Netewa demokratîk çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e-7

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Abdullah rehenda xweparastinê nirxand û got: “Di netewa demokratîk de yek ji rehendên stratejîk rehenda xweparastinê ye, mijareke demokratîk e û yek jî rêgeza esasî ya demokrasiyê ye.”

Nesrîn Abdullah: Rehenda xweparastinê mozaîka gelan ava kir

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Şoreşa 19’ê Tîrmehê yek ji destkeftiyên gelê Kurd e ku bû cîhanî û şoreşa jinan a cîhanî. Gelê Kurd bi salan e bi êrîş, qirkirin û tunebûnê re rû bi rû maye lê bi şoreşa Sûriyeyê ya ku di Adara 2011’an de dest pê kiribû hesiya. Loma di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa bi navê şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk anî û heta roja îro berdewam dike. Di vê şoreşê de hêzên leşkerî mîna YPJ-YPG û QSD’ê hebûn ku dikaribûn belaya çeteyên DAIŞ’ê li ser cîhanê çêkiribû tune bikin. Piştî gelek destkeftiyan, şoreş bi projeya netewa demokratîk kemilî ku hemû gel bê ferq û cudahî cihê xwe tê de bigrin û wekheviya gelan pêk were. Îro li Rojavayê Kurdistanê bi saya pergala netewa demokratîk ku xweseriya demokratîk ava kiriye dikare bi rehendên xwe pergala civakî ava bike û bibe deng reng, îrade û hebûna pêkhateyên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn.

 Yek ji wan rehendan ku roleke mezin di projeya netewa demokratîk de dilîze rehenda xweparastinê ye. Ji vê rehendê re rehenda ewlekariyê jî tê gotin ku ne tenê çekdarî gelek mijaran di hundirê xwe de dihewîne. Her wiha xweparastin qala ewlekariya gel bi xwe dike. Rehenda xweparastinê di navbera salên 2014-2015’an xwe bi awayekî fermî ragihand lê beriya wê jî dikaribû xwe bi rêxistin bike û gelek rolên girîng û mezin bilîze. Îro rehenda xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek gavên mezin avêtine û dikarin bibin reng, deng û parastina gelê xwe.

Der barê berfirehiya rehenda xweparastinê de fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Abdullah bi berfirehî nirxandin kir.

‘Gelê vê herêmê ji bo nasname hebûn û azadiya xwe têkoşiya’

Nesrîn Abdullah di destpêkê de salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê wiha nirxand: “Ji sala 2011’an heta niha ku 2023 ye, di van rojan de salvegera 19’ê Tîrmehê şoreşa gelan e. Ev şoreş pir têr û tijî derbas bû. Bi qehremanî, serkeftin û fedakariyên mezin pêk hat û li kêleka wê gelek bedêl jî hebûn. Me wek gel me bawer dikir ku ji bo em bibin xwedî hebûn û xwebûn em dizanibûn gelek bûyer û mijar li pêşiya me hene. Lê heta roja îro gelê me bi hemû pêkhateyên xwe ve ji bo têkoşînê bi îsrar e û dê xwedî li mafên xwe derkeve. Ezmûnek mezin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku bi pêşengiya gelê Kurd vê şoreşê dest pê kir. Zêdetirî 10 sal in em di nava şoreşê de ne. Di nava van salan de bû mînak ku bi hezaran kes ji bo azadî, nasname û hebûna xwe têkoşiyan. Bi taybetî şert û mercên ku li ser vê erdnîgariyê hebûn pêşiya rêvekirina fikrek nû çêbe û ew jî paradîgmaya netewa demokratîk bû.”

‘Xweparastin hêza afrînerî û mayîndekirina şoreşê bû’

Nesrîn Abdullah da zanîn ku rehenda hişt paradîgmaya netewa demokratîk li ser erdê pêk were, rehenda xweparastinê bû, wiha behsa rola rehendê kir: “Di nava wan ezmûnan de têkoşîna herî rast netewa demokratîk bû. Yek jî rehenda ku di nava vê paradîgmayê de bi awayekî aktîf rola xwe lîst, rehenda xweparastinê bû. Ne tenê parastin, bû hêza afirandin û mayîndekirina nirxa pêvajoya di nava van 10 salan de. Yek jî rehenda esasî ya netewa demokratîk xweparastin e. Yên hişt rê li ber pêkanîna paradîgmaya netewa demokratîk li ser erdê vebe, qada parastinê ye. Di destpêka şoreşê de yekemîn qada ku hat birêxistinkirin qada xweparastinê bû. Di qada xweparastinê de hemû rehendên netewa demokratîk pêk hatin. Qada xweparastinê rê li ber avabûna Rêveberiya Xweser, qada siyasî, aborî, dîplomasî, çand û hiqûqê vekir. Ji ber em di wê zanistê de bûn ku ger em nikarin pergala xweparastinê çêbikin, em ê nikaribin tu nirxên din mayînde bikin. Ji bo wê yekê jî rehenda ku em stratejîk bi dest bigrin, xweparastin e.”

‘Parastin felsefe û paradîgma ye’

Nesrîn Abdullah da zanîn ku rehenda xweparastinê tenê rakirina çekê nîn e û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Rehenda xweparastinê divê mirov tenê wekî rakirina çekê nebîne, çek ji bo pêwîstiyan tê bikaranîn. Me parastin ji tax, bajar û gundan dest pê kir. Em di aliyê zihnî de di ferqê de bûn ku bê felsefeya xweparastinê, berdewamkirina têkoşîn û şoreşê ne gengaz e. Di encamê de tu serî li hemberî dewletê radikî. Em serwext bûn ku gengaz e ew kaosa ku rû daye dibe cebhe jî li beramberî me derkevin. Rastî jî derket ji El-Nusrayê bigre heta çeteyên DAIŞ’ê derketin û êrîşî me kirin. Parastin me weke felsefe û paradîgmayê bi dest girt. Parastin gelek qadên wê hene ku tu bibî xwedî mîsyon. Di qada hiqûq, siyaset, dîplomasî, çand û aborî de jî qada parastinê xwedî mîsyon e. Her wiha qada herî sereke qada kesayet e ku ew jî felsefe ye û bi qasî ku tu xwe nas bikî dikarî xwe biparêzî.”

‘Di rehenda xweparastinê de perwerdekirin girîng e’

Nesrîn Abdullah diyar kir ku di nava civakê de rehenda xweparastinê pir girîng e û wiha domand: “Di vê rehendê de tişta ku me ji xwe re stratejîk girt dest, xwe perwerdekirin bû. Ji ber em di wê ferqê de bûn ku divê em mirovan ava bikin da ku tu bikaribî avahiya ku te çêkiriye biparêzî. Rêber Apo got ‘Parastin ji nan û avê girîngtir e.’ Çima? Ji bo gelê Kurd e ku qirkirina nasname, çandî, siyasî û bedenî li ser heye, ji bo wê gelek û gelek girîng e. Ger weke Kurd em îro hebin bi vê mijarê ve girêdayî ye. Ji ber ku ruxmê rastî gelek tofanan hatin jî em dikaribûn hebûna xwe biparêzin. Em nikaribûn welatê xwe yê bi navê Kurdistan ava bikin lê em dikarn hebûna xwe biparêzin. Ev yek jî bi mijara xweparastinê ve girêdayî ye.”

‘Li dijî netewa demokatîk gelek êrîş pêk hatin’

Nesrîn Abdullah bal kişand li ser êrîşên li dijî paradîgmayê pêk tê û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Dijmin jî di ferqê de ye ku hemû êrîş li ser sînga kurdan pêk tê. Ev paradîgma ji ber ji holê rakirin nîn e. Dijmin her roj êrîş dike da ku vê paradîgmayê ji holê rabike. Her çendî êrîş li ser hebe jî ev proje çok natewîne. Mirov dema erd ji destê wê tê girtin nayê kolekirin, ji ber ku mirov ji mêjî û ruh ve tê kolekirin. Mirovên wiha di vê şoreşê de hatin avakirin, ji bo wê ji dijmin re got: ‘dibe ku tu erdê min ji destên min bigrî lê tu nikarî îrade, hebûn û baweriya min ji destên min bigrî’.”

‘Jin di her qadê de dikaribûn vegerîne cihê xweparastinê’

Nesrîn Abdullah rola jinan di rehenda xweparastinê de wiha nirxand: “Berxwedan û serkeftin jî bê stratejîk nabe. Di pêvajoya şoreşê de me ji xwe re stratejiya şerê gel ê şoreşgerî esas girt. Di çarçoveya vê stratejiyê de em dikaribûn pergal û qadên bi rêxistinbûnê ava bikin. Faktora herî bi bandor jin in, jinên Kurd hem dikaribûn analîzek xurt li ser dîroka jinan bikin, hem jî ezmûna xwe analîz bikin. Jin dikaribûn rastî û ruhê demê bixwînin. Em li hemberî pergalek mêr-dewletê ne û em li hemberî vê têdikoşin. Jin dikaribûn li hemberî van hemûyan xwe bi rêxistin bikin û pêşengiyê kirin. Jin dikaribûn her qadê veguherîne cihê xweparastinê loma bi sedan jin di qada siyasî, hiqûq, çand, xweparastinê de bûne xwedî rolên girîng û mora  xwe li wan dane. Jin bûne sembol û ev sembol bûye îrade û nexşerê ji bo jinan. Jin bi vê nexşeriyê dikaribûn gavan bavêjin cihê xwe çêkin û hebûna xwe biparêzin.”

‘Gel bi saya netewa demokratîk pirçandî û pirnasnameyî bi hev re dijîn’

Nesrîn Abdullah di dirêjahiya gotinên xwe de ruhê ku netewa demokratîk di nava civak û pêkhateyan de ava kiriye wiha anî ziman: “Netewa demokratîk bi avakirina Rêveberiya Xweser re dikaribû her kesê hembêz bike. Hemû pêkhateyên li Sûriyeyê, bi nasnameya xwe ya xweser û bi îradeya xwe cihê xwe digrin û di hemû qadan de xwedî mîsyon in. Pergalek dikaribû rengînbûna nasnameya gelan, biparêze û mozaîka gelan derxe holê. Rejîma Sûriyeyê tevna civakê perçe kiribû û dihişt ku her kes li hemberî hev şer bike. Rêveberiya xweser bi paradîgmaya netewa demokratîk û hevpeymana civakî van sînoran di nava gelan de rakir. Ji dîrokê bigre heta niha, nehatiye dîtin ku gel bibin dijminên hev. Her dem pergal beramberî hev in û zarok û civakê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Tişta ku em bikaribin parastina vê şoreşê bikin ew bû ku gel bi yek ruhê, pirçandî û pir nasnameyî bi hev re dijîn. Ev yek serkeftinek pir mezin e ku em dikaribûn bi taybetî di rehenda xweparastinê de vê yekê pêk bînin.” 

‘Avakirina kongreya neteweyî ji bo gelê Kurd girîng e’

Nesrîn Abdullah bal kişand ser netewbûnê û wiha domand: “Di hundirê Sûriyeyê de yekitiya gelan pêk hat. Her gel dikare li gorî xweseriya xwe, xwe bi rêxistin bike ku yek ji wan gelê Kurd e. Dema em qala yekitiya gelan dikin, nayê wê wateyê ku em xweseriya wan binpê dikin. Her pêkhateyek xwedî dîrok û nasname ye. Yê ku pêşengî ji netewa demokratîk re kir gelê Kurd bû lê bi zanebûn û pêdiviya neteweyî yek jî gelê Kurd bi xwe ye. Avakirina kongreya neteweyî ji bo gelê Kurd pir girîng e. Gelek pêngav hatin avakirin. Gelek kongre û konferans hatin çêkirin û gelek xalên girîng hatin gotibêjkirin. Hemû xalên ku hatin bi dest girtin pêwîstiya pêdiviya kongreya neteweyî hat bidestgirtin. Lê em nikaribûn netewa xwe çarenûs bikin. Yekitiya neteweyî tenê avakirina kongreyê nîn e, netewiyet ew e ku tişta tu dijî. Di dîroka gelê Kurd de tu derfet ji Kurdan re nehatiye dayîn. Kurd dikarin derfetên xwe bi xwe biafirînin. Îro em dibînin pergala xweparastin, dibistan, qadên wêje û gelek tişt hatin çêkirin. Ev yek ne kêm e, gere em ji bîr nekin ku rejîma Sûriyeyê qedexe kiribû ku em cilê xwe yên netewî jî li xwe bikin û hersê rengên kesk, sor û zer li gel hev sûc bû. Îro têkoşîna vegerandina kevneşopiya me, me dide îfadekirin û jiyana me de xwe nûjen dike. Dema munasebetek çêdibe em dibînin gelek rengên cuda bi cuda yên pêkhateyan derdikevin.”

‘Banga me ji ciwanan ji bo pêvajoya şerê gelê şoreşgerî xwe amade bikin’

Nesrîn Abdullah herî dawî diyar kir ku xweparastin mijarek demokratîk e û wiha dawî li gotina xwe anî: “Di encamê de rehenda xweparastinê mijarek demokratîk e û yek jî rêgeza esasî ya demokrasiyê ye. Eger gel nikaribe xwe biparêze, nikare bibe gelek demokratîk. Ger em bikaribin van rengên demokratîk li van qadan bidin çêkirin, ev tê wateyê me rêgeza xwe ya xweparastinê di qadê de daye rûniştandin. Ji 2011’an bigre heta roja îro, jin dikaribûn di vê rehendê de xwe bi rêxistin bike. Ger em di qada xweparastinê de xwedî mîsyon bin, em ê bikaribin, di her qadê de em ê mîsyona xwe bi cih bînin. Bi vê munasebetê, em bang li ciwanan dikin ku di qada xweparastinê de xwe bi cih bikin û xwedî li nasnameya xwe derkevin. Divê her ciwanek xwe di stratejiya têkoşîna şerê gel ê şoreşgerî de kûr bike û bi zîhniyeta netewa demokratîk re xwe berperwerde û amade bike da ku ji bo pêvajoya aştî, aramiyê xwe amade bike.”

Dawî