Maçên Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2023'an berdewam dike

Maçên Kûpaya Cîhanê ya Jinan a 2023'an di roja duyemîn de bi maçên duyemîn ên komên A û B berdewam kir.

Navenda Nûçeyan- Maçên Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFAyê berdewam dikin. Maça Nîjerya û Kanadayê ya di Koma B’ê de di saet 05.30an da hat lîstin. Di têkoşîna li Stadyuma Rectangular a Melbourne de her du tîm jî bi 1 puanê ji sahê derketin. Bi vê encamê Awûstralya ku duh 1-0 Komara Îrlandayê têk bir û di Koma B’yê di serekê de cîhê girt.

Maça Fîlîpîn û Swîsreyê ya di Koma A’ê de saet di 08:00 de hat lîstin. Maç bi serkeftina Îsviçreyê 2-0 bi dawî bû. Bi vê encamê Îsviçre di Koma A’ê de serket. Di vê komê de duh Zelanda Nû 1-0 Norwêcê têk biribû.