, zarokên keç ên di bin 14 saliyê de bûn.

Navenda Nûçeyan- Foruma Ewlehiya Kamûyê ya Brezîlyayê (FBSP) ku saziyeke sivîl a Brezîlyayê ye duh raporek weşand. Li gorî raporê, sala borî li Brezîlyayê bi navînî di saetekî de zêdetirî 8 bûyerên destdirêjiyê hatin tomarkirin. Ji sedî 60’ê kesên rastî destdirêjiyê hatin, zarokên keç ên di bin 14 saliyê de bûn.

Li gorî raporê, di sala 2022’an de li welat 74 hezar û 930 bûyerên destdirêjiyê hatine tomarkirin. Ev jî li gorî sala 2021’an ji sedî 8,2 zêdebûnek nîşan dide. Li gorî daneyên ku ji qeydên polîsan û belgeyên din ên fermî hatine berhev kirin, ji sedî 10’ê mexdûrên destdirêjiyê ji çar salî biçûktir bûn û ji sedî 70’ê bûyerên destdirêjî di malên xwe de rastî êrîşê hatine.

Dibe ku rewş ji daneyan zêdetir xirabtir be

Koordînatora FBSP Juliana Martins wiha got: "Di dema pandemiya Covid-19 de dibistan demek dirêj girtî man û mexdûr bi êrîşkaran re girtî man. Ji nû ve vekirina dibistanan re hejmara giliyan zêdetir bû. Gelek bûyerên destdirêjiyê nayên tomarkirin û ji ber vê yekê pir îhtîmal e ku rewş ji daneyan zêdetir xirabtir be."

Rêxistina sîvîl, da zanîn ku li welat di sala 2022’an de li gorî sala 2021’an ji sedî 6,1 zêdebûnê hezar û 437 cînayetên jinan hatin jiyîn û ji sedî 2,9 zêdebûne jî 245 hezar û 713 bûyerên tundiya di nava malê de hate tespît kirin.