Di doza Şîmonî Dîrîl de biryar derket

Di danişîna doza têkildarî qetilkirina Şîmonî Dîrîl hatiye vekirin de ji bersûcan Apro Dîrîl re cezayê hepsê yê muebedê hate birîn û bersûcên din jî beraet kirin.

Navenda Nûçeyan- Li gundê Mehrî yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê Hurmuz Dîrîl yê 71 salî û Şîmonî Dîrîl ya 65 salî ên hevjînên hev di 11 Çileya 2020’an de winda bûn.

Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî windabûna wê 70 rojan hate dîtin. Têkildarî kuştina Şîmonî Dîrîl der barê Apro Dîrîl, Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane an jî bi îşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” doz hate vekirin. Danişîna 6’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de bersûcê girtî Apro Dîrîl û parêzerên her du aliyan amade bûn. 

Şandeya dadgehê piştî parastinên hatin kirin der barê bersûc Apro Dîrîl de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane an jî bi îşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” cezayê hepsê yê muebedê birî û der barê Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de jî biryara beraetê da.

Serokê Baroya Şirnexê û parêzerê malbata Dîrîl Rojhat Dîlsîz diyar kir ku dê biryara hatiye dayîn bibin dadgeha jortir û anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Dîlsîz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di pêvajoya darazê ku faîlên esas ên ji Apro Dîrîl re bûn alîkar neyên eşkerekirin de wê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”