NY’ê bertek nîşanî qanûnên cudaxwaz ên li Lîbyayê da

NY’ê, fikarên xwe yên kûr ên têkildarî biryara cudaxwaz a ku ji aliyê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ve di Nîsana 2023’an de hat weşandin ku bêyî rayayek mêr mafê jin û zarokên keç ên rêwîtiya dervayî welat sînordar dike, anî ser ziman.

Navenda Nûçeyan- Neteweyên Yekbûyî (NY) doh daxuyaniyek da û fikarên xwe der barê biryara cudaxwaz a ku ji aliyê Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê ve di Nîsana 2023’an de hat weşandin ku bêyî rayayek mêr mafê jin û zarokên keç ên rêwîtiya dervayî welat sînordar dike, anî  ser ziman.

NY’ê wiha got: "Ev polîtîka ne tenê cihêkarî ye, di heman demê de xwendekarên ku ji bo xwendinê ji welat derdikevin jî di nav de azadiya tevgerê ya jin û zarokên keç jî sînordar dike”. Pisporan ragihandin hemû jin û keçên ku beriya polîtîkaya nû ya hikûmeta Lîbyayê çûne derveyî welat, divê formek ku tê de agahdariya kesane û sedemên wan ên rêwîtiya bêyî raye û nepenî dihewîne tijî bikin.

'Em bi fikar in'

Pisporên NY’ê, bal kişandin ser raporên ku diyar dikin jin û zarokên keç ên ku dagirtina formê red dikin an jî teslîm bikin, derketina wan ya derveyî welat nayên qebûlkirin jî. Pisporan wiha gotin: "Em bi taybetî ji bandora neyînî ya siyaseta cudaxwaz a Lîbyayê ku li dijî erkên wê yên navneteweyî û neteweyî yên li ser mafê wekhevî û nepenîtiyê, li ser maf û azadiyên bingehîn ên jin û zarokên keç bifikar in.”

Pisporan her wiha diyar kirin ku ew ji hewildanên Dezgeha Ewlekariya Hundirîn a Lîbyayê ji bo tirsandina jinên ku li dijî van polîtîkayan dengê xwe bilind kirine jî di nav de parêzvanên mafên mirovan jî bifikar in. Pisporan bang li rayedaran kirin vê şerta cihêkariyê paşve bikşînin û dawî li her cure tirsandin, tacîz û êrîşên li ser jin û parêzvanên mafên mirovan ên ku vê polîtîkaya cihêkariyê şermezar dikin, bînin.